Rûdawnet – Enqere: Di şeva piştgiriya KURDÎ-DERê de darvekirina girtiyê Kurd Îhsan Fetiyan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi tundî hat şermezar û rûreşkirin. KURD-DERê bi armanca piştgiriyê li Otela Ankara Gapê şevek lidarxist. Parlementerê DTPê Osman Ozçelîk, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, endamên PM ya DTPê, Berdevkê Hewildana 78an Huseyîn Gevher, endamên Meclisa Aştiyê ya Tirkiyê Seydî Firat û Îmam Canpolat, Seketerê Giştî yê Komeleya Hevgiriya Çandê ya Pîr Sultan Abdal, Sosyolog Îsmaîl Beşîkçî, Seroka Rêxistina DTPê ya Enqerê Songul Erol Abdîl, Şaxa ÎHDê ya Enqerê, Partiya Aştî û Demokrasiyê, Egîtîm Sen û gelek nûnerên saziyên din beşdarî şevê bûn. Li salonê bi zaraveyên Kurdî pankartên, "Zimanê me nasnameya me ye" û "Ziwanê me rûmetê mayo" hatin daliqandin. Serokê KURDÎ DERê Ahmet Aday daxwiyand ku jinavbirin û înkara li ser gelê Kurd dimeşe û go: "Gelê Kurd li dijî van zordariyan têdikoşe." Di axaftina xwe de Ahmet Aday gotinên hinek serkirdeyên Kurd ên li ser aştiyê anîn ziman û qetilkirina endamê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Îhsan Fetehiyan jî bi tundî şermezar kir û rejîma paşverû ya Îranê rûreş kir.
Tuesday, November 17, 2009
Di Şeva Piştgiriya KURD-DERê De Îran Hat Şermezarkirin

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment