Sunday, November 8, 2009

DAXUYANIYÊN DURAN KALKAN

DAXUYANIYÊN DURAN KALKAN

Di beşa îro ya roportaja Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Duran Kalkan de, tesbîtên girîng hene....

Kalkan, pirsgirêka Kurd weke pirsgirêka dewletê binav kirn û got, AKP'ê ne xwedî wê cesaretê ye ku pirsgirêkê bi tena serê xwe çareser bike....

Kalkan wekî din, rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî, hişyar kir...

'DIVÊ ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD
NEBE QURBANÊ HEWLDANÊ SIYASÎ YÊN TENG'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Duran Kalkan, pêşveçûnên piştî serdana wezîrê karê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoğlu ya Başûrê Kurdistanê, nirxandin..

Kalkan diyar kir ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê li hemberî siyasetê bi tercube û bi hestiyar e, lê belê digel vê jî, ji wan xwest ku hişyartir be.

Kalkan xwest ku çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd, qurbanê nêzîkatiyên biçûk yên siyasî neyêkirin û got:

Derke holê ku hukûmeta AKP'ê şerekî taybet dimeşîne. Lewma divê piştgirî nedin vê siyaseta wê. Gotinên bi armanca siyasî yên wekî, 'em piştgirî didin jî' di rastiyê de, çareseriyê dereng dixin û ji bo siyaseta hêzên tinekar û înkarê dibin hêvî'.

Kalkan, bi bîr xist ku Tirkiye ji aliyekê rêveberiya Başûrê Kurdistanê tehdît dike, lê belê ji aliyê din, bi riya çapemeniyê jî, hewaya wekî hevdîtin baş derbas dibin, biafirîne û got: 'Lê di rastiyê de, dizane ku hevdîtin di rewşeke baş de debas nabin.

'PIRSGIRÊKA KURD PIRSIGRÊKA DEWLETÊ YE, AKP
NEXWEDÎ CESARETE KU BI XWE TENÊ ÇARESER BIKE'


Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan li ser pirsa, 'Ocalan ji bo diyaloga bi hukumetê re, PKK îşaret kir, gelo hukûmet dikare wê cesaretê nîşan bide' wiha got:

'Em bi xwe ji bo diyalogê amade ne. Lê belê em nizanin hukûmet dikare wê cesaretê nîşan bide yan na. Ew bi xwe dizane. Ji bo tiştekî wisa em li pêşiya AKP'ê ne asteng in. Heta me pêşiya AKP'ê vekir û piştgirî jî da. Lê belê wer xuyaye ku AKP ne ji dil e, bi awayekî cidî tevnagere û ewqasî ne wêrek e'.

Kalkan, pirsgirêka Kurd weke pirsgirêka dewletê binav kirn û got, AKP'ê ne xwedî wê cesaretê ye ku pirsgirêkê bi tena serê xwe çareser bike....

Kalkan anî ziman ku ew îhtimal nade AKP pirsgirêka kurd çareser bike û got: 'Dewlet, AKP'ê jî wekî hukumeta şerê taybet dibîne, niha bikartîne, dema rola wê biqede jî, wê wekî yên berê biavêje aliyekî.

Mijareke din a ku, Kalkan bi taybetî li ser sekinî jî, rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo çareseriyê ye.

Kalkan ji bo vê jî, bal kişand ser 2 xalin girîng.

Ev jî şert û mercên jiyana yên li Îmraliyê û Nexşweya Rê ya Ocalan e.

DURAN KALKAN: 'NEXŞEYA RÊ PRENSÎBÊN
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD E'

Duran Kalkan anî ziman ku ji bo çareseriya demokratîk pêk were, divê Nexşeya Rê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, were eşkerekirin.

Kalkan da zanîn ku gelê kurd wê têkoşîna ji bo girtina Nexşeya rê bidomîne û kesên ji bo vê têdikoşin jî, pîroz kirin.

Kalkan got, bi qasî ji hevdîtinên parêzeran yên bi Ocalan re fêm kirine, naveroka Nexşeya Rê jî wiha anî ziman:

Di Nexşeya Rê de prensîbên pêwist ên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, cih digirin.

Ji bo çareseriyê, 3 rêbaz hene.

Ya yekemîn, riya klasîk, yanî rêbaza tinekirin û înkarê.

Ya dûyemîn avakirina Kurdistaneke biçûk, kontrolkirina kurdan û tasfiyekirina civakeke berfireh ya kurdan.

Ya sêyemîn jî, rêbaza çareseriya demokratîk, yanî rêbaza ku KCK esas digire.

Kalkan ji bo çareseriya demokratîk pêş bikeve, 3 qonaxên Ocalan di nexşeya rê de destnîşan kirine jî wiha tîne ziman:

Ya yekemîn, piştî ku dewleta garantiya ji bo çareseriya pirsigrêka kurd bide, wê kurd jî bibêjin ku ew ne alîgirên şîdetê ne.

Ya duyemîn, wê dewlet derfet bide ku civaka kurd xwe li gorî sîstema KCK'ê rêxistin bike.

Û ya sêyemîn jî, piştî guhertinên qanûnî yên pêwist bênkirin jî, wê gerîla parçe parçe vegere welêt.

Kalkan naveroka nexşeya rê wiha anî ziman, lê belê dema nexşe were dayin, wê karibin nirxandinên xwe berfireh bikin.

Kalkan, nexşe wekî nexşeyeke ku wê karibe civaka kurd û Tirkiyê bigihîne zîhniyeta çareseriya demokratîk bi nav kir û ji bo vê jî banga berpirsyariyê li hemû derdoran kir.

KALKAN: 'EGER KESÊN NAYÊN ZANÎN BIŞÎNIN, EMÊ VÊ
WEKÎ ZAAFIYETA EWLEKARIYÊ BINIRXÎNIN'

Mijareke din ya girîng jî, şandina hin girtiyan ya Îmraliyê ye.

Kalkan anî ziman ku ew bi hesas û bi hîstiyarî nêzî vê mijarê dibin û wiha got:

Eger kesên nayên zanîn kî ne, bibin Îmraliyê, wê kêmasiyeke cidî ya ewlekariyê derkeve holê. Emê vê yekê wekî tevger û gel, dewama komployê bihesibînin. Emê wekî tehdîtek, lîstikeke û êrîşeke nû bibînin. Ji ber ku garantiyê aştiyê li Îmraliyê ye. Garantiyê jiyana biratiya gelên Kurd û Tirk li Îmraliyê ye. Lewma di serî de AKP'ê divê hemû derdor vê rastiyê bizanibin û li gorî wê tevbigerin'.

Kalkan ev guhertina piştî 11 salan pêk tê jî wekî guhertineke dereng mayîye nirxand û got , ev jî ne guhertinek, pêwistiyeke hiqûqê ye.

'HETA RÊBER APO DI VÊ REWŞÊ DE BE, PIRSGIRÊKA
KURD WÊ NEYÊ ÇARESERKIRN'
Kalkan destnîşan kir ku heta Ocalan di rewşa îro de be, wê pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin û bang li gelê kurd kir:

'Divê gelê me, çareseriyeke li gorî şertên îro, bixwaze. Ji bo vê divê zextan li dewletê bike û têkoşînê xurt bike. Daxwazên xwe bi dengekî bilind bîne ziman. Ev daxwaz jî divê wiha bin. Yek, Divê şert û mercên tendurustiya Rêber APO werin başkirin û wî veguhezînin devereke din. Du, Statuya ku derfet bide tedawiya Rêber APO û rewşa tenduristî ya wî baş bike, were dayin. Sê, ji bo karibe di pêşxistina aştî û çareseriya demokratîk de, rola xwe bilîze û xizmetê çareseriyê bike, divê şertên wî bên sererastkirin'.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment