Sunday, November 8, 2009

YDG'ê bi qampanya 'Werin Rê' dest bi pêngava zimanê dayikê dikin

YDG'ê bi qampanya 'Werin Rê' dest bi pêngava zimanê dayikê dikin
Meclîsa Ciwanên Welatparêz û Demokratîk (YDG), piştî civîna 3 rojan a li Amedê biryara pêngava dayina nexşeriya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkoşîna dijberî pişaftina çand û zimanê kurdî, stend.

Meclîsa Ciwanên Welatparêz û Demokratîk (YDG-M), di navbera 4-6'ê mijdarêde li Amedê civîn li darxistin. Ciwanan, piştî civînê encamname bi daxuyaniyek nivîskî aşkere kir. Ciwanan di encamnameyê de diyar kir ku di pêvajoya dawî de êrîşên li ser kurdan zêde bûne û tê xwestin polîtîkaya înkarkirinê bi rêbazên din li dijî kurdan bimeşînin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku CHP û MHP li dijî kurdan hestên nîjadperestiyê kur dikin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin. "Li dijî kurdan polîtîkayên înkar û îmnayê di domin. Di vê pêvajoyê de bi rê û rêbazên cûda tê xwestin ku kurdan îmha bikin. Dixwazin kurdan bê vîn û rêxistin bihêlin."

'AKP, li projeya Ocalan xwedî derkeve'

Ciwanan, di berdewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê û wiha domand: "AKP her ciqas ruyên xwe yê rast nîşan nade jî bi operasyon û êrîşên li dijî kurdan rengê AKP'ê yê rastîn tê xuyakirin. Tasfiyekirina Têkoşîna Azadiya Kurd tê xwestin. Ji bo vê yekê jî êrîşên veşartî li ser hêza kurdan didome. Her wiha rexneyira Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji raya giştî re aşkere nakin. Dîsa hewildana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a banga komên aştiyê wekî hewildana xwe dimînin."

'Duyemîn pêngava 'Werin Rê' pêngava zimanê dayikê

Ciwanan, di dirêjiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser polîtîkaya AKP'ê û anîn ziman ku AKP bi hewildana çareseriya pirsgirêka kurd dixwaze kurdan bê vîn û siyaset bihêle û li gorî xwe bi teşe bike. Ciwanan, di dirêjiya daxuyaniyê de wiha got: "YDG-M'ê di 2'emîn pêngava kampanya 'Werin Rê' de dê bi çalakî û hewildanan, polîtîkayên AKP'ê deşifre bikin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd têbikoşin."

Pêngava zimanê zikmakî

Ciwanan di dawiya daxuyaniyê de wiha got: "Dîsa pîvana azadiya me pêşxistina tevgera me ye. Bi armanca em di warê çendahiyî û wezfînî de astek bi hêz derxin holê, me pêngavek tevgeriyê da destpêkirin. Bi taybetî bi armanca têkoşîna li hemberî bişaftin û oto bişavftina ya li ser kurdî, me pêngava ziman da destpêkirin. Di çarçoveyê qampanyayê de di serî de em ji ciwanan ve dest pê dikin. Em dê vê kampanyayê li tevahiyê civakê belav bikikn. Li tevahiya qadên cemaweriyê û cihên din ku kurdî lê hatine qedexekirin, dê nêzîkatiya zanistiya axaftina zimanê zikmakî bê nîşandan."

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment