Tuesday, November 17, 2009

'CHP Derfetê Bibîne Komkujiyên Mezintir Li Dêrsimê Dike'


17-11-2009

Rûdawnet – Enqere: Seroka Rêxistina DTPê ya Enqerê û Şaredara Dêrsimê ya Berê Songul Erol Abdîl, axaftina Cîgirê Serokê Giştî yê CHP Onur Oymen a parlemetoyê rexne kir û got ger CHP derfetê bibîne wê komkujiyên mezintir li Dêrsimê bike.

Seroka Rêxistina DTPê ya Enqerê û Şaredara Dêrsimê ya Berê Songul Erol Abdîl, derbarê axaftina Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Onur Oymen de, diyar kir ku Oymen di 10ê mijdarê li dijî gotina "Bila dayik negrîn" gotina "Di serhildana Şêx Saîd ma de dayik negiriyan?, Li Dêrsimê dayik negiriyan?" bikar aniye û rexne kir. Abdîl, da zanîn ku CHPê di sala 1935an de Zagona Taybet a Dêrsimê derxistine û bi vê zagonê navê Dersimê kirine Tuncelî.

Abdîl, ragehand ku CHP polîtîkaya xwe ya asîmîlasyonê gav bi gav peyrew dike û domand: "CHP di her firsatê de polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê xistine jiyanê. Zarok, mezin jin kî ketiye ber qetil kiriye. Di vê îmhayê de ji 70 hezarî heta 100 hezar kes hatiye kuştin. Hê jî mirov nikarin vegerin gundên xwe. Polîtîkayên ku Oymen bi serbilindî bahsa wan dike didomin. Ger ku ji destê CHPê bê wê komkujiyên mezintir bike."

No comments:

Post a Comment