Tuesday, November 17, 2009

Oymen: CHP wekî min difikire

CHP karê komkujiyê baş dizane
Platforma Olên Mezopotamyayê bi daxuyaniyekê gotinên Onur Oymen ên der barê Qetlîama Dêrsimê de şermezar kir û anî ziman ku CHP û MHP qetilkirina kurdan rewa dibînin.
Platforma Olên Mezopotamyayê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser hovîtiyên Artêşa Tirk ên li hemberî gelê kurd. Platformê gotinên Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Onur Oymen ên der barê Qetlîama Dêrsimê de bi zimanekî tund şermezar kir û wiha got: “Bi taybetî ji sala 1984’an vir de ji bilî şerê di navbera PKKê û Artêşa Tirk de, Artêşa Tirk heta niha bi hezaran zarokên kurdan yên çûne leşkeriya tirkan û yên hinekî bîhna welatparêziyê, kurdayetiyê, kurdperweriyê jê tê, çend roj ji teskera wan re dimîne bi şiklekî wan dikuje, dixe stûyê PKK’ê û di ser de jî tabûtên zarokên kurdan bi ala tirkan dipêçin, wan wek şehîdên xwe di çapemeniyê de rayê didin, bi meşên nijadperest kîn û nefreta xwe li hemberî kurdan dirijînin. Artêşa Tirk pir caran jî bi zanebûn zarokên tirkan dikuje û diavêje stûyê PKK’ê ku bila neyartî û kîna tirkan li dijî kurdan zêde bibe. Heger ev bûyerên van demên dawî jî bi zanetî ji aliyê Artêşa Tirk ve hatibin kirin, bila tu kes qet şaş nemîne. Çimkî ev artêş hov û çavsor e, li ser kuştinê ava bûye û mecbûr e xwe bi kuştinê xwedî bike.”

Helwesta Kiliçdaroglu
“Bi taybetî di roja 10’ê meha 11´an di Meclîsa Tirkiyeyê de li ser “Berlêvebûna Pirsa Kurd û berlêvebûna demokrasiyê” nîqaş hate kirin. Di vê nîqaşê de hin partî siyaseta xwe ya şoven û nijadperest pir bi eşkere raxistin ber çavan.” Platformê di dewama van hevokan de gotinên Onur Oymen bi bîr xistin û wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Berdevkê kom CHP’ê Onur Oymen, di axaftina xwe da rûyê xwe yê faşîst li hemberî kurdan, taybet jî li hemberî elewiyan aşkera kir. Di axaftina xwe de got ku divê dewleta tirk, çawa li serhildana Şex Seîd, Dêrsim, Agirî û Zîlanê, bi qetlîaman dengê kurdan temirand, îro jî ew siyaset bê domandin. Gelek balkêş bû ku gava Oymen vê axaftinê kir Cîgirê Serokê Giştî yê CHP´ê Kemal Kiliçdaroglu jî jê re çepikan lêdan.
Wek tê zanîn 28 serhildanên kurdan di dema ku CHP li ser hikûm bûye pêk hatine. Hemû serhildan jî bi şêweyekî hovîtî hatine temirandin. Zikê jinên biducan hate singûkirin, zarok di zikê dayikên xwe de hatin kuştin. Jinê kurd ji bo ku ji aliyê eskeran ve neyên tecawizkirin, xwe ji zinaran ve avêtin xwarê. Bi milyonan kurd ji welatên xwe hatin dûrxistin. Gund, mezra zevî û daristan hatin şewitandin. Ji milyonek zêdetir însan hatin kuştin. Nêzî sed rêberên kurd hatin bidarvekirin. Kurdistan kirin gola xwînê.”

CHP bû navenda kevneperestiyê
Platformê di dewema daxuniya xwe de anî ziman ku her kes li gorî demê xwe diguherîne lê CHP û MHP bi înad xwe naguherînin û wiha got: “Naxwazin, li hemberî kurdan û hemberî hemû komên muxalîf ên siyaseta xwe ya li ser esasên zilmê, qedexekirinê, tund û tûjî hatiye avakirin, biguherînin. Siyasetek pirdengî, pirrengî, wekhevî û demokratiyê û sazûmanek nûjen, li dijî yekitiya Tirkiyeyê dibînin... CHP û MHP bi vî halê xwe bûn navenda kevneperestî, şoven û nijadperestiyê. Di vê rewşê de tu sebeb tuneye ku kesên şoreşger, demokrat û welatparêz piştgiriya siyaseta CHP û MHP bike.”

Ji CHP’ê veqetin!
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wek Platforma Olên Mezopotamyayê, di serî de bangê li gelê kurd, li kesên dijî sîstemê, li hemû partî û dezgehan dikin ku li dijî siyaseta CHP û MHP’ê ya şerxwaz derkevin. AMED

Nerazîbûnên li hemberî CHP'ê her diçe gur dibin
Platforma Dêrsîmiyên ku li Amedê Dijîn, bi armanca şermezarkirina daxuyaniya Cîgirê Serokatiya CHP'ê ya Onur Oymen, çelengek reş dînin ber avihaya Rêxistina CHP'ê ya Amedê. Lê ji ber endamên CHP'ê xwestin asteng bikin, gengeşî derket. Rêxistinên DTP'ê yên Wanê û Platforma Demokrasiyê ya Rihayê jî, daxuyanî dan û xwestin ji CHP'ê îstîfa bikin.
AMED: Nerazîbûnên li hemberî daxuyaniya Cîgirê Serokatiya CHP'ê ya Onur Oymen ku wekî çareseriyê rêbazên li hemberî îsyanên Dêrsîm û Şêx Seîd parastibû, dom dikin. Endamên Platforma Dêrsîmiyên ku li Amedê Dijîn, li Kolana Hunerê ya Amedê hatin cem hev û çalakî li dar xistin. Koma ku wêneyên Seyît Riza û Şêx Saîd hilgirtin pankarta, "Şehîdên me rûmeta me ne" vekirin û dowîzên "Ne Kemalîst laîk in, ne jî AKP'ê demokrat e", "Dêrsîm welatê mao", "Me qetliama 1938'an ji bîr nekir, em dê ji bir jî nekin" hilgirtin. Kom ji Kuçeya Hunerê ber bi avahiya CHP'ê ve meşiyan. Dema meşê de jî dirûşmên "Faşîst CHP", "Dewleta qatil dê hesap bide", "Amed dê ji faşîzmê re bibe goristan" berz kirin. Li ser navê komê Prz. Cîhan Aydin daxuyanî xwend û diyar kir ku daxuyaniya Onur Oyman hemû heviyên elewiyan şikandiye. Aydin, anî ziman ku CHP û MHP dixwazin bi hev re pirsgirêka kurd bi xwînê çareser bikin û wiha got: "CHP komkujiya sala 1938'an a Dêrsimê diparêze. Ev helwestek nijadperet û şoven e." Piştî daxuyaniyê xwestin çelenga "Em nahet dikin û şermezar dikin" nivîsandibûn deynin ber Rêxistina Bajêr a CHP'ê.
Li aliyê din Cîgirê Serokê Rexistina DTP'ê ya Amedê Cafer Kan, di civîna çapemeniyê de bertek nîşanî Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Onur Oymen da û xwest ku kesên ji demokrasiyê bawer dikin ji CHP'ê îstîfa bikin. Kan, diyar kir ku CHP û AKP mîna hev in.
WAN: Li Wanê jî endamên DTP'ê û saziyên sivîl û civakî çelenga reş danîn ber avahiya CHP'ê ya Wanê. Endamên û rêveberên DTP'ê, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û endamên saziyên sivîl li ber avahiya DTP'ê ya Wanê civiyan û bi dirûşmên "Oymenê bêrûmet", "Faşîst CHP", "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" berz kirin û heta Beşyolê meşiyan. Piştre li ser navê komê Rêveberê DTP'ê yê Wanê Omer Ertaş diyar kir ku li şûna çareseriya pirsgirêka kurd nîqaş bikin, bi gotinên şoven komkujiyên Dêrsimê parastine. Omer anî ziman ku CHP sûcê mirovahiyê dike û xwest lêborîna xwe ji kurdan bixwaze. Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî bang li kurdan kir û xwest ji CHP'ê îstîfa bikin. Komê piştî daxuyaniyê çelenga reş danî ber avahiya CHP'ê ya Wanê û hêk avêtin camê avahiya CHP'ê .
RIHA: Endam û nûnerên Platforma Demokrasiyê ya Rihayê jî li Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê bi daxuyaniyekê helwesta CHP'ê şermezar kir û xwest kesên demokrat ji CHP'ê îstîfa bikin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê û Berdevekê Platforma Demokrasiyê ya Rihayê Prz. Sedat Gozkiran, daxuyanî xwend. Gozkiran, diyar kir ku rûyê CHP'ê bi Onur Oymen derketiye holê û bang li CHP'iyan kir ku îstifa bikin.
ENQERE: Komeleya Tunceliyan duh bi pêşniyarnameyekê navê komeleyê bi yek dengî wergerandin 'Komeleya Dêrsimiyan'. Rêveberiya nû hatiye hilbijartin diyar kir ku ji bo avakirina akademiya elewiyan dê dest bi xebatan bikin. Serokê Komeleyê Bulent Akdag diyar kir ku hind derdor dixwazin Cîgerê Serokê Giştî yê CHP'ê Onur Oymen îstîfa bike û wiha got: "Ev ne rasat e. Lazim e hemû elewî û Dêrsimî ji CHP'ê îstîfa bikin."

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment