Wednesday, September 30, 2009

Dewleta Tirk dev ji çareseriyê berda, dest bi kuştina zarokên Kurd kir

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- DTP'ê kuştina Ceylan Onkul, wekî kuştineke plankirî nirxand û banga berpirsyariyê li hukûmeta tirk kir. Nerazîbûnên li hemberî kuştina Ceylan Onkul zêde dibin û rayedarên tirk jî bêdengiya xwe didomînin.

DTP'ê kuştina Ceylan Onkul, wekî kuştineke plankirî nirxand û banga berpirsyariyê li hukûmeta tirk kir.

Nerazîbûnên li hemberî kuştina Ceylan Onkul zêde dibin û rayedarên tirk jî bêdengiya xwe didomînin.

Hêzên tirk pêr li gundê Lîcê Xambaşê, şivana 13 salî Ceylan Onkol bi topên hawanê qetil kir. Kurdistaniyan ev pêkanîna hêzên tirk şermezar kir û xwest, ku kujerên Onkol bên cezakirin.

Lê belê hukumet û rayedarên tirk digel hemî bangan, naxwazin van pêkanînên eskerî yên dijmirovî bibînin. Parelmenterên DTPê Gultan Kişanak, Selahattîn Demîrtaş û Serokê DTP'a Amedê Firat jî di nav de heyetek çû serdana malbata Onkol. Kişanak bêdengiya hukumeta tirk a der barê bûyerê de jî şermezar kir û got: 'Heger hukumet bêdengiyê bidomîne, emê wê jî, wekî hevpara sûc bibînîn'.

Parlementera DTP'ê Kişanak: Dozgerê Licê nîvekarê sûc e

Cîgira Serokê Koma DTP'ê Gultan Kişanak ku bi boneya qetilkirina keçika 13 salî Ceylan Onkol ku di encama guleya hawanê an jî fîzeya barkirî ya ji hêla Tabûra Tapantepeyê de hatiye avên de li Mezraya Xambaşa Gundê Şenlîka Liceyê jiyana xwe ji dest da, bi heyetekê çû gund, diyar kir ku dozger nîvekarê qetilkirina Onkol e û lazim e di zûtirîn demê de dest ji wezîfeya xwe berde.

Di encama avêtina fîzeya barkirî an jî guleya hawanê ya ji hêla Qereqola Tapantepeyê ve hatiye avêtin de li Mezraya Xambaşa Gundê Şenlîka Liceya Amedê keçika 13 salî Ceylan Onkol ku pez diçerand, jiyana xwe ji dest da. Leşkeran bêyî destûr bidin cenazeyê Onkol ji bo otopsiyê bibin nexweşxaneyekê girtînameyek amade kirin. Dozgeriya Licê jî tu îtîraz li hemberî girtînameya qetilkirina Onkol nekir û bi hinceta, 'Ewlehî tune ye' neçû cihê bûyerê. Bi vê yekê hate xwestin ku bûyer bê veşartin. Cenazeyê Onkol li gund hat definkirin. Cîgirên Serokê Koma DTP'ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, şaredarên DTP'yî yên Lice, Karaz, Hênê, Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê Firat Anli û gelek kesên din ji bo lêkolînkirina mijarê çûn serdana gund. Kişanak û Anli nêrînên xwe yên derbarê mijarê de anîn ziman.

'Êrîşek plan kirî ye'

Anli balkişand ser qetilkirina Onkol û wiha axivî: "Bi awayek zanîn Onkol hedef hatiye girtin. Ev êrîşek cidî û plan kirî ye. Piştî bûyerê ne leşker û nejî dozger neçûne cihê bûyerê. Bi kesî re jî naaxivin. Malbat ji bo berpirsyar bên darizandin xwedî helwestek zelal e. Dixwazin dawiya bûyerê neyê berdan. Bi êrîşê tê xwestin ku gund û derdor ji mirovan bê paqijkirin. Li vir di demên dawî de cardin hemwelatî vedigerin gundên xwe. Gundî malên xwe çê dikin. Ev êrîş hemwelatiyan dixin nav fikaran. Dixwazin bi vê fikarê pêşiya bi cih bûna hemwelatiyan bigirin. Li aliyekê behsa çareseriyê dikin li aliyê din bi fîzeyên barkirî zarokan qetil dikin. Ev êrîşek di salên dawiyê de hatiye kirin a herî giran e. Awayê herî giran ê şer hatiye bikar anîn. Zarokek pez diçerîne bi fîzeya barkirî hatiye qetilkirin. Cardin dixwazin salên 1990'an paşve bînin. Ev êrîş nîşan dide ku dê bi komikî jî mirovan hedef bigirin. Me Komkujiya Basayê jib în nekir. Ev êrdîş nîşan dide ku dê komkujî pêk bên. Em wekî DTP'ê ji bo bûyer zelal bibe dê her tiştî bikin û mijarê bibin Meclisê. Di asta navneteweyî de jî em dê vê mijarê vebêjin."

'Bêyî xeberê leşkeriyê nîne'

Cîgira Serokê Koma DTP'ê Gultan Kişanak jî diyar kir ku cihê keçik lê hatiye qetilkirin di navbera 3 qereqolan de ye û wiha pêde çû: "Ev bûyer bêyî leşkeran pêk nayê. Cihê Onkol lê hatiye qetilkirin di çarçoveya qulîbeyên zêrevaniyê yên Qereqola Tapantepeyê de ye. Ev cih ji dûrî gund jî nîne. Zaroka 200 metre dûrî mala xwe ye. Li gorî şahidan û baweriya me qereqola Tapantemeyê bi zanîn ev êrîş pêk aniye. Ligel vê standalek din heye. Ew jî ligel ku cihê Onkol lê hatiye qetilkirin di keve nav 3 qereqolan. Lê dozgeriyê bi hinceta, 'Ewlehiya canê min tune ye' neçûye cihê bûyerê."

'Dozger sûç kiriye'

Kişanak, diyar kir ku malbatan piştî bûyerê rayedar û dozger agahdar kirine, lê dozgerî bi hinceta 'Ewlehiya wî tune' neçûye cihê bûyerê û bi vî rengî sûç kiriye. Kişanak wiha axivî: "Cesetê perçekirî 6 saetan li erdê maye. Li gel vê yekê rayedaran lêkolîn nekiriye. Ev veşartina sûç û suçdaran e. Windakirina delîlan e. Ji ber vê yekê dozger sûç kiriye. Dozger, li cihekî ku derdora wê bi leşkeriyê dorpêçkirî nikare bêje ewlehiya min tune. Em difikirin ku dozger li ser daxwaza leşkeriyê neçûye cihê bûyerê. Li vir kar û bar dikeve ser milê Wezîrê Karên Hundir û Wezîrê Dadê. Em dixwazin Wezîrên têkildar dest bi lêkolînê bikin."

'Ger ku AKP'ê çav ji vê bûyerê re bigre ew jî şirîkê sûç e'

Kişanak, destîşan kir ku gelek bûyerên bi vî rengî li herêmê pêk tên û ji bo her bûyerekê pirsnameyekê didin meclîsê, lê her tim heman encam derdikeve. Kişanak, rêbaza lêkolîna meclîsê rexne kir û wiha got: "Ji bo her bûyerê em pirsnameyê didin meclîsê. Meclîs jî nivîsekê ji qereqolan re dinivîse, wekî her car qereqol jî dibêjin 'Eleqeya me bi bûyerê tune'. Ger ku wezîr dîsa bi vî rengî encamê ji raya giştî re aşkere bike wezîrên têkildar jî şirîkên sûç in. Ger dewletek ku pêdiviyê ji sedema kuştina zaroka 13 salî nebîne, wê demê mafê welatiyan heye ku ji samîmîyeta dewletê bawer neke. Ger ku Hikûmeta AKP'ê çavê xwe ji vê bûyerê re bigre û sûçdaran dernexe holê wê demê ew jî sûçdar e."

Kişanak, bal kişand ser kuştina welatiyê bi navê Murat Tekdal ku li Lîcêyê hate înfaz kirin jî û anî ziman ku hikûmet wekî bûyera Tekdal nêzîkî vê bûyerê bibe ew jî şirîkê vê kuştinê ye. Kişanak, da zanîn ku ger hikûmet li hemberî laşê Ceylana 13 salî ku perçeyên leşê wê li şaxên darên berûyan belav bibû bê deng bimîne wê demê berpirsiyarê bûyerê AKP bi xwe ye.

Hin teqînên bi heman rengî pêk hatine wiha ne:

* Zarokê bi navê Şaban Dogan (14) li Gundê Tarbalaşi yê Navçeya Dara Hênê ya Çewlikê di 16'ê hezîranê de dema li ber Qereqola Suveren şivantî dikir, di encama teqemeniyê de birîndar bû. Rayedarên dewletê piştî bûyerê beyî ku derbarê bûyerê de lêkolîn bikin, diyar kirin ku teqemenî ji aliyê PKK'ê ve hatiye bi cih kirin û teqîn pêk hatiye. Bavê Şaban Dogan Feyzî Dogan serî li Şaxa ÎHD'ê ya Cewlikê û Dozgeriya Komarê ya Dara Hên3e dan. Malbatê di serlêdanan de diyar kirin ku dema ji çêrandina pez vedigeriya mal di encama teqemeniya ser riya tirênê ku teqiya ye birîndar bûye û destê kurê wan seqet bûye. Malbatê anî ziman ku cihê kurê wan lê pez diçêrand her tim leşkeriyî û cerdevan li wir nobetê digrin û li wir dimînin. Malbatê da zanîn ku ew bi şikin ku leşkeriyê û cerdevanan teqemenî bi cih kiribe.

* Di 18'ê îlonê de li coltara Gundê Bostanci ya Navçeya Cizîrê de teqemenî pêk hat û zarokên bi navê Kemal Çîftçî (16) û zarokê navê wî nehat zanîn birîndar bûn.

* Di 11'ê îlonê de li herêma Çiyayê Dorşîn Taxa Tepecîk a Navçeya Pasûra Amedê teqîn pêk hat û di teqînê de Mahsun Tegîn (15) li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Birayê wî Mazlum Tegîn (11) jî bi granî birîndar bû. Serfermandarê Giştî yê Artêşê têkildarî bûyerê de diyar kir ku teqemenî ji aliyê PKK'ê ve hatiye bi cih kirin. Malbata Tegîn Serfermandar derew derxist. Dermankirina Mazlum Tegîn li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê didome. Rayedarên nexweşxaneyê diyar kirin ku di deqemeniyê de sîng û serê Mazlûm birîn bûye û bi narîncokê birîndar nebûne.

* Di 3'ê îlonê de li Gundê Îslam ê Navçeya Pasûra Amedê, dema Mahsûm Bayram (18) xwarin dibir ji hevalên xwe yên şivan re di encama teqemeniyê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Bayram, diyar kirin ku teqemenî ji aliyê leşkeriyê ve hatiye bi cih kirin. Hate hînbûn ku di sala 2007'an de disa ji heman malbatê di encama teqemeniyê de jiyana xweji dest daye.

* Di 30'ê tebaxê de li navbera gundên Dokanê û Xanikan de teqemenî pêk hat û kesên bi navê Mehmet Alî Ozdemîr (19) û Halîme Ozdemîr (18) birîndar bûn. Hate hînbûn ku leşkeriyê li wê qatê tatbîqat kiribû.

Source: Hawar Net

No comments:

Post a Comment