Sunday, November 8, 2009

MECLÎSÊN GEL YÊN BIÇÛK LI TIRKIY

MECLÎSÊN GEL YÊN BIÇÛK LI TIRKIY

Li Amedê Meclîsên Gel a Biçûk li Tirkiye derbarê pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd de civînek li dar xist...

Di civînê de hat gotin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê pêşniyarên di cih de dike....

Civîn li Salona Baroya Amedê pêk hat...

Di civînê de nûnerên rêxistinên civaka sivîl, nivîskar Mehmet Altan û gelek kesên din amade bûn.

Nivîskar Mehmet Altan di civînê de diyar kir ku li Tirkiyeyê du gelên cûda hene û wiha got:

"Heta dewleta Tirk şaşiyên xwe yên dîrokî ku li dijî gelê Kurd kirine, sererast neke, wê pirsgirêj jî, neyê çareserkirin"...

Serokê Odeya Tabîban a Amedê Selçuk Mizrakli jî xwest pêvajoya aştiyê baş bê şapondin û wiha got:

"Dema hatina komên aştiyê, zarokên di pêçekê de, jî weke kadroyên PKK'ê hatin destnîşan kirin. Ji ber ku xwe li pêşwazîkirinên ranegirtin, roja din, êrîşên nijadperest û hewldanên lîncê destpê kirin. Lê ev êrîşên li dijî Kurdan, ji aliyê ti kesî ve nehatin dîtin."..

Di civînê de pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke erênî û maqûl hatin dîtin binavkirin û hate xwestin ku AKP'ê di çareseriya pirsgirêka kurd de gavên berbiçav bavêje.

têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd ku ji 8 deqîqeyan pêk dihat hate temaşekirin.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment