Tuesday, November 17, 2009

‘’Opozîsyon Komkujiyê Wek Alternatîfa Aştiyê Pêşkêş Dike’’

17-11-2009

Rûdawnet – Stenbol: Rewşenbîran di civîna ‘’Vebûna Kurd’’ de helwestê hikûmet û partiyên opozîsyonê nirxandin. Prof. Mîthat Sancar ragehand ku di dîroka Tirkiyê de pirsgirêka Kurd yekem car e wiha bi berfirehî li Meclisê tê nîqaşkirin û balkişand ser gotinên Oymen: ‘’Heta niha opozîsyonê ji bo çareseriyê tiştek negotiye û komkujiyê jî wek alternatîfa aştiyê pêşkêş dike.’’ Rojnamevan Etyen Mahçupyan jî daxwiyand ku tiştê girîng ew e pêvajoyekê dest pê kiriye û got: ‘’Têkiliya di navbera AKP û DTPê de wê rewşa pêvajoyê diyar bike.’’

Rewşenbîran di civîna ‘’Vebûna Kurd’’ de helwesta hikûmet û partiyên opozîsyonê nirxandin. Edîtorê Giştî yê Rojnameya Agosê Etyen Mahçupyan, Mamosteyê zanîngehê Prof. Dr. Mîthat Sancar û Mûzîsiyen Şanar Yurdatapan mijar ji DÎHA yê re nirxandin.

Mîthat Sancar: ‘’Di dîroka Tirkiyê de pirsgirêka Kurd yekem car e wiha bi berfirehî li Meclisê hat nîqaşkirin. Ev bi giştî erênî ye. Di hemû televîzyonan de zindî hate weşandin û tevahiya civaka Tirkiyê pirsgirêk dît. Lê div herkes bizanibe ku encameke zelal jî tune. Ev pirsgirêk dê gav bi gav çareser bibe. Aliyê girîng jî ew e ku qenalên siyaseta demokratîk her tim vekirî bên hiştin. Gotinên Wezîrê Navxwe Beşîr Atalay û Serokwezîr Erdogan anîn ziman û pêşniyarên kirîn nîşan dide ku paketek li holê tune pêvajoyek heye. Di wateya pêşîn de gavên pêwistî bi guherandinên destûrî tune ne hene. Ji bovê yekê jî hikûmet dikare bi guherînan û hêza xwe vêna bike. Ger referandûmê li ber çavan bigre dikare destûrê jî biguherîne. Lê di vê mijarê de pirsgirêka Kurd bibin referandûmê wê dubendî di nav civakê de çê çêbibe û ev metirsîdar e. Lê yên siyasetê neafirînin dê ji holê rabin. Herwiha Cîgirê Serokê Koma CHPê Onur Oymen di 10'ê mijadarê de axaftinek kir. CHPê heta niha ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tiştekî zelal negotiye lê li hemberî çareseriyê jî behsa komkujiyê dike.’’

'Prisgirek bûye kangren bi çend xalan çareser nabe'

Etyen Mahçupyan: ‘’Dema em li tiştên hatine gotin yek bi yek binêrin tiştek watedar dernakeve holê. Tiştê girîng ew e ku pêvajoyekê dest pê kiriye. Lê di rê de herkes dê bi guherînên nû vê pêvajoyê pêş ve bibe. Ev nêt li cem hikûmetê heye. Pirsgirêkeke hewqas sal bûye kangren bi çend xalan nayê çareser kirin. Niha derketin rê û ev girîng e. Ji bilî van xalên hatine gotin ku wê hinek xalên din lê bên zêdekirin ew jî dive derbarê nûneratiya Kurdan a di pêvajoyê de be. Ger hikûmet piştgiriyê bibîne dê meşa xwe bidomîne. Nebîne jî dê pêşnekeve. Hikûmet ne neçar e vê pirsgirêkê çareser bike. Lazim e em hemû bihevre çareser bikin. Niha tiştên hatin gotin ne tatmînkar in û pêwist e bînin rewşeke tatmînkar. Ev jî bi nîqaşan dê pêk bê, ne bi îtîrazan. Ev îmkanek e. Pêwist e kes û derdorên nûneratiya Kurdan dikin vê yekê bikar bînin. Divê hikûmetê tenê nehêlin. Opozîsyon di vê pêvajoyê de nikare tiştek bike. Têkiliya di navbera AKP û DTPê de dê rewşa pêvajoyê diyar bike.’’

'Tiştekî nû tune'


Yurdatapan: ‘’Di nav paketa niha de tiştek nû tune. Tiştên divabû naveroka hewldanê tejî bikin nehatin gotin. Ev ji bo TBMMê ne pûaneke baş bû. Destpêkê divabû grubên ji Mexmûr û Qendîlê hatîn ji aliyê Serokkomar Gul û Serokwezîr ve bihatana pêşwazî kirin. Hindê dikarîn peyama 'Hûn jî birên me ne' bidin. Dê peyama 'Em şerek navxweyî naxwazin' baştir bidana. Gelek mînakên wiha li cîhanê hene. Bêşensiya Tirkiyê ne kêmasiya desthilatê kêmasiya opozîsyonê ye. Rewşa opoz^syonê ne ciddî ye. Li dijî her tiştî derdikeve. Tiştekî wan ê ku bidin civak û gel tune.’’

No comments:

Post a Comment