Sunday, September 27, 2009

Bakûrê Kurdistanê îro got; "Perwerdeya bi zimanê Kurdî"

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Bi destpêka serdema hîndekarî û perwerdehiya sala 2009 û 2010'an şax û nûnertiyên KURDÎ-DER'ê yên Amed, Farqîn, Çinar, Şirnex, Cizîr, Wan, Colemêrg, Gever û Êlihê bi beşdariya hezaran kesî daxwaza, "Bila kurdî bibe zimanê fermî" li qadan anîn ziman.

FARQÎN
Li Navçeya Farqîna Amedê KURDÎ DER û Egîtîm Sen'ê daxyaniyek dan çapemeniyê û daxwaz kirin ku astengiyên li pêşiya perwerdehiya kurdî ji holê rabin. Nûnerên KURDÎ DER'ê Faysal Korkmaz daxuyanî xwend û wiha got: "Li Kurdistanê ji dibistana seretayî bigire heta zanîngehê divê perwerde bi kurdî be. Ji bo ku zimanê kurdî azad bibe divê hemû qedexeyên makeqanûnî ji holê rabin. Li Tirkiyeyê divê bila zimanê Tirkî zimanê fermî be û li Kurdistanê jî bila zimanê kurdî fermî be." Şaredarê Farqînê Fadil Erdede, Serokê DTP a Farqînê Abdullah Eflatun, serokê KURDÎ DER'ê Şefîk Fîdanci, nûnerên Egîtîm Sen, nûnerên DTP û endamên Meclîsa şaredariya Farqînê jî tevli daxuniyê bûn. Korkmaz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Mirov dema ku li daxuyaniyên fermî yên rayedarên tirk dinêrin, ji sînorên înkar û îmhayê dernakevin. Ji bo ku li Zanîngeha Artuklu beşa Kurdolojî vebe serlêdan pêk hatin. Lê ev ji aliyê YOK'ê ve nehat qebûlkirin. Li şûna Kurdoloyê destur dan beşa enstîtuya zimanên zindî. Çareseriya pisrgirêka kurd giringe. Divê di makeqanûna de guherînên mezin bên kirin. Ji ber vê jî pêwistî bi îradeyeke siyasî ya bi hêz heye. Bi tiştên biçûk nayê çareserkirin. Ji alî saziyên kurd ev rewş zelale. Di her warî de gel bi ziman û çanda xwe hebûna xwe diparêze. Kurd jî mafê xwe yê ziman dixwaze. Dixwaze bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibîne."

GEVER
Li Navçeya Gevera Colemêrgê zêdeyî 5 hezar kesî li ber Rêxistina DTP'ê ya Navçeyê civiya. Girseya pankartên, "Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî", "Jin mifteya zimanê kurdî ye" û "Ziman xercê yekîtiyê ye" vekirin û ber bi Dibistana Seretayî ya Halît Okay ve dest bi meşê kir. Girseya bi coş di meşê de sloganên, "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Zimanê me rûmeta me ye" avêtin. Di meşê de wêneyên endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, hatin vekirin. Li ber dibistanê Serokê Şaxa Kurdî-Der'ê Besîm Baykan daxuyanî xwend. Di daxuyaniya kurdî de Besîm balkişand ser zordariyên li ser kurdî. Besîm xwest ku kurdî di makezagonê de cih bigire û ji dibistana seretayî heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê. Besîm diyar kir ku lazim e kurdî li axa kurdan bibe zimanê fermî û wiha got: "Lê hêj zordariyên li ser kurdî li hemû Tirkiyeyê û axa kurdan didomin. Lazim e di zûtirî demê de dawî li van zordariyan bê." Besîm ji kurdan jî xwest ku zêdetir têkoşîna ziman bidin.

CIZÎR
KURDÎ-DER'ê li Cizîrê jî bi heman armancê daxuyanî da û xwest kurdî bibe zimanê fermî. Endam û rêveberên KURDÎ-DER'ê, Şaredarê Cizîrê Aydin Budak, endamên TZPKurdî û endamên meclîsa şaredariyê li ber Dibistana Menderes a Seretayî civîyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Komê pankarta "Êdî bes e, em perwerdehiya kurdî kurdî dixwazin" vekirin. Di daxuyaniyê de Koordînetorê TZPKurdî Mîrza Ronî, daxuyanî xwend û xwest kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî. Ronî, destnîşan kir ku hemû netew bi zimanê xwe perwerdehiyê dibînin û zimanê xwe çanda xwe pêş dikin. Ronî wiha axivî: "Zimanê kurdî zimanek qedîm e. Bi zordariyan kurdî nayê tune kirin. Lazim e li ser axa kurdan kurdî bibe zimanê fermî."

ÇINAR
Li Navçeya Çinara Amedê jî endamên Kurdî-Der û Egîtîm Sen'ê ji bo kurdî bibe zimanê fermî daxuyaniyek dan çapemeniyê. Serokê Gitî yê Kurdî-Der'ê Remzî Azîzoglu, Şaredarê Çinarê Ahmet Cengîz û nûnerên gelek saziyên civakî beşdarî daxuyaniyê bûn. Koma dowîzên, "Zimanê kurdî zimanê me ye", "Zimanê kurdî azadiya me ye", "Bênan jiyan dibe, bêziman jiyan nabe", "Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî" vekirin. Li ser navê komê Rêvebrê TZPKurdî Medet Çapar daxuyanî xwend û xwest ku zimanê kurdî bibe zimanê femî. Çapar diyar kir ku lazim e kurdî ji dibistana seretayî heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê. Çapar diyar kir ku gelê kurd dê zimanê xwe heta dawiyê biparêze.

WAN
Şaxa Kurdî-Der'ê ya Wanê jî bi armanca balkişandina ser zordariyên li ser kurdî û daxuyandina daxwaza, "Bila kurdî bibe zimanê fermî" li ber Dibistana Seretayî ya Domlupinarê, Dibistana Hasan Alî yucel û Dibistana Leylî ya Zarokan a Kahraman daxuyanî dan çapemeniyê. Li ber Dibistana Dumlupinarê Rêveberê Kurdî-Der'ê Levent Urun daxuyanî xwend û balkişand ser girîngiya zimanê zikmakî û perwerdehiya ziman. Urun wiha axivî. "Gelê kurd tê dîkoşîna parastina ziman û mafê perwerdehiya zikmakî bimeşine. Lazim e di zûtirî demê de dewlet asîmîlasyona li ser kurdî rawestîne û kurdî bike zimanê fermî. Heta zimanê kurdî li ser axa kurdan nebe zimanê fermî û di perwerdehiyê de neyê bikar anîn têkoşîna kurdan a ji bo ziman ranawest e." Urun ji kurdan jî xwest zêdetir têkoşîna ziman bimeşînin.

ÊLIH
Li Êlihê piraniya xwendekaran bi boneya şermizarkirina astengên li pêşiya kurdî îro dibistan boykot kirin. Xendekar û malbatên wan li ber avahiya Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Navendî hatin cimhev û heya Kolana Gulisatanê meşiyan. Xwendekar, malbatên wan, endamên YDG'ê, Parlementerê DTP'ê ye Êlihê Bengî Yildiz û rêvberên DTP'ê jî di nav de gelek kes tevlî meşê bûn. Komê panqarta "Zimanê me rûmeta me ye" vekir û dowîzên "Em kurd in zimanê me kurdî ye", "Domadina zimanê kurdî hebûna gelê kurd e", "Em zarokên kurd in dibistana kurdî dixwazin", "Zimanê me nasname ye, nasname azadiya me ye", "Ciwan hezên parastina ziman in" hilgirtin. Komê diruşmeyên "Bêziman jiyan nabe", "Zimanê me rûmeta me ye" avêtin. Li ser navê komê û xwendekaran Numan Bîçîm daxuyanî xwend. Biçim, diyar kir ku dewlet ziman û çanda kurda nasnake û zimanê kurdan asimle dike. Bîçîm wiha got: "Gelê kurd dixwaz bi zimanê xwe perwerdehiyê bi de zarokên xwe. Gelê kurd dixwaze bi ziman, çand û nasnameya xwe bijî."

'Em dixwazin bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin'

Bîçîm, bal kişan ser astengên li ser kurdî û wiha domand: "Gelê kurd ji ber ku kurdî axiviye bi salane tê girtin, îşkencekirin û kuştin. Hej jî asteng li ser kurdî hene û doz tên vekirin. Gelê kurd di hilbijartinên di 29'ê adarê de serkeftinekî mezîn bi dest xistiye. Pişt re jî KCK'ê biryara bêçalaktiyê da. Rêberê PKK'ê ji bo çarseriya pirsgirêka kurd nexşerê amade kir. Lê dewlet li hemberî daxwzin aşitî xwaz operasyonan bersev da. Em dixwazin ciwan û zarokên me bi zimanê xwe perwerdehiyê bikin. Em perwerdehiya bi zimanê tirkî protesto dikin." HAKPAR’ê daxwaza ‘Perwerdehiya kurdî’ kir

Endamên Baskê Ciwanên Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR), duhî li ber Plazaya AZC’ê ya Ofîsê, derbarê perwerdehiya bi kurdî de daxuyaniyek dan çapameniyê. Daxuyanî li ser navê ciwanan ji aliyê Îdrîs Okut ve hate xwendin. Okut, bal kişand ku mafê perwerdehiya zimanê zikmakî ji destê gelê kurd hatiye sitandin û wiha got:

“Zimanê zikmakî mafê gelê kurd e û divê bikaribin bi zimanê xwe perwerde bibin. Pêwîst e qanûnên ku perwerdehiya bi kurdî asteng dikin bêne guhertin.” Okut, bal kişand ku 16 milyon kesî îro dest bi dibistanê kiriye û wiha berdewam kir: “Mirov ji bo kêfxweşî, şanazî, bikaranîna teknolojiyê, xwenaskirin û nasînê diçin dixwînin. Mixabin dîmenên li welatê me dîmenên nebaş in. Li welatê me ji 20 milyonî zêdetir kurd hene û nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin. Ev qedexe li dijî peymanên navneteweyî ne. Ev peyman li dijî Danezana Mafên Mirovan û Peymana Mafên Zarokan e.”

Okut, xwest ku sonda tirk ya her roj li dibistanan tê xwendin jî bê rakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Perwerdehiya bi kurdî mafek mirovîn e û ji bo ku ev yek bê kirin divê qanûn bêne guhertin. Pêwîst e sonda tirk bê rakirin û perwerdehiyeke hemdem, zanyar bê dayîn.”

Piştî daxuyaniyê, koma HAKPAR’î bi berzkirina dirûşmên kurdî û tirkî ber bi avahiya bajêr ve meşiyan. Li kuçeyan ‘Dersa Kurdî’

Dema nû ya perwerdehiyê li Tirkiyeyê dest pê kir. Mamosteyên Egîtîm Sen’î ku qedexekirina perwerdehiya bi kurdî şermezar kirin, li kuçeyê pol ava kirin û dersa fizîkê bi kurdî dan.

Di van rojên ku Rêlibervekirina Kurd tê nîqaşkirin de, Perwerdehî û Hîndekariya sala nû ya 2009-2010’an bêyî perwerdehiya kurdî dest pê kir. Li Tirkiyeyê ku tenê perwerdehiya bi tirkî tê dayîn, rastê nerazibûna mamosteyên Egîtîm Sen’ê hat. Mamosteyan duhî li Kuçeya Hunerê ya Ofîsê polek ava kirin û bi kurdî dersa fîzîkê dan. Li texteyê “Wane: Fîzîk”, “Mijar: Neynikên Giloverî” hate nivîsandin û dersê dest pê kir.


Mamoste Yildirim Aslan ku bi kurdî ders da, diyar kir ku ew dixwazin bi vê yekê îspat bikin ku bi kurdî hemû dersên zanyarî têne dayîn. Di dersa ku Neynikên Giroverî û pergala roj û tîrojan hatin dayîn de, eleqe zêde bû. Gelek kesên li derdorê derbas dibûn û ders didîtin, çend deqe li dersê guhdar dikirin û wisa derbas dibûn.

‘Bi kurdî nav hatin xwendin’

Di dersê de bi kurdî navên kesên ku di têkoşîna sendîkayê de hatine qetilkirin hatin xwendin. Kesên di polê de piştî her navê gotin “Hatiye kuştin”. Ev yek li polê û derdorê bû sedema dilşewatiyê. Piştî dersê Serokê Egîtîm Sen’a Diyarbekirê Abdullah Karahan, bi zaravayê kirdikî yê kurdî daxuyaniyek da û wiha got:

“Mafê perwerdehiya zikmakî ya kurdan mafek xwezayî û gerdûnî ye. Sendîkaya me ku perwerdehiya zimanê zikmakî diparêze, di vê oxirê de gelek bedel dan. Di sala 2005’an de ji ber qanûnan em neçar man ku zimanê zikmakî ji rêziknameya xwe derxin, lê di dil û mêjiyê me de ev daxwaz tim ma û dê tim hebe.”

Endamên Egîtîm Sen’ê dê di 28’ê îlonê roja duşemê, li ber dibistanên seretayî yên Baglar, Yenîşehîr, Sûr û Kayapinarê dersên bi kurdî bidin û daxwaza perwerdehiya bi kurdî bikin.

Serçawe: www.hawar.hk-mg.net

No comments:

Post a Comment