Tuesday, September 29, 2009

Artêşa Tirk Bûye Goristana Leşkerên Kurd

Amed (Rûdaw) – Nûçeyên derbarê mirina ciwanên Kurd ên ku di Artêşa Tirk de leşkeriyê dikin, kêm nabin. Hefta borî jî ciwanê Kurd Hüsamettin Kasım di dema leşkeriyê de hat kuştin. Li gor ragehandina artêşê, Kasım întîxar kiriye. Malbata Kasım ku ji navçeya Kerborana Mêrdînê ye, dibêje ne mimkûne kurê wan xwe kuştibe, ew ji alî fermandarên leşkerî ve hatiye kuştin. Hüsamettin Kasım ji ber ku rewşa malbata wan nebaş bû nexwest biçe leşkeriyê. Kasım piştî çû leşkeriyê 2 caran ji leşkeriyê firar kir. Li gor rayedarên artêşê Hüsamettin Kasım, di 18'ê îlonê de li Nexweşxaneya Leşkerî ya Maltepeyê bi destê xwe dawî li jiyana xwe aniye. Dayika Hüsamettin, Hediye çîroka leşkeriya kurê xwe wiha tîne ziman: "Kurê min di serî de li Tokatê paşê jî li Stenbolê leşkerî dikir. Piştî çû Stenbolê ji leşkeriyê reviya. Ez li Mêrdîn û hevserê min jî li Sûriyê rûdinê. Kurê min piştî firar kir çû Sûriyê cem bavê xwe. Suriyê kurê min girt û teslîmî Tirkiyê kir. Piştre kurê min avêtin girtîgeha leşkerî." 'Ez êvarê pê re axifîm, sibê agahiya kuştina wî hat' Hediye Kasım, dibêje di 17'ê îlonê de bi kurê xwe re axivîye: "Kurê digot; 'min serma girtiye ez rakirim nexweşxaneyê.' Lê rayedarên leşkeriyê jî digotin ji ber derûniya wî ew rakirine nexweşxanê. Tu pirsgirêkê kurê min ê derûnî tunebûn. Digot wê di 26'ê îlonê de serbest were berdan û dîsa leşkeriyê bike. Herî dawî ez di 17'ê îlonê de bi telefonê axivîm. Roja din serê sibê agahiya kuştina wî ji min re hat." Xalê Kasım Mehmet Güzel dibêje, ‘braziyê min xwe ne kuştiye. Beriya bûyerê bi rojekê bi diya xwe re axivî. Rewşa wî gelek baş bû. Em dest ji vê dozê bernadin. Tu rapor nedan me. Emê serî li hemû riyan bidin û vê rewşê zelal bikin.’ Çend kuştinên bi gûman Leşkerê Kurd Davut Yıldırım di meha tîrmehê de di Tabûra Güneyli ya li Lefkoşeya Kıbrısê de leşkerî dikir. Cesedê wî jî bi îddîaya ku întîhar kiriye, teslîmî malbatê kiribûn. Rayedarên leşkerî derbarê mirina Yıldırım da agahî dan malbata li Navçeya Gimgima Wanê dirûne û îdîakirin ku Yıldırım guleyek berî serê xwe daye û xwe kuştiye. Birayê Davut, Cevdet Yıldırım dibêje ku serê birayê wî hatibû perçiqandin. Sait Özdemir ku dema li Yalovayê leşkerî dikir, di destpêka meha tîrmehê de bi 6 guleyan hatiye kuştin. Li gor rayedarên artêşê wî întîhar kiriye. Malbata wî dibêje kurê wan hatiye kuştin. Malbata Özdemir dibêje tu pirsgirêkên kurê wan tunebûye. Herçend dozgerê leşkerî dibêje Özdemir întîxar kiriye jî nikare îzah bike ka çawa 6 guleyan berî xwe daye. Mehmet Latif İşler li Fermandariya Cendirmeyan a Akbudaka Navçeya Arabana Dîlokê leşkerî dikir. Roja 10 hezîrana 2008’an İşler bi malbata xwe re di telefonê de kurdî axivî. Rojek piştre Îşler hat kuştin. Malbata İşler daxuyand ku tu pirsgirêka kurê wan tunebû û ji mirina wî guman dikin. Rayedaran digot Mehmet Latif, "dema li dewriyê digeriya ji seyarê ketiye an jî xwe avêtiye." Bavê M. Latif, Zeynel Abidin İşler wiha dibêje: "Li ser bedena kurê min rêçên lêdanê hebûn. Ji ber vê yekê ji bo zelalkirina mijarê ev salek e ez têkoşîn didim lê min tiştek bi dest nexist. Kurê bin berî bimre bi telefonê Kurdî bi diya xwe re axivî. Dema diaxivî bi dengek nizim bersiv dida. Kifş bû ku ditirsiya. Digot; 'fermandarê me xirab e. Destûr nade axaftina kurdî'. Piştre jî xereba kuştina wî hat." Adil Şipal ku dema li 1'emîn Tugaya Piyadeyên Motorî ya Adapazara Sakaryayê leşkerî dikir di 5’ê nîsana 2009’an de hat kuştin û cenazeyê wî teslîmî malbata wî kirin. Malbata ku li Navçeya Şaxê ya Wanê rûdinişt, berî bûyerê serî li Fermandariya Cendirmeyan a Şaxê daye û diyar kirine ku wê kurê wan bê kuştin. Yasemîn Çongar: ‘Qet kurê wê jî xwe kuştiye?’ Ji sernûserên Rojnameya Tarafê Yasemin Çongar jî roja 25’ê îlonê di quncikê xwe de bi pirsa ‘Qet kurê wê jî xwe kuştiye?’ li ser mijara kuştina leşkerên Kurd rawestiye. Di gotara xwe de Çongar li ser kuştinên Vahit Uzun, Ali Yüksel û Semih Pektaş disekine û bûyerên kuştinê yên bi gûman dinirxîne. Li gor agahiyên ku Çongar nivîsandine rayedarên artêşê ji malbatan re bi heman gotinan ragihandine ku "kurê we xwe kuştiye." Çongar wiha radighine: “Rayedaran ji malbata Uzun a ku ji Qersê ye, cara pêşî gotine ku kurê wan ji aliyê ‘teroristan’ ve hatiye kuştin. Piştî ku malbat serî li dozgeriyê dide bersiva artêşê diguhere: Kurê we di operasyonê de dema ku xwestiye bireve bi çeka xwe gule berdaye xwe. Le ev bersiv jî êşa malbatê nasekinîne. Malbata Yüksel û Uzun ji ber ku li Tirkiyê hemû rêyên hiqûqê hatine girtin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a li Strasbourgê dane.”

Source: Rudaw Net

No comments:

Post a Comment