Sunday, September 27, 2009

Munzur Çem; 'Gava pirsgirêk di her alî de hat ronîkirin, referandumek bê çêkirin û gelê Kurd di derheqa pêşeroja xwe de biryarê bide'



AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Dosyeya HAWAR NETê a bi navê "Kurd nexşeriya xwe eşkere dikin" îro bi nêrînên nivîskar Munzur Çem berdewam dike. Munzur Çem derbarê helwesta dewleta Tirk de kurdan hişyar dike û dibêje; "Desthilatdaran, hedefe ku bi slogana „yek milet, yek dewlet, yek al, yek ziwanê û yek dîn“ tê ziman, terk nekirîye. Bêguman nav wan de kesên ku şaşîtîya vê stratejîyê dibînin û dixwazin ku bê terkkirin hen in, lê ew daxwaz wek helwestek polîtîk di rojeva dewletê de cîh negirtîye. Guhartin û gavên dewletê taktîkî ne" Nexşeriya Hasan Kaya wiha ye; Gelo li gorî we ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li bakûrê Kurdistanê di dema nêzik û navîn de dewleta Tirk divê kîjan gavan bavêje? 1. Ji ber ku pirsgirêka Kurd re çareserîyek aştîyane bê dîtin, berê her tiştî gere azadî hebe. Azadîya dîtinê, azadîya çapemenîyê, azadîyê organîzebûnê û êd. Ji ber vê yekê dewlet gere wext wunda meke, sîstemê demokratîze bike; yanê qedexe û asteng ji holê bên rakirin, projeyên asîmîlasyonê bên sekinandin, ji bo gelê Kurd û kemneteweyan mafên kulturî, demokratîk û polîtîk, bêsînor bên naskirin,

2. Ji ber ku zimanê Kurdî (gore herêman Kurmancî yan jî Kirmanckî) bibe zimanê fermî, gav bên avêtin. Bêşik, di vê babêtê de perwerde cîyek pir giring digire. Di alîyek de zarurî ye ku naveroka programa perwerdeyê jî rasîstî û şovenîstîyê bê paqijkirin, li ser esasên demokrasî û we khevîyê nûva bên amadekirin. Di alîyê din da jî, ji ber ku Kurdî ji bo zarokên Kurd bibe ziwanê perwerdeyê û kemnetewe jî bikarin dîsa di dibistanan de bi zimanê dayîkê xwendin û nivîsandinê fêr bin, gav bên avêtin.

3. Operasyonên leşkerî ji têde, hemû metodên şîddetê bên terkkirin. Leşker ji bajar û qezayan bên durxistin, çalakîyên leşker û polîs ên ku armanca wan tehdîdkirina gel e, bên sekinandin. Herêmên mayinkirî bên paqijkirin û gor bercewendîyên gelê vê heremê nûva bên awankirin. Ji bo awankirina gundên valakirî tedbîr bên girtin, neheqîyên ku li xelkê hatine kirin, bên telafîkirin.

4. Çêkirina bendavan bê qeyd û şert bê sekinandin. Ji bo parastina tebîatê û eserên kulturî û dîrokî tedbîr bên girtin.

5. Li Kurdîstanê paşvamayina aborî, neticeyek polîtîka dewletê ye. Ji bo telafîkirina vê rewşê û bilindkirina qalîteya jîyanê, programek taybetî bê amadekirin û tedbîrên cîddî bên girtin.

6. Astengên ku di nav parçeyên Kurdîstanê de rê nadin têkilîyên baş û pêşvecû yî, ji holê bên rakirin.

7. Gava ku di atmosferek azad de, li ser pirsgirêkê têra xwe hat qisekirin û pirsgirêk di her alî de hat ronîkirin, referandumek bê çêkirin û gelê Kurd di bi îradeya xwe ya azad derheqa pêşeroja xwe de biryarê bide. Gelo ji bo bi dest xistina mafên xwe yên neteweyî û ji bo pêşerojeke bihêz di dema nêzik û navîn de divê Kurd çi bikin?

Ez di vê babetê de dixwazim berê vîya bejim. Rast e, di derheqa Kurdan de politikaya dewleta Tirk a 85 salî îflas kirîye û vê rastîyê jî kesên ku dewletê îdare dikin, ji hekesî baştir dizanin. Ji ber vê yekê jî behsa guhartinan dikin. Behs dikin lê mabesta wana guhartinek bingehî nîye. Ew hîna jî bi stratejîya 1924an va girêdayîne. Desthilatdaran, hedefe ku bi slogana „yek milet, yek dewlet, yek al, yek ziwanê û yek dîn“ tê ziman, terk nekirîye. Bêguman nav wan de kesên ku şaşîtîya vê stratejîyê dibînin û dixwazin ku bê terkkirin hen in, lê ew daxwaz wek helwestek polîtîk di rojeva dewletê de cîh negirtîye. Guhartin û gavên dewletê taktîkî ne.

Em werin ser pirsa we ya duemîn; „Di dema nêzik û navîn de divê Kurd çi bikin?“ 1. Guhartinên ku dewlet behs dike, di çareserkirina pirsgirêka miletek bindest de gavên piçûk in, lê, eger meriv polîtîka Dewleta Tirk a 85 salî bide ber çavan, dibîne ku usa nînin. Piçûk yan jî mezin ferq nake; gavên ku tên avêtin, eger gor bercewendîya gelê me baş in, wek Kurd em gere li gel bin, xwedî derkevin û ji bo beşvebirinê bixebitin.

2. Eşkere ye ku îro di bakûrê welêt de sîyaseta kurd an li bin bandura partîyek de, di eslê xwe de bin bandura yek kesê de ye. Di polîtikaya PKK yan jî serokê wê Öcalan de 2 taybetîyên giring henin: a) Berê her tiştê, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, programek wan ê vekiri yan jî ronî tune. Zu-zu dîtinan diguharin; îro tiştek dibêjin sibê tiştek din. Cuda-cuda kes, cuda-cuda nêrîn û daxwazan tîne ziman. Bêguman ev jî dibe sebebê alozîyek mezin. Bi vê rewşê şansê serketinê tune.
b) Tiştên ku Öcalan û partîyê wî, ji bo çareserkirina pirsa Kurd heta îro eşkera kirine, di eslê xwe de mafên ferdî ne. Bêşik, mafên sexsî yan jî ferdî jî muhim in û meriv nikare vana piçûk bibîne. Lê, gere em xwe bîr mekin ku azadîya miletek bindest, bi destxisitina mafên kollektîf va g irêdayîye. Mafên sexsî, têra çareserkirina pirsgirêka Kurd nakin. Kurd di têkoşîna xwe de gere vê rastîyê ji çavan dûr mexin.

3. Bi taybetî jî di dema guhartinên mezin de, hebûna dezgehên neteweyî yan jî mîllî pir giring e. Li ser pêşeroja miletek, yek partî yan jî şexsek na, gere gel bi xwe biryar bide. Ev çava dibe? Ev jî bi rêya dezgeh û sazîyên ku bi berfirehî gelê temsîl dikin, yanê bi rêya dehzgeh û sazîyên neteweyî dibe. Lê mixabin, Kurd îro ji vê pozîsyonê gelek dûr in.

5. Di alîyê organîzebûnê de rewş çava dibe bila bibe, nav Kurdan de zor û şîddet gere ji rojevê dûr bikeve. Dostayî, alîkarî û hevgirtin, gere di nav Kurdan de bibe esasê têkilîyê.

6. Kolonyalîzma Tirk heta îro, stratejîya xwe li ser înkarkirina gelê Kurd inşa kirîbû. Niha, ev polîtîka gav bi gav tê terkkirin lê ji ber ku armancên stratejîk nehatine guha rtin, derev û lîstikek diçe, şuna wî de yekê nû tê. Îro, parêzger û alîgirên sîstemê, bi hemû îmkanên xwe, berxwe didin ku pê gelê bixapanin, bêhîvîtî û bêwarîtîyê belav bikin.

Şik tune, hemberê vê kampanyaya nerast, barê herî giran dikeve ser milê întellektuelên Kurdan. Kurd, bi gotinên vala na, gerê bi zanayî, bi belge û dokumentan bersiva kolonyalîstan bidin, derev û durûtîyên wana eşkera bikin.

7. Kurd gere ber xwe bidin ku di her alîyê civakê de, wek netewe xwe organîze bikin. Ciwan, jîn, mamosta, doktor, muhendîs, karker, rojnamevan, nivîskar, hûnermend û ên din, hemû bibin dezgehên demokratîk û kulturî yên neteweyî.

8. Kurd gere ji bo şîkestina têsîra asîmîlasyonê ber xwe bidin, di her alîyê jîyanê de ziman û sembolên xwe pê kar bînin; dîroka xwe, welatê xwe, kultur û nasnameya xwe baş nas bibin.

9. Hem di nav bajarên bakûrê Kurdîstanê de hem jî di nav cuda-cuda parçeyên Kurdîstanê de, ji bo pêşketina têkiîyên kulturî, sosyal û aborî gav bên avêtin.

10. Çiqas ku ji destê Kurdan hat, îdareya welatê xwe bigirin destê xwe, bi dilsozî gelê xwe ra xizmetê bikin.

11. Bilindkirina hîsên neteweyî jî gelek muhim e. Lê, şerte ku, kirina xebatek usa de, hemberê gelek din tu carî dijminatî, kin û nefret cih megire. Dijminê gelê me hêzen dagirker in, kolonyalîst in, gel nînin. Munzur Çem kîye? Rojnamevan û nivîskar Munzur Çem di sala 1945'an de Kêxî (Cêxî) Qurze de hatiye dinya. 1971 de kî Fakulteya Îqdîsadî û Ticarî ya Berz ya Enqere qedandiye.

Munzur Çem, ji 1970'an vir ve meqale, roman û çîrokan dinivsîne. munzur Çem bi giranî bi zaravaya Kurdî Kirmnackî dinivsîne. Navên cuda bi karanîye wek H. Toprak, A. Taş, M. Çem, B. Şilan, S. Dilan, Mirzali Çimen...

Di hin rojname û malperan de gotarên wî tê weşandin.

Munzur Çem, yek ji damezrênerê Kurd-PEN ye.

Berhemên wî A. Taş, Türkiye Kürdistanı: Ekonomik ve Sosyal Yapı (Kurdistanê Tırkiya, Halê Ekonomik û Politik), tırki. Özgürlük Yolu Yayınları, Çeleyo Qız 1985.
Gülümse Ey Dersim -Roman 3 Cilt- (Bıhuye Ey Dêrsim), tırki. Özgürlük Yolu Yayınları 1990, 1991, 1993 Koln.
Mirzali Çimen, Dünü ve Bugünüyle Gerikalmışlık Sorunu (Vıjêri ra bı Ewro Problemê Pêysermendışi), tırki. Öz-Ge Yayınları 1991 Ankara.
Hotay Serra Usıvê Qurzkızi, Kırmancki (zazaki) 1992 Weşanên Roja Nû, Stockholm.
Tayê Kılamê Dêrsimi. Kırmancki, 1993 Stockholm.
Ferheng Kurdi-Tırki, (Kırmancki / Zazaki- Türkçe Sözlük) Stockholm.
Alevilik Sorunu ve Dersim Ayaklanması Üzerine (Problemê Elewiyên û Xoverdayişê Dêrsimi Ser o), tırki. 1995 Stockholm. No kitab hetê nustoxi ra reyna ame wendene, tayê meseleyê bini nusnayî û bı nameyê "Dersim'de Alevilik" hetê Peri Yayınları ra 1999 de, ede Istanbul de ame çapkerdene.
Ormanın Dili (Vengê Bırri) sanıki, tırki 1996 Stockholm.
İsyana Çağrı -Roman- (Vengdayişê Xoverdayışi) tırki, 1996 Stockholm.
Ekmeği de Yaktılar -Roman- (Non ki Vêsna) tırki, Pencinar Yayınları 1997 Stockholm.
Kulê 38'i -Roportaji- kırmancki, Weşanên Komkar 1998 Koln.
Luye be Bıza Kole ra - Şanıkê miyanê şarê, kırmancki, Weşanên Komkar1998 Koln.
Tanıkların Diliyle Dersim 38 (No kıtab tırkiyê Kulê 38i yo û hetê Mûnzûr Çemî ra amo çarnayine) Peri Yayınları1999 İstanbul.
The Voice of the Forest, Komkar Publications. İngilizki, 2000 Koln (HAWAR NET.com)

No comments:

Post a Comment