Thursday, February 18, 2010

Serhildana gelê Kurd ya li dijî komploya 15'ê Sibatê dewam dike..

Serhildana gelê Kurd ya li dijî komploya 15'ê Sibatê dewam dike..

Li navçeya Wanê Erdîşê, bi sedan kes li ber avahiya BDPê kom bûn û bi hilgirtina pankarta 'Em komloya 15'ê Sibatê şermezar dikin' dest bi meşê kirin..

Girseyê ku dixwest li ber avahiya hukûmetê daxuyaniyê bide çapemeniyê, rastî dijbeirya polîsan hat û daxwaza grise hate astengkirin..

Girse li hemberî benda polîsan, çalakiya rûniştinê lidarxist û bi sloganên 'Bimrê komploya 15'ê Sibatê' ber bi avahiya BDP ve meşiya...

Serokê BDP'a navçê Ramazan Alber, li hemberî girse axaftinek kir û got, ji ber berjewendiyên hêzên emperyalsît Rêberê Gelê Kurd Ocalan hat girtin..

Alber diyar kir, ku komplo bi hewldanên Ocalan û berxwedana gelê Kurd hate pûçkirin..

No comments:

Post a Comment