Friday, February 26, 2010

Newroz dibe rojeke fermî ya cîhanê


26.02.2010

BRUKSEL - Neteweyên Yekbûyî di rûniştina xwe de biryar da ku roja 21’ê Adarê (Newroz) bibe rojeke cîhanî û di nava salnameyên cîhanê de bê bicihkirin. Li gorî ragihandineke nivîskî peywendiyên giştî yên encûmenê giştî yê Neteweyên Yekbûyî, di vê rojê de zêdetir li 300 mîlyon kesan li Îranê, Afganistanê, Tacîkistanê, Azerbaycanê, hinek welatên Qafqasyayê, çend welatên Asyaya Navîn, çend welatên devera Balkan, çend welatên dora Deryaya Reş û Rojhilata Navîn, bi vê cejnê şad dibin. Di teksta ceribandina vê cejnê de ya encûmena giştî ya Neteweyên Yekbûyî, wiha hatiye nîşandan ku cejna Newrozê îranî ye û ji berî bêtirî 3 hezar salan ve hatiye naskirin.

No comments:

Post a Comment