Tuesday, September 29, 2009

Têkoşer û dilsoza doza kurd A. Melîk Firat çû rehmetê

Abdülmelik Fırat hayatını kaybetti

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Kevneparlamenter û Serokê Rumetê yê Partiya Maf û Azadiyan-Hak-Parê siyasetmedarê kurd Neviyê Şex Seit Firat, A. Melîk Firat îroj (29.09.2009) siet di 14.00 an de çû ser dilovaniya xwe.

Dê cenazeyê Birêz A.Melîk Firat, di 30.09.2009an roja Çarşemiyê siet 09.00an de ji Enqereyê bi rêgayî erdê (karayolu) birêbikeve.

Wê di 01.10.2009an roja Pêncşemiyê de, piştî nimêja nîvroyê jî li Gundê Kolhîsarê ku girêdayî Xinisa Erziromê ye, bê definkirin.

A.Melîk Firat kiye?

Firat di sala 1934'an de li Navçeya Xinûsa Eziromê ji dayîk bûye. Neviyê Şex Saît Abdulmelik Firat bi navê kalikê xwe di sala 1957 dest bi siyasetê kir. Di wê demê de temenê xwe mezin kir û ji Partiya Demokrat wekî parlamenter hate hilbijartin û di Meclîsê de cîh girt. Firat ji ber ku endamê Partiya Demokrat (DP) bû bi Andnan Menderes re li Girava Yassiadayê hate darizandin. Piştre Firat di partiyên wekî DYP'ê de cîh girt, bi Hasan Mezarci re bi navê YDH'ê kete nav lêgerînê û herî dawî HAK-PAR ava kir. Firat di siyaseta kurd de bi gotinên xwe yên li dijî PKK û Ocalan dihat nasîn. Firat dê sibê li Xinûsê bê veşartin.


No comments:

Post a Comment