Rûdawnet – Stenbol: Navê 5 girtiyên birin Girtîgeha Îmraliyê ya ku 11 sal e Serokê PKKê Abdullah Ocalan bi tenê lê dimîne eşkere bûn. Hate zanîn ku girtiyên serê sibehê demjimêr di 04.00'an de birine Îmraliyê evin; Şeyhmus Poyraz, Cumalî Karsu, Hakki Alkan, Hasbî Aydemîr û Bayram Kaymaz. Her 5 girtiyên ku birine Îmraliyê ji doza PKKê hatine girtin.
Herwiha ew yek jî hat zanîn girtiyê binavê Bayram Kaymaz yê ku ji Girtîgeha Tîpa F a Kirklar a Îzmîrê hatiye ji her dû piyên xwe felc e. Rayedaran diyar kir ku girtî di odeya hobiyê de hefteyê 10 demjimêr û rojê demjimêrekê dê bikaribin bi Ocalan re bên ba hev. Rayedaran, eşkere kir ku wê 3 girtiyên din jî bibin Îmraliyê.
No comments:
Post a Comment