28/02/2010 |
Guhdarî bike (MP3)
By Dexîlê Şemo 28/02/2010 |
'Çareserî bi muxataban pêk tê'
Zana: Bêyî kuştin û pevçûn jî çareserî pêk tê
Parlamentera Berê ya DEP'ê Leyla Zana jî bi kurdî axaftin kir û mînaka çareseriya li Efrîqa Başûr da. Zana, anî ziman ku pevçûn bêyî mirin û kuştinê jî çareser dibin û wiha got: "Heta ku mirovahî hebe niqaş û pevçûn dê hibin. Lê divê ev pevçûn beyî kuştin û mirinê çareser bibin. Ya girîng em bi kîjan rêbazê li çaresesiriyê bigerin. Yek jê pevçûn e, ya din lihevhatin e. Dîroka şaristaniyê dîroka aştî û lihevhatinê ye. Kesên bi şîdetê li çareseriyê digerin pekî pêta agirê pûş geş dibin û winda dibin. Lê gelê kurd naxwaze bibe pêtên agirê pûş. kurd ji bo aştiyê bi biryar û israr e." zana, helwesta hikûmetê ya li dijî gelê kurd rexne kir û da zanîn ku hikûmet destê kurdan ê aştiyê li hewa dihêle lê Mezra Botan hêlîna aştiyê ye. Zana, xwest her kes piştgiriyê bide çareserî û aştiyê.AMED
28/02/2010 Demhat TOLHILDAN - BEHDÎNAN/ANF Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan da zanîn ku hevseng tên guhertin û wiha got: “Dewlet hildiweşe. Wisa xuya dike ku pergala heyî diguherînin û hevseng dê biguherin. Amedekariyên aliyan dê diyar bike ka dê kîjan alî bi ser bikeve. Mehên biharê ev ê derkeve holê. An dê ji bo çareseriyan gavan biavêjin an jî dê şer derkeve. Êdî polîtîkaya ne şer ne jî çareserî berdewam nake. Noqteya ku em niha hatinê ev e.” ‘EM Ê BI SER BIKEVIN' ‘EM NE BÊ ALTERNATÎF IN’ Duran Kalkan: Dewlet hildiweşe Kalkan anî ziman ku li Tirkiyeyê tu caran evqas krîz tune bûn û wiha got: “Sivîl, leşker, siyasetmedar û hiqûqnas hemû li hev ketin. Dewlet hildiweşe. Êdî hatin duriyanekê. Pirsgirêk wisa hatin girêdan ku êdî cihê bê girêdan nema.” Kalkan bi bîr xist ku tenê ne li Tirkiyeyê bi giştî li Rojhilata Navîn hevseng tên guhertin û heman krîz li Iraq, Îran, Afganîstanê jî hene û di guhertina hevsengyên heyî de Amerîka li gorî vê amadekariyên xwe dike û li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Kalkan bibîrxist ku AKP bi têkiliyên dîplomatîk ve dixwaze riyan bibîne û wiha got: “ABD û AKP dixwazin çi bikin? Ger hêza wan têrê bike dixwazin tevgera azadiyê tasfiye bikin. Ji ber vê yekê Komploya Navnetewî didome. Komploya Navnetewî pûç hatiye derxistin lê hê bi tevahî têk neçûye. Hemû hewldanên wan ên ji bo komployê didomin û her çiqas hatibe asteke têkçûnê jî dev ji tasfiyeyê bernadin. Derfetên xwe berhev dikin û ger hêza wan têrê bike dixwazin me îmha û tasfiye bikin.” |
Jin îsal dê ji sedî sed wekheviyê bi dest bixin. Sala borî binpêkirina mafên jinan derket asteke herî jor. Qetilkirina jinan, krîza aborî, şîdet, hikûmet daxwazên jinan negirt ber çav. Ligel wê jî berxwedana jinên kurd jî gihişte asteke jor. Mêr sedestî, zordarî û zextên xwe li hemberî jinê cur bi cur nîşan da. Îsal jî bi hewldan û têkoşîna hevpar gavên girîng ji xwe re bîne. Îsal jin bi hêza xwe dê cihaneke bi rihê jinan ava bikin. Dê cîhanê biguherînin
Fîlîz Koçalî Endama PM’a BDP’ê:Li her qadê birêxistinkirî ne
Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk li cîhanê rêxistineke girseyî û birêxistinî ye. Di salên dawiyê 8’ê Adarê hêrî zêde ji hêla jinên kurd ve li qadan tê pîrozkirin. Îsal jî dê jin li qadan bin. Ji Edeneyê heta Weranşarê, ji Stenbolê heta Colemêrg, Amed û Serhedê dê bê pîrozkirin. Li her derê dê li kolanan bin. Jinên kurd ne tenê li kolanan, li her qadê xwe bi rêxistin kirine. Di qada rêveberiyên herêmî, partiyên siyasî û parlamentoyê de cih digirin. Xwedî dînamikeke mezin in. Di hêla jinên kurd de pêşketineke mezin heye. Li ser vê axê şorekeşeke jinan pêk tê. Bala Rojhilata Navîn û cîhanê ser jinên kurd e.
Sebahat Tuncel Parlamenter:Dê bêhtir bixebitin
Ji bo 100’emîn salvegera 8’ê adarê pîrozbahiyên cur bi cur tên lidarxistin. Êdî wekî kevneşopiyek li Tirkiyeyê tê pîrozkirin. Îsal bi taybetî li Amedê bi minasebeta 100’emîn salvegerê Amedê bikin bajarê jinan û îlana wê tiştî jî me kir. Ev tişt ji bo Tevgera Jinên Kurd girîng e. Dê niha bêtir xebatên xwe bikin. dê kampanyayek di 8’ê Adarê de bidin destpêkirin. Her wiha têkoşîna parlamenteren jin en parlamentoyê zêdetir derxin hole. Li dijî polîtîkayên cinsiyeta civakê têkoşîneke hevpar bimeşînin. Ji bo sererastkirina qanûnên ku cinsiyeta civakê diparêze xebatan bidin meşandin. Her wiha dê têkoşîna jina ên li kolanan didin bêtir derxin hole. Di rêveberiyên herêmî de temsîliyeta jinan xurt bikin. dê siyasetê civakê bikin. li dijî şîdeta li hemberî jinê berxwedaneke mezin pek bînin. pêvajoyeke wisa bidin destpêkirin.AMED- DÎHA
Yuksel TOPRAKLI - HANNOVER/ANF
2010-02-27
Kurdistanmedia: Çalakekî çandî ê kurdên Xurasanê bi navê Elî Qilîçzade, di Dadgeha şopandinê de, di dosiyekî de, bi şeş mehe cezayê girtîgehê û herwiha yek milyon tumen cerîme û di doseyekî din de bi Heşt meh cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.
Nûçegihaniya Kurdistanê di vê derbarê de ragihand, Elî Qilîçzade bi tawana birêvebirina rê û resma Salvegera terorkirina Dr. Qasimlû di sala 2001- 2002’an de, hat giritn û bi danîna rehîna 85 milyon tumenî serbest hatibû berdan. Elî di meha gulana sala 2008’an de, bo heyamê 61 rojan di hebsa takekesî de bûye. Elî Qilîçzade dibe heftiyek din xwe bi beşa birêvebirina biryaran di Dadgeha Şîrwan û Bicinûrdê de binasîne.
Hêjayî gotini ye, Elî Qilîçzade di dadgehê de ragihandibû, eger tawana min endametî di partiyekî Kurdistanî deye, ez şanaziyê pêwe dikim, meger biryar bû ez wek kurdek di Hizbulahê de bibim endam!
Tê zanîn Elî Qilîçzade tenz nivîsê siyasî û Çîrok nîvîs û hinek çaran gotar di belavokan de belavdikir, navhatî piştî wê ku bi zor ji aliyê îdareya ewlekariyê ve malruniştî bû, dest bi nivîsandina çîrokên kurt kir.
Kurdistanmedia: Roja 22’ê Şibata 2010’an, endamên Şêwra Navendiya rêxistina Edwara “Tehkîmî wehdet” a taya Kirmanşanê û herwiha endamê civata Îslamî a Zanîngeha Razî a Kirmanşanê, di mala Kawe Qasimî Kirmanşahî digel dayîk û babê wî çalakê mafên mirov de hevdîtin kirin û xwaziyarê heydar bûn ji rewşa navhatî bûn. | |
bîne. |
27/02/2010 |
Gun Radyo, bi boneya pirsgirêkên girtiyan bîne ziman her hefte bernameya bi navê "Aliyê bajar ê din" diweşîne û cih dide nameyên girtiyan. Girtiyên bi nameyan beşdarî bernameyê dibin û bi riya nameyan raman û pirsgirêkên xwe û şert û mercên girtîgehê bi guhdaran re parve dikin. Pêşkêşvana bernameya "Aliyê bajar ê din" Ruhat Emekçi, tekîldarî name û rewşa girtiyan diyar kir ku gelek girtiyên nexweş bi riya nameyan şert û mercên girtîgehê tînin ziman û roja nameya girtiyê bi navê Beşîr Ozer ê nexweş gihişt destê wê, wê rojê Ozer li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Raydo Gun, bi bernameya heftane ya bi navê "Aliyê bajar ê din" hewl dide ku deng û pirsgirêkên girtiyan bi guhdarên xwe re parve bike. Pêşkêşvanê bernameyê Ruhat Emekçî, bal kişand ser pirsgirêkên girtîgehê û diyar kir ku gelek kesên nameyan ji bernameyê re dişînin bi nexweşiyên giran in. Emekçi, anî ziman ku bi armanca bibin dengê girtiyan her hefte vê bernameyê pêşkêş dikin. Emekçî destnîşan kir ku her hefte gelek girtî têkildarî şert û mercên xwe û nexşeşiyên xwe nameyan ji wan re dişîne û wiha got: "Em êdî gelek nûçeyên kesên li girtîgehê jiyana xwe ji dest didin dibihîzin. Yekem name ji nexweşê pençeşêrê Beşîr Ozer ji mere hatibû. Roja nameya Ozer gihişt destê me, Ozer li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Vê yekê pir bandor li ser min çêkir. Min sibê nameya wî xwend êvarî jî jiyana xwe ji dest da. Dîsa nameya Hasan Kert gihişt dest me. Kert jî di nameya xwe de digot 'Dema ez mirim min li Sîlopî veşêrin'. Hefteyek piştî nameyê Hasan Kert jiyana xwe ji dest da. Kart gotibû 'Heta binpêkirinên mafan li girtîgehê bidome dê mirin jî bidomin.'"Emekçî, destnîşan kir ku gelek girtiyên nexweş, raporên têkildarî nexweşiya xwe ji wan re dişînin û ew van raporan didin TUHAD-DER û ÎHD'ê. Emekçî, da zanîn ku girtiyên nexweş van raporên di heman demê de, bi nameyan ji Wezîrê Tenduristiyê Serokomar û Serokwezîr re jî dişînin, lê tu encamê bi dest naxin. Emekçî, anî ziman ku niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtiyê bi navê Halîl Guneş bi pençeşêrê ye û wiha dom kir: "Ez çûm hevdîtina Halîl Guneş. Ji min re got ez laşê xwe hîs nakim. Ez pûç bûme. Her ku dikuxuya xwîn ji devê wî dihat. Dîsa girtiyê bi navê Nurettîn Soysal êdî nikare pêdiviyên xwe bikar bîne. Îzzettîn Turan jî bi heman rengî nexweşiya wî giran e. Dibe ku sib an jî dusib agahî bê û bêjin Nurettîn Soysal, Halîl Guneş û Îzzettîn Turan jiyana xwe ji dest daye. Wê demê jî êdî her tişt dereng dimîne." DÊ BIKIN PIRTÛK Emekçî, destnîşan kir ku ew hemû nameyên ji girtîgehê tên kom dike û ji bo nameyan bike pirtûk amadekariyê dike. Emekçî, anî ziman ku dê di pirtûkê de nameyên kesên jiyana xwe ji dest dane, nameyên zarok û nexeş di serî de hemû nameyên girtiyan cih bigre. Emekçî bang li mirovahiyê kir û wiha got: "Banga me ji hemû mirovan û cînahê ev e. Em dibêjin ji mirinê re rojek ma. Divê her kes deng û nalîna girtiyên nexweş bibhîze û her kes destê xwe dîne ser wîcdanê xwe." AMED - DÎHA |
27/02/2010 |
Cerdevanê bi navê Ethem Seyhan, di sala 1986'an de li gundê Tinatê yê girêdayî Nisêbîna Mêrdînê parazvaniya gund dikir û di navbera salên 1990 û 1998'an de jî cerdevanî kir. Seyhan, îtîraf kir ku dema ew cerdevan bûye wan zêdetirî 20 gund şewitandine. KUŞTIN Û AVÊTIN BÎRÊ |
Siyasetmedaran Sakik pişt kir
Dê li 20 cihan mîtîng bên lidarxistin
Israra betlaneya fermî didome
KESK, DÎSK û TTB bi armanca ku 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bibe betlaneya fermî, careke din bang li parlamentoyê kirin. Jinan destnîşan kir ku divê polîtîkayên ku temsîliyeta jinan pêk tînin bên afirandin. KESK, DÎSK û TTB bi armanca ku 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bibe betlaneya fermî, bi parlamenterên jin re hevdîtin pêk anîn û encama hevdîtînê aşkera kirin. Li ser navê jinan Sekretera Jinan a KESK’ê Songul Morsumbul axivî û diyar kir ku pêşnûmeyeke qanûnê amade kirin û piştre çûn serdana parlamenterên jin. Morsumbul, got ku wekî 1’ê Gulanê divê 8’ê Adarê jî bibe roja betlaneya fermî. Morsumbul, daxuyand ku bi giştî hevdîtin baş bûn lê he jî partiya serdest bersiv nedaye wan.
ADIL ZOZANÎ
Weşanên Ronahî pirtûkên Mehmet Çakmak û Feleknaz Ucayê pêşkêşî xwendevan kirin. Mehmet Çakmak bi ‘Labîrenta Evîna Sêwî’, Feleknas Uca jî bi ‘Yekitiya Ewropayê’ tevli civata nivîskarên xwedî pirtûk bûn. ‘Labîrenta Evîna Sêwî’ afirenêriyeke ji zindanê ye. ‘Yekitiya Ewropayê’ jî dokumanteke berdest a li ser ‘Yekitiya Ewropayê’ ye.
Delîl FIRAT - ZAGROS/ANF
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina Çarşema bihûrî de, bûyerên bi Plana Darbeya Balzoyê rûdane, nirxandin.
Ocalan anî ziman ku bûyer di bin kontrola Emerîkayê de pêk tên û got: "Ev Plana Balyozê, hinek ji ya Ergenekonê cûdatir e. Piştî ku Emerîkayê dît nikare bi van re bimeşe, niha wan tesfiye dike."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şerê desthilatdarî yê navdewletî yê bi girtina sûbayan hate rojevê, nirxand.
Ocalan anî ziman ku bûyer di bin kontrola DYA'yê de pêk tên û wiha dewam kir:
Ocalan destnîşan kir ku Emerîka, aliyê deşîfre bûye û bi van operasyonan tesfiye dike.
Ocalan, diyar kir ku xeta neteweperest ya radîkal jî û xeta îslamiya nerm jî di bin kontrola Emerîkayê de ne û wiha got:
Ocalan wekî aliyê sêyemîn jî xeta demokratîk ya tevgera kurd û demokrat tesmîl dikin dest nîşan kir û wiha axivî:
"Li ser Tevgera Kurd, gelek lîstik hatin lîstin. Xwestin tesfiye bikin. Encam çibû? PKK û gel li ber xwe da. Di qada demokratîk de, mezin û bi hêz bûn. Min jî, li vir bi sebreke mezin li ber xwe da. Û bi vî rengî lîstik xera bû. Êdî kurd tesfiye nabin. Ev hate dîtin. Lê belê nizanin wê bi vê rastiyê çi bikin û çawa bi vê rastiyê bijîn."
Ocalan nêrîna xwe ya ev pêvajo wê çawa bi dawî bibe jî wiha anî ziman:
"Li gorî min, di dawiya dawî de, wê li ser demokrasiyê wan li hev bînin. Wê Tirkiye biguhere. Dema Tirkiye biguher, wê kurd jî, wekî hêzeke demokratîk bên qebûlkirin. Min di nexşeya rê de jî diyar kiribû. Ji bo kurdan, Xweseriya Demokratîk, çareseriyeke maqûl e."
Ocalan, ji bo çareseriya demokratîk, rewşa niha ya li Tirkiyê, weke avantajek nirxand.
Ocalan got, werin em Tirkiyê ji hegemonyaya neteweperest û îslamiya nerm rizgar bikin û weha dewam kir:
"Kî xwe baş bi rêxistin bike û siyaseteke rast bimeşîne, wê qezenc bike. Divê xeta yekîtiya demokratîk were pratîk-kirin." û ev hişyarî kir:
Rêberê Gelê Kurd Ocalan careke din 3 riyên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd anîn ziman.
Ocalan got bi avakirina Kurdistaneke biçûk dixwazin hemû kurdan bi wir ve girê bidin û bi van gotinan jî bal kişand ser vê xetereyê:
"Ya yekemîn, helwesta înkar û tinekirinê, duyemîn bi avakirina Kurdistaneke biçûk, û pêvajoya sedsaleke din mijûlkirina kurdan bi xeyala Kurdistaneke mezin e. Wê hemû kurdan, bi riya Kurdistaneke biçûk kontrol bikin. Di demên derbasbûyî de çawa bi Ocaxên Ulkucu, xeta çepgir hat pasîfîzekirin, îro jî bi riya cemaetan dixwazin tevgera me pasîfîze bikin. Derfetên bi hêz ên aborî hene. Ev derfet jî xistine dewrê. Di vê çarçoveyê de jî hin malbatan bi xwe ve girê didin. 'Osman digot, 'pêşiya min vekin, ez biçim hemû kurdên mûxafazakar bi rêxistin bikim.' Wekî vê gelek lîstik lîstin. Lê belê ti lîstik negihîşt armanca xwe."
Ocalan bi bîr xist ku AKP li ser pişta kurdên xwe yên hevpar, hewl dide tiştan bike û got:
Ocalan rewşa niha a Tirkiyê wekî reşweke aloz nirxand û anî ziman ku, kî di vê pêvajoyê de karibe bersiva rast bide siyaseta rojane, wê ew qezenc bike.
Nêrînên Ocalan ên di vê mijarê de wiha ne:
"Kî di nav vê aloziyê de, xwe baş rêxistin bike û siyaseta rast bimeşîne, wê ew qezenc bike. Yên me jî divê roj bi roj, siyaseteke têkûz bimeşînin. Min ewqas besha girîngiya avakirina akademiyan kir. Îro pêwistiya wan li holê ye. Eger tiştên îro diqewimin rast fêm bikin, wê karibin girtinên dawî jî pûç derxin. Divê rêbertiya demokratîk ya herêmî ya xwe derxin holê. Ev biryarên girtinê, taktîkeke dewletê ye. Bi meşandina siyaseteke rast, mirov bi rehetî dikare van girtinan pûç derxe."
Rêberê Gelê Kurd xwest ku gotina 'siyasetê bimeşînin' wekî xebateke îlegal neyê fêm kirin û got:
"Di bingehê demokratîk de xebatên muazem ên dikarin werin meşandin hene, ez dibêjim divê ev werin kirin.
Ocalan destnîşan kir ku niha di siyaseta Tirkiyê de ya girîng pratîkbûn e û dûre jî wiha dewam kir:
"Ez dibêjim em Tirkiyeyê ji xeta tund-neteweperest-nijatperest û xeta nerm-îslamî-muhafazekar, ji van her du hegemonyayan rizgar bikin. Ev xeta yekîtiya demokratîk e. Ev deh salin tim vê dibêjim, lê xebatekê li holê nabînim. Ev rewşa kevneşop a hêzên çepgir e. Hin tişt ji ber kirine û her tim wan dûbare dikin. Vaye girseyeke bi qasî çiyayan mezin heye, ez ji vê pêde dikarim çi bikim! Di vê navberê de min xebateke bêpempa meşand. Di nav BDP'ê de be an derveyî wê de be, ya girîng ewe ku xebateke hevpar were meşandin. Ji bo vê yekê desteya koordinasyonê dikare were sazkirin, xebateke hevdeng dikare pêk were, were meşandin."
"Beriya demekê min nivîsa Avnî Ozgurel xwend. Digot 'Kurd, PKK û Ocalan mijarên cuda ne, lê ev têkildarî hev in û ketine nav hev, eger bi hev re li ber çavan neyên girtin pirsgirêk çareser nabe.' Digot 'her gava dixwazin Ocalan li derveyî pêvajoyê bê hiştin evê Ocalan xurtir bike.' Ev tesbîteke di cîh de ye. Rast dibêje. Di vê navberê de ez lava ji ti kesî, ji dewletê jî nakim. Min di nexşerê ya xwe de destnîşan kiribû. Hêna ku tenduristiya min derfetê dide, ez dixwazim rola xwe bilîzim."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanê Kurd Ebumuslum Dogan ê li Semsûrê bedena xwe da ber agir bibîranî, û sersaxî ji malbata wî re xwest..
Ocalan, bi rasthatina Roja Zimanê Dayikê, ev peyam da:
Rêberê Gelê Kurd Ocalan, di beşa dawî ya hevdîtana xwe de, azadiya jinê nirxand..
Ocalan, got, divê jin azadiya xwe biparêze, û wiha axivî:
"Divê jin hemû şêweyên azadiya xwe bi pêş bixe. Divê di vî warî de, xwe zanatir bike.. Jineke Îskenderiyeyî bi navê Hypatîa, ji ber ramanên xwe, ji aliyê Xiristiyanên wê demê ve bi cezayê mirinê tê ceza kirin. Ji jinikê re dibêjin, 'Tu li dijî qanûnên me rabûyî.' Li hemberî êşkenceya ku lê dikin, jinik bi felsefeyê bersiva wan dide. Her ku ew êşkencê lê dikin, ew bi felsefeyê xwe diparêze û felsefeya xwe dibêje. Ji ciwanên der û dora wê kombûne re dibêje, 'Hûn ji bo berjewendiyên xwe û ji dilbijiyeke qeba a cinsî nêzîkî min dibin. Ez vê nêzikahiyê qebûl nakim.' Paşê ev jin, bi keviran tê lînckirin û wê dikujin. Divê jin jî ji bo azadiyê xwe bi vî awayî biparêze.."
Ocalan, mijara li Semsûrê ya Medîneya ji aliyê malbata xwe ve, bi saxî kirin bin axê jî bibîrxist..
û wiha got:"Li wir jin kirin bin axê, jinbûn û mirovahî kirin bin axê. Di navbera binaxkirina mirovekî û bi mîlyonan mirovî de ti ferq nîne.
Ocalan, di nirxandinin xwe de cih da bandorên sîstema kapîtalîst jî..
Her wiha Ocalan, anî ziman ku kapîtalîzm mirovan tine dike
"Gelek kesên betal hene. Jiyana xwendekarên zanîngeh qedandine, li qehwexaneyan diqede. Û nizanin ewê çi bikin. Ez dizanim, hê jî, hin hevalên me çixareyê dikişînin. Divê bi kapîtalîzmê nexapin. Pîrbûn girêdayî mejî ye. Divê hişê mirov bi hêz be. Hişê mirov çiqasî bi hêz be, bedena wan jî bi hêz dibe. Hişê mirov ne bi hêz be, û eger sîstem jî baş fêm nekiribe, bedena mirov jî, zû zeîf dikeve. Di pergala sermayedariyê de, dîtina heqîqetan û şîrovekirina wan gelek zahmet e. Ev pergal mirovan ji rê derdixe. Mirovên ji rê derdikevin jî, êdî bi kêrî ti tiştî nayên."