Tuesday, September 29, 2009

Turk: Tirkiye dê winda bike

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk biryara derbarê Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna û Cîgerê Serokê Koma Partiyê Selahattîn Demîrtaş de hatiye vekirin wekî bêdadiyek nirxand. Turk diyar kir ku biryar li dijî xala 14'emîn e jî û wiha got: "Parlementoyê nekariyê li parlementeran xwedî derkeve. Lazim e di vê mijarê de gavên wêrekî bên avêtin. Ku biratî, demokrasî û yekîtî neyê parastin dê hind derdor gavan bavên. Yên winda bikin ne em Tirkiyeye."

Hevserokê DTP'ê li Parlementoyê Serokê RTUK'ê Davut Dursun û Endamê RTUK'ê Abdulvahap Darendelî li odeya xwe qebûl kirin. Piştî hevdîtinê Turk balkişand ser biryara derbarê parlementerên wan de hatine dayîn nirxand û wiha got: "Biryar bi temamî bêdadî ye. Li dijî Xala 14'emîn a Makezagonê ye jî.

Me heta îro nêrînên xwe bi azadî anîn ziman. Em dixwazin pirsgirêk di çarçoveya yekîtiya Tirkiyeyê de çareser bibin. Ev di çarçoveya xala 14'emîn de nayê şîrovekirin. Lê parlementoyê nekarî xwedî li parlementeran derkeve. Em vê wekî encama darazê nanirxînin. Ev helwesta parlementoyê ya li hemberî azadiya ramanê nîşan dide. Em ji daraz û hiqûqê narevin. Em dixwazin hemû 'destnedan' bên rakirin. Hesabek em nedin tune ye. Ji ber ku em cuda difikirin doz li me hatine vekirin. Em li Tirkiyeyê pêşiya azadiyê vedikin û dixwazin pirsgirêka kurd bi riyên aştiyane çarser bibe. Em têkoşîna demokrasiyê didin. Em dê têkoşîna xwe bidomînin. Ku bi zorê bibin tiştek em bêjin tune ye. Em vê pêkanînê derveyî zagonê dibînin û bêdadî ye. Ku pêkanînek wiha çê bibe ne em Tirkiye dê winda bike."

'Hind derdor dixwazin pêşiya pêvajoyê bigirin'


Li ser pirsa, "Biryara darazê dê zirarê bide hewildana çareseriya pirsgirêka kurd" Turk ev bersiv da: "Elbette di vê pêvajoyê de dive lihevhatin, diyalog û aqilê hevpar derkeve holê. Nêzîkatiyek çêbûna aqilê hevpar ji holê radike dê zirarê bide Tirkiyeyê. Dê zirarê bide me tevan. Pirsgirêka kurd pêvajoyek kûr e. Lazim e gavên wêrek bên avêtin. Ku bi wêrekî demokrasî, aştî û biratî neyê parastin, hind derdor dê pêvajoyê sabote bike. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê me dê di nav hewildanê de bin." Li ser pirsa, "Hûn li benda gavek Wezareta Karên Hundir û Wezareta Dadê bajêje ne" Turk bersiva, "Ji bo vê biryarê muhatabê me TBMM'ye. Serokê Meclisê, Komîsyona Makezagon û Edaletê ye. Lazim e rûnên vê mijarê binirxînin."
.

Source: Hawar net

No comments:

Post a Comment