Di hilbijartina ji bo Parlamentoya Iraqê de, kurd bi gelek lîsteyên cuda dikevin hilbijartinê. Çavdêrên siyasî ji hev dûrketina kurdan nirxand û gotin ku kurd ligel nakokiyên mezin ber bi hilbijartinê ve diçin. Her wiha Celal Talabanî wekî namzetê hemû lîsteyên kurd li ber kursiya Serokomariyê nîn e. Hemû aliyên siyasî yên Herêma Federal a Kurdistanê wekî pirseka herî giring û fersenda çareseriyê li hilbijartina 7'ê adarê ya Parlamentoya Iraqê dinêrin. Ji ber vê yekê jî tê texmînkirin ku Herêma Kurdistanê di navbera 4 lîsteyan de bi reqabeteke tûj re rûbirû bimîne. Helbet ev reqabet ji bi taybetî ji bo bidestxistina van 41 kursiyên parlamenteriyê ku ji bo her 3 bajêrên Herêma Kurdistanê Hewlêr, Silêmanî û Dihokê hatine diyarkirin. Her wiha li herêmên kurdnişîn jî yên wek Kerkûk, Diyala, Mûsil û Selahedînê (Tikrît) jî ji bo bidestxistina 47 kursiyan 3 lîsteyên kurdan di nava reqabeteke tuj dene. Dema rewşa kurdên ku li Bexdayê niştecihin jî li ber çavan bên girtin, asta nakokiyan xwe pirtir dide der. 4 lîsteyên sereke yên reqabetê dikin Ev 4 lîsteyên kurdan ku tê texmînkrin piraniya kursiyên parlamenteriyê yên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê bi dest bixin, ev in: "Lîsteya Hawpeymaniya Kurdistan ku ligel PDK û YNK'ê 11 partiyên din tê de cih digrin, Lîsteya Goran a Noşîrwan Mistefa, Lîsta Yekgirtû Îslamî Kurdistan a Selahedîn Mihemed Bihadîn û Lîsteya Komelî Îslamî Kurdistan a Alî Bapîr." Rewşa Zêbarî û Herkiyan Ji bilî van 4 lîsteyan li parêzgeha Mûsilê jî herdû eşîrên mezin ên kurdan Zêbarî û Herkî jî beşdarî Lîsteya Alî Iraqiye ya Ayad Alawî ku alîkarê niha yê Serokomarê Iraqê Tarîq Al Haşmî û Baasiyan re ne û alîkariya sûniyên ereb dikin. Her wiha li Kerkûkê ji bilî vê rewşê 4 lîsteyên din ên kurdan hene. Lîsteya Hevpeman dê li xwe kêm bike Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanî di hilbijartina sala 2005'an a Parlamentoya Iraqê de ku ji 275 kursiyan pêk tê, encax 53 kursî bi dest xistibûn. Li gorî texmînên tên kirin Lîsteya Hevpeymanî ya Kurdistanê ji ber belavbûna siyasî ya kurdan vê carê dê nikaribe ev qas kursiyan jî bi dest bixe. Lîstiye Goran hevrika Lîsteya Hevpeyman a Kurdistanê ye Listeya ku tê texmînkirin dê rikberiyeke mezin bi Lîsteya Hevpeyman a Kurdistanê re bike, Lîsteya Goran e. Lîsteya Goran di hilbijartina 25'ê tîrmeha 2009'an de ji bo parlamentoya Herêma Kurdistanê rêjeya ji sedî 25'ê dengên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi dest xist û di vê hilbijartinê de jî wekî hevrika herî xurt a Lîsteya Hevpeyman a Kurdistanê ye. Sekreterê Giştî yê YNK'ê yê berê Noşîrvan Mistefa serkêşiya Lîsteya Goran dike. Lîsteya Goran cara yekemîn e ku beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dibe. |
Sunday, February 21, 2010
Kurd bi nakokiyên mezin ber bi hilbijartina Iraqê ve diçin
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment