Rûdawnet – Hewlêr: Endamê Parlamenê Iraqê ser bi Lîsta Hevpeymanîya Kurdistan Mehmûd Osman ragehand ku çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê di vî wextî de dijwar bûye û got: ‘’Pêwistî bi hewldaneke zêde, yekrêzî û yekhelwestî heye.’’ Di daxwiyaniyekê de bo Malpera Sbeiy Osman wiha axifî: ‘’Bername û karkirina serkirdayetiya Kurd di rabirdû de bo vegerandina Kerkûk û navçeyên veqetandî, ne bernameyekî ciddî û rêkûpêk bû, xeletî û kêmasiyên zêde hebûn, ev jî zêdetir li ser bingehekî hizbî û îdareyeke hizbî bûye ne bernameyekî rêkûpêk ê neteweyî.’’ Di berdewamiya daxwiyaniya xwe de Osman got: ‘’Yek ji xeletî û kêmasiyan, hevkarînekirin û karnekirin bû bo vegerandina koçberên wan navçeyan bi komek, xerckirin û piştîvanîkirineke zêde bi awayekî maddî û manewî û dirustkirina projeyên xizmetguzarî û hikûmî bo wan.’’Mehmûd Osman tekez kir ku divabû danûstandina serkirdayetiya Kurd ligel Ereb û Turkmenan pir sîyasî û mantiqîtir bûya û bikarîbûna bo berjewendiyên Kurd wan bikar bînin; ‘’Bi wî awayî çareseriya Kerkûk û navçeyên veqetandî asantir dibû, ne ku pirsgirêk bi vî awayê niha girantir û çareserkirin dijwar bibûya.’’
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment