Monday, September 28, 2009

Hevserokên DTP'ê û parlementer îfadeyê nadin


AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Bi nêzîkbûna danişîna doza ligel mafê dest nedayînê jî li parlementer û hevserokên DTP'ê hatiye vekirin, mijar cardin hate rojevê. Parlementera DTP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, diyar kir ku ew naçin îfadeyê nadin û wiha got: "Li hemberî DTP'ê cudakariyek heye. Divê dest ji van polîtîkayên cudakariyê berdin."

Danişîna doza ji ber axaftinên cuda li Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk, Emîne Ayna, parlementerên DTP'ê Fatma Kurtulan, Sebahat Tuncel, Aysel Tugluk, Selahattîn Demîrtaş li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê didome. Ligel mafê destnedayina parlementeran jî dadgehê biryara "Ger ku neyên îfadeyê nedin dê bi zorê bînin dadgehê" dabû û li hemberî vê biryarê DTP'yiyan ev biryar wekî bêdadiyekê nirxandibûn û diyarkiribûn ku ew dê neçin îfadeyê nedin.


Heyeta dadgehê, danişîna Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk, Emîne Ayna ku di 26'ê gulanê de hatibû dîtin, ji bo aqûbeta nivîsa muzakereya ji Meclîsê bipirsin danişîn taloqî 29'ê îlonê kiribû. Bi nêzîkbûna danişîna DTP'yiyan re mijar dîsa ket rojevê. Danişîna dozên cuda cuda li parlementerên DTP'ê Fatma Kurtulan, Aysel Tugluk û Sebahat Tuncel vebîbû jî taloqî 30'ê cotmehê bibû.

Çîçek: Cudabendî kesî nabe

Serokê Meclîsê yê berê Koksal Toptan, diyar kiribû ku parlementerên DTP'ê dê bi zora polîsan neçin ifadeyê nedin û rewşa Parlementerên DEP'ê ya di sala 1994'an de dê neyê jiyandin. Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Mehmet Alî Şahîn jî diyar kir ku ew dê destûr nedin ku polîs bi zorê parlementeran bibin dadgehê. Lê Wezirê Dewletê û Alîkarê Serokwezîr Cemîl Çîçek jî diyar kiribû ku cudabendiya kesî nabe û peyam dabû polîsan.


'Em naçin îfadeyê nadin'

Parlementera DTP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, derbarê mijarê de diyar kir ku wan berê jî gelek caran aniye ziman ku ew dê neçin îfadeyê nedin. Tuncel, anî ziman ku ev li dijî hiqûqê ye û xwest Parlemento vê pirsgirêkê çareser bike. Tuncel, da zanîn ku di serî de polîtîkaya cudakariyê li dijî DTP'ê didome û ew vê polîtîkayê qebûl nakin.

Source:
HAWAR NET

No comments:

Post a Comment