Thursday, February 18, 2010

Servîs, Navgîn û Zanyarî Arşîw/Lêgerîn Kunye/Rêvebirî Reklam Dayîn Nûçename Hişyarî Nûçe Şiyandin Pêywendî Derbarê HAWAR de RS



AMED, bakûrê Kurdistanê -- Ji TEVKURDÊ banga çalakîyê "roja zimanê zikmakî"

Bi wesîla “Roja Zimanê Zikmakî” ya ku ji aliyê Rêxistina Yekîtiya Miletan ya Perwerdê, Zanyarî û Çandê (ÛNESCO) ve hatiye îlan kirin, em ê li Diyarbekirê bi şîara “Zimanê me hebûn û rûmeta me ye!” û “Asîmîlasyon sûcê dijî mirovahiyê ye!” rêze çalakiyên li jêr organîze bikin. Li vê gorê:

1-Roja 21-ê Sibatê saet di 12.30-an de li ber avahiya AZC-Plazayê (Ofîsê) daxwiyaniya kîtlewî ya medyayê û vekirina pankart-filemayan li ser grîngiya rojê,

2-Li seranserê Diyarbekir bi grûbên kîtlewî belavkirina 10.000 belavokên Kurdî (kurmancî û kirdkî),

3-Li ser navê komela, rêxistinên siyasî, sivîl û sosyal ji bo parastina mafê zimanê Kurdî û şermezarkirina polîtîkayên asîmîlasyonê rêkirina daxwazname/dîlekçeyan ji bo dewlet û rêxistinên navnetewî,

*Di dema daxwiyanî û belavkirina belavokan de hildana pankart/filema û pêşmalkên li ser grîngiya mafê zimanê zikmakî û şermezarkirina asîmîlasyonê.

Em, banga li zimanê xwe xwedî derketinê li hemû Kurdan û teref-aliyên siyasî-sivîl û mafparêz dikin.
(çavkaniya giştî; puk media )
© HAWAR NT 2010


No comments:

Post a Comment