Sunday, November 8, 2009

TEVLÎBÛNA NAVA REFÊN HPG'Ê 46 NAMZETÊN NÛ BÛ GERÎLLA

TEVLÎBÛNA NAVA REFÊN HPG'Ê 46 NAMZETÊN NÛ BÛ GERÎLLA

Dewleta Tirk di çarçoveya tasfîyekirina Tevgera Azadiya Kurd de, hewl didin plana vegera ji çiyê bixe dewriyê.

Lê ji çar aliyên Kurdistanê ciwan, hem li dijî planên tasfîyekirinê, hem jî, weke sigorteya têkoşîna aştî û demokrasiyê tevlî nava refên gerîla dibin.

Herî dawî jî, 46 namezetên gerîla bi merasîmek mezûn bûn...

Ji bo namzetên nû li Herêmên Parastina Medyayê merasîmel hat lidarxistin..

Konseya Fermandariya HPG'ê, endamên Navenda Parastina Gel û gelek gerîla tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de Endamê Konseya Fermandariya HPG'ê Xebat Botan di merasîmê de îşaret bi girîngiya tevlîbûna nava refên HPG'ê kir..
Botan got, ji bo pêvajoya aştî û demokrasiyê pêş bikeve, ewê gerîla xurtir bikin.

Botan diyar kir ku 46 gerîlayên mezun bûne, wê li dijî êrîşên înkar û tinekirinê bibin hêza aştiyê û parastina rewa ya gel û weha dewam kir:

"Tevlîbûnên nava refên gerîla, israra gelê Kurd a ji bo azadiyê nîşan dide. Kesên ku vê yekê li ber çavan negirin û dixwazin azadiya gelê me binpê bikin, îrade û nasnameya wî tine dihesibînin wê poşman bibin"

Xebat Botan behsa kuştinên sivîlan yên ku di demên dawî de zêde bûne jî kir û got; ciwanên Kurd yên ji tirkan re eskeriyê dikin jî, hevparên van komkujiyan e...
Piştî merasîmê, xwendekarên Akademiya Şehîd Bêrîtanê çalakiyek hunerî organîze kir.

Gerîlayan di vê çalakiyê de, stran gotin û hunerên xwe yên çandî nîşan dan.

Çalakî bi sloganan bi dawî bû.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment