| Nivîskar Tsiatsan Dîrok: DuŞem, 09. Mijdar 2009 |
Li Kurdistana Federal û Iraqê di asta biryardayînê de jin tune ye. Li gorî lêkolîna Rêxistina PDA ya Navenda wê li Norvecê ye, derket holê ku li Kurdistana Federal û Iraqê jin nikarin di asta biryardayînê de cih bigirin. Di lêkolînê de hate bi bîr xistin herî dawî di kabîneya Hikûmeta Kurdistanê de ji 19 wezîran yek jin e. Ji aktîvîstên xebata PDA'yê Mamosta Bîna, diyar kir ku rêxistina wan li bajarên wekî Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê 2 salan pirojeya xwe yê bi navê "Woman can do at- Jin dikarin bikin' meşandine. Bîna anî ziman ku xebatan wan bi awayek berfireh têkildarî karên cur bi cur hatiye kirin û ev agahî dan:
'Sedem feraseta babesalarî ye'
"Piştî 2 salan xebata me gehiştîn dawiyê. Me di çaroveya xabatan de gelek lêkolîn kirin. Her wiha me bi gelek cihan re hevdîtin kirin. Me pirsa 'Çima jin di cihê biryardanên siyasî yê Iraq û Herêma Kurdistanê nayê dîtin? ji rêxistinên jinan, wezaretên Hikumeta Kurdistanê, rojnameger û gelek aliyên din kirin. Me nêrînêı wan hemûyan wergirtsı. Sedema domkirina astengiyên li hemberî jinan asta çandî û ya rewşenbîrî ya kêm e. Her wiha sedemên din jî tunebûna rêxistin bûna jinan e. Pergala perwerdehiyê, feraseta babesalarî, kevneşopiyên civakî sedemên bingehîn in. Di navbera komeleyên jinan ên heyîn de jî organîzeyek tune ye. Yek jî jin di nav civakê de bi xwe nebawer in."
'Rêxistinên jinan ji bo partiyan dixebitin'
Bîna anî ziman ku rêxistinên jina li şûna ji bo bi hêzkirina îradeya jinan bixebitin, ji bo zêdekirina hejmara partiyên siyasî û hizbên siyasî dixebitin. Endama Yekêtita Afretên Kurdistanê ya KDP'ê Jiyan Abdula derbirî ku bi çavê xwedî şiyan û qabîliyetê li hêza jinê nayê nêrîn û wiha got: "Di aliyê civakî jin wekî kesên tenê karê malê dikin û zarokan xwedî dikin, tên dîtin. Dema jinek derdikeve derveyî malê jî wekî xwe nayê dîtin. Wekî pêwistiyek rojane li jinan dinêrin." Jiyan diyar kir ku pirsgirêkek jinan a herî mezin guherandina hişmendiya babesalarî ye. Ji bo vê wezîfe dikeve ser milê mamosteyan û meleyan. Divê li hemberî vê yekê hîstiyar bin." Jina balkişand ser rewşa rêxistinên jinan ên li Kurdistana Federal jî û wiha axivî: "Wezareta Karên Civakî piştgiriyê nade saziyên jinan. Rêxistinên jinan jî xebatek bi rêk û pêk nameşînin. Lazim e jin rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin û li ser vê bingehê federasyonek jinan ava bikin.
No comments:
Post a Comment