Saturday, February 20, 2010

OCALAN:Zextên li ser gelê kurd rawestînin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salvegera 15’ê Sibatê de hevdîtina bi parêzerên xwe re pêk anî û peyamên girîng dan. Ocalan spasî kir ji bo bi mîlyonan kesên bi armanca şermezarkirina komployê daketin kolanan û careke din anî ziman ku bi berxwedana gel, komplo bê encam hiştiye. Ocalan diyar kir ku ew hêviya xwe ya aştiyê diparêze, lê belê dîsa jî divê mirov ji bo hemû tiştan amade be. Ocalan, ji bo dawî li operasyonên girtin û binçavkirinan bê, bang li AKP’ê kir.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana bi mîlyonan kesên ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê daketin kolanan, silav kir. Ocalan ji ber hestiyara di salvegerê de nîşan daye, spasî kurdistaniyan kir û wiha got: “Berxwedana gelê me nîşan da, komplo bê-encam hişt. Bi komployê xwestin min tune bikin. Eger tiştekî wisa pêk hatiba, wê pêvajoyeke bi xwîn û kaosê dest pê bikira. Ji bo bêencamhiştina komployê di nav şertên de dijiyam. Sedema esasî ya helwesta min a 11 salî ya şertên Îmraliyê ev e. Êdî bi rehetî dikarim vê bibêjim, di encama berxwedana xurt û xwedî-derketina gel de, xetereya tunekirina kurdan û qirkirina siyasî ji holê rabûye.”
Ocalan peyamek da hêzên komplo pêk anîbû jî û got: ‘Xwestin netew-dewletokên biçûk ên girêdayî xwe derxin holê û bi vî rengî têkoşînên azadiyê ji holê rakin. Eger çareseriyeke di çarçoveya demokratîk de pêk were, wê ev polîtîkayên jî pêk biçin.”

REWŞA TENDURISTIYÊ DIDOME
Ocalan têkildarî rewşa tenduristiya xwe de jî ev agahî dan: “Şertên min ên tenduristiyê wekî herdemî ne. Şevan nikarim razêm, bênefes dimînin. Pir xwêdan didim. Nexweşiyên min ên tên zanîn hemû dewam dikin, ji ber ku ev der cihekî mîna bîrekê ye. Ez ê hewl bidim li ber xwe bidim. Gotin wê ji niha û pê ve, şertên vir biguherin. Hevdîtina bi hevalên din re jî, derxistin di hefteyê de 3 caran.”

HÊVIYA AŞTIYÊ DIPARÊZIN
Ocalan pêwistiya amadekariya li hemberî hemû pêkanînan anî ziman û wiha got: “Em hêviya xwe ya aştiyê diparêzin. Lê belê divê mirov li hemberî her tiştî amade be. Dîsa dibêjim. PKK wê li hemberî bûyeran bi xwe biryarê bigire. Pêkanînên heta biharê girîng in. Em hewl didin pêvajoya şer û pevçûnî rû nede. Helbet ev bi hewldanên yekalî nagihêjin armancê. Ez her tim amade me, ji vir alîkariya hewldanên çareseriyê bikim. Heta niha min kirin jî. Lê belê dibe ku ji niha û pê ve şertên min ên tenduristiyê destûrê nedin. Ez di nefesgirtin û dayinê de jî zehmetiyan dikişînim. Wê heta kengî wiha bidome nizanim. Lê hewl didim li ber xwe bidim.”

‘DAWÎ LI ZEXTAN BÎNIN’
Ocalan banga dawî li girtin û zextan bîne li hikûmeta AKP’ê kir û wiha got: “AKP neçare hin tiştan bike. Lê belê ji bo tiştek wiha çiqas musaîte nizanim. Ez nizanim ev pêvajoya difikire, çiqas kariye girseya xwe îkna bike. Dîsa hêzên li hemberî guhertinê li ber xwe didin hene. Lê belê divê AKP di vê mijarê de bi cesûr tevbigere. Divê bi biryar û bi hêz nêzî bûyeran bibe. Ji vir bang li AKP’ê dikim. Demildest dawî li girtin û zextan bînin. Gavên xizmetê çareseriyê bikin, biavêjin. AKP ji aliyekî ve wiha dike, ji aliyê din ve neçare guhertinan pêk bîne. Niha êşên vê dikişîne. Em jî hewl didin li Tirkiyeyê çareseriya demokratîk pêk bînin. Ev jî riya me ye.”
Ocalan, di têgihiştina çareseriya demokratîk de 3 prensîb wiha rave kirin: “Neteweya Demokratîk, têgihiştina netewe ye ku tê de ti netewe li ser neteweyeke din nabe desthilatdar, wî bi darê zorê asîmîle nake. Gel û çand bi dilê xwe têkiliyan bi hev re datînin, dikevin nav hev, hevdu tune nakin, rêzê ji hebûna hev re digirin û hevdu xwedî dikin. Di welatê demokratîk yan jî diyarê demokratîk de mirov bêyî ku li pirsgirêka sînoran biawiqe, bêyî çêkirina pirsgirêka sînoran bi hev re dijîn. Bi komara demokratîk jî ev yek temam dibe. Ev têgihiştina me ji bo demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn ji bi heman rengî ye.”
Ocalan, hişyar kir, eger kurd û hêzên demokrasiyê vê valatiyê danegirin, şer wê dijwar bibe û bêhtir mirov bimirin. Ocalan mijar wiha nirxand: “Li Tirkiyeyê valatiyek heye. Eger kurd û hêzên demokrasiyê vê valatiyê danegirin şer wê dijwar bibe û bêtir mirov wê bimirin. Belê eger ev valatî were dagirtin, hingî wê li Tirkiyeyê pêşî li aştiyeke gelekî manedar û demdirêj vebe. Li Tirkiyeyê divê di vê mijarê de xeteke hevpar were pêkanîn û hûnandin. Na eger hêzên neteweperest û faşîst ên mîna CHP û MHP’ê vê valatiyê dagirin, hingî rewşa mirov nikaribe jê derkeve û çareser bike wê xirabtir bibe.”
Ocalan çepgirên dema 1965-68an mînak nîşan dan û got, divê valatî ji aliyê demokratên radîkal ve were dagirtin. “Di dema 1965-68’an de gotina çepê navîn çêkirin û pêş xistin. Ciwanên şoreşger ên wê demê di vê mijarê de bû xwedî helwesteke gelekî hişk. Şert û mercên niha guncavtir in. Divê demokratên radîkal valatiya heyî dagirin. Bixwazin wê di nava BDPê de, bixwazin wê di nava partiya sîwan de cihê xwe bigirin. Çi dikin bila bikin, ya girîng ew e ku vê valatiyê dagirin. BDP divê nebe weke partiyên beriya niha. Divê xwe ji întîbaya neteweparêz a partiyên beriya wê li pey xwe hiştî, xilas bike. Di dema nû de dikare xwe weke partiyeke radîkal demokratîk a Tirkiyeyê birêxistin bike. Ev projeya xeta têkoşîna hevpar, projeya kurdan û demokratên radîkal e. Heta demokratên muhafezekar jî dikarin di navê de cihê xwe bigirin. Di nava xwe de divê demokrasiyê pêk bînin û bixebitînin. Eger têkoşîna hevpar neyê pêşxistin, hingî ez neçar im bêjim ev tesîra Ergenekonê ye.”

EGER AŞTÎ NEBE DÊ ŞER HEBE
Ocalan, dest nîşan kir ku derdorên weke elewiyan û tevgera 10’ê Kanûnê bi zanîn tên lebikandin û nabin partî. Ocalan xwest BDP rêjeya xwe ya dengan jî zêdetir bike. Rêberê Gelê Kurd bi bîr xist ku ji sala 1993’yan û vir ve ew ji bo çareseriyê hewl didin: “Hê her tişt bi dawî nebûye. Hêviya me ya çareseriyê hê heye. Lê belê ev der Tirkiye ye, mirov nizane ka wê çi biqewime. Eger aştî pêk were, ev ê gelekî manedar be. Heta tesîra wê wê heta bi Pakistan û Yemenê jî biçe. Wê ji bo her deverî bibe modeleke mînak. Lê na, eger aştî pêk neyê dibe ku pêvajoyeke şer a gelekî dijwar dest pê bike. Em ji bo ku ev pêk neyê hewl didin.”

DIVÊ TEDBÎRAN BIGIRIN
Ocalan dîtinên xwe yên der barê welatiyên din serdest ên kurdan de jî nêrînên xwe anîn ziman û wiha got: “Li Îranê bûyerên kiryarên wan nediyar dest pê kirin. Rewşa Îranê dişibe rewşa Tirkiyeyê ya salên 90’î. Ev tiştek gelekî xeter e. Ez ji ber cezayên dardekirinê, ji gelê me yê wir re, sersaxiyê dixwazim. Bi hurmet nêzî berxwedana wan dibe. Dikarin tedbîrên ewlekariya xwe bigirin û vekişin Zagrosan. Helbet vê ji bo jin û zarokan nabêjim. Lê yên ku dibin hedef dikarin tedbîrên xwe bigirin. Pîr û zarok dikarin li gundan bimînin, lê belê yên dibin hedef dikarin vekişên Zagrosan.”
PÊŞNIYARA KONFERANSÊ
Ocalan, bal kişand ser xetereyên tunebûna demokrasiyê ya li Iraqê û pêwîstiya yekitiya demokratîk anî ziman û wiha dewam kir: “Li Iraqê dikarin Konferanseke Aştî û Yekitiya Demokratîk pêk bînin. Sibê dema, Amerîka ji wir vekişe, wê ereb êrîşê kurdan bikin. Kurd bi xetereya qirkirinê re rû bi rû ne. Ji ber vê, Konferansa Aştî û Yekitiya Demokratîk pêşniyar dikim. Hemû gelên li wir, ereb, kurd û yên din, hemû dikarin di vê konferansê de werin cem hev, yekitiya xwe û pêşeroja xwe diyar bikin û van mijaran bi awayekî berfireh nîqaş bikin. Di rewşeke dijber de, xetereyeke mezin li benda kurdan e. Piştî dardekirina Sedam Huseyîn, xetereyên li hemberî kurdan kêm nebûne. Berovajî zêde bûne. Eger xebatên aştî û yekitiya demokratîk pêk neyên, hewldanên ji bo vê tunebûnê, wê tiştên Hîtler li hemberî cihûyan kirin, wê ereb jî heman tiştan li hemberî kurdan bikin. Wekî din, ji bo Sûriyeyê jî vê dibêjim. Bila rêxistinî û parastina xwe baştir bikin. Di vê çarçoveyê de gelê me yê li Îran, Iraq û Sûriyeyê silav dikim.”

TUNEKIRIN PÛÇ BÛ
Ocalan, helwestên li hemberî kurdan, di 3 kategoriyan de nirxandin. Ocalan anî ziman ku siyaseta înkar û tunekirinê ya 80-90 salî ya li hemberî kurdan bê-encam maye û wiha dewam kir: “Ya duyemîn, helwesta li Bakurê Iraqê, avakirina netew-dewletokeke biçûk e û li vir hepiskirina hemû kurdan e. Siyaseteke bi vî rengî, siyaseta îngilîzan e. Armanca esasî ya vê siyasetê jî, tasfiyekirina PKK’ê ye. Li Tirkiyeyê jî, bi ser DTP’ê de çûn û hewl dan DTPê qut bikin. Dîsa li parçeyên din, zext zêde kirin û hewl dan pêwîstiya vê siyasetê bi cih bînin. Sedema pêkanîna cezayên îdamê yên li Îranê jî ev siyaset e. Ev dardekirinên dawîn, roja ku Ahmet Davutoglu çû Îranê pêk hatin. Ev xelateke ji bo Tirkiyeyê bû. Lê ez bi rehetî dikarim vê bibêjim. Ev siyaseta wan bi ser neket. Me ew hewldan pûç derxistin. Ji ber vê jî, spasî gelê me dikim. Dilsoziya wan ya bi vî rengî, têkoşîn û berxwedana gel, ev siyaset pûç kir û em di vê pêvajoyê de, bi hêz bûn. Eger siyaseta wan bigihêştayê armancê, wê rewş bûbûya wekî rewşa Iraq, Îran, Israîl-Filîstinê. Lê belê helwesta me ya bi sebir ya li vir û têkoşîna gelê me, pêşiya wê siyasetê girt. Xeta me ya çareseriya demokratîk pêş ket.”

KARASUNGUR BI BÎR ANÎ
Ocalan, di dawiya hevdîtina xwe de jî yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîranîn. Her wiha ji bo malbata Mehmet Karasungur ku di salên 1980’î de di şerê navbera PDK-YNK’ê de jiyana xwe dest da silavê xwe pêşkêş kirin. Disa ji bo malbata Necmi Oral û Kemal Agca yên li Kopê di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest. Her wiha ji bo girtiyan jî silavê xwe pêşkêş kirin.

KCD rêxistina kurdan a sivîl e

Rêberê Gelê Kurd Ocalan, têkildarî rêxistinbûna kurdan a di qada sivîl û asta çareserkirina pirsgirêkên civakî de jî nerînên xwe anîn ziman. Ocalan ku vê hefteyê jî bûyera li Semsûrê ya ku Medine Memiş ya 16 salî zindî hatibû binaxkirin bi bîr xist. Ocalan bi bîr xist ku Semsûr navenda terîqatan e û diyar kir, dibe ku têkiliya vê kuştinê bi terîqatan re hebe. Ocalan bal kişande ser zarokên keç ên tên revandin û careke din hişyariya sazkirina parastina xweser û bipêşxistina rêxistinbûyina xweser kir.

MODELA KURDAN
Ocalan, destnîşan kir ku pêwîste Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî pirsgirêkên bi vî rengî xebatan bimeşîne. Ocalan careke din dubare kir ku KCD, BDP û KCK rêxistinbûnên cuda ne. Tekildarî vê yekê jî Ocalan wiha wiha got: “KCD rêxistinbûna kurdan a di qada civakî, çandî, aborî, spor û hunerî ye. Rêxistinbûneke ku tenê kurdan eleqedar dike. Qanûnî ye, xwe dispêrê legalîteyê. Qada kurdan a civaka sivîl e. BDP jî partiyeke siyasî û legal a xitabî tevahiya Tirkiyeyê dike ye. Têkiliyeke rasterast a bi KCK’ê re tuneye û divê nebê jî. Lê divê bi wan re dijminatiyê jî neke; dikarin bêjin dijminatiya wan ne karê me ye. Di vê mijarê de divê zelal bin. KCK jî tê wateya rêxistinbûna kurdan a hemû parçeyan. Rêxistinbûneke ne legal, derveyî qanûnan û çekdar e. Niha mîna tevgereke derveyî qanûnan tê nasin lê heger pêvajo ber bi aştiyê ve biçe dikare beşdarî pêvajoya demokratîk bibe.”STENBOL - ANF

No comments:

Post a Comment