Saturday, February 27, 2010

20 gund şewitandin gelek sivîl kuştin


27/02/2010

Cerdevanê bi navê Ethem Seyhan, di sala 1986'an de li gundê Tinatê yê girêdayî Nisêbîna Mêrdînê parazvaniya gund dikir û di navbera salên 1990 û 1998'an de jî cerdevanî kir. Seyhan, îtîraf kir ku dema ew cerdevan bûye wan zêdetirî 20 gund şewitandine.
Seyhan destnîşan kir ku ew û Sercerdevan Cengiz Kaymaz (Kulik) û Fermandarê Qereqola gundê Tinatê Haydar Kurekçî û hin cerdevanên din bi hev re zêdetirî 20 gund şewitandine û wiha got: "Em diçûn gundan, me ji gundiyan re digot, an hûn dê bibin cerdevan an jî hûn dê vî warî biterkînin. Min jî di şewitandina gundên wekî Çelê, Bizgurê, Cibilgirabê, Miştîne, Barbej, Sade, Karmete, Site, Kersibanê, Gundê Şêx Elî, Keberzute,Mikre, Toptepe, Hevîrne, Bacinî, Deonkê, Aferê, Gundê Xalit û gelek gundên ku niha nayên bîra min de, cih girt. Me hemû gundî li qada gund kom dikirin, ew tazî dikirin û me îşkence li wan dikir."
SÛC DIXISTIN STÛYÊ PKK’Ê
Ethem Seyhan îtîraf kir ku wan li gelek gundiyan îşkence kiriye û wiha lê zêde kir: "Sercerdevan Kaymaz ku navê Kulik li wî hatibû kirin, diçû gundên der û dorê û ji bo ku gundî bibin cerdevan zext li wan dikir. Rojek, 16 gund bi matorê ve girêdan û ew heta qereqolê bi vî awayî birin. Li qereqolê bi rojan îşkence li wan kir. Piştî ku wan gundiyan cerdevaniyê nepejiran, ew ji gund rakirin û malên wan şewitandin. Sercerdevan Kulik û Serleşker Hasan hemû kesên ku nedibûn cerdevan ji gund radikirin. Dema ku me gund dişewitandin jî ji gundiyan re digotin ku divê ew vê bûyerê wekî ku PKK'ê kiriye vebêjin û belge jî bi vî awayî bi wan didan îmzekirin. Heke kesekî çewtiyek bikira, Kulik hemû hatinên wan ên salê desteser dikir. Dîsa rojeke din jî Kulik 3 mirov birin qereqolê û bi rojan li wan îşkence kir. Piştî ku wan kesan cerdevanî nepejirand, Kulik ew radestî leşkerên ji Kayseriyê hatibûn kirin. Piştre min bihîst ku leşkeran jî 3 ji wan kesan wekî PKK'î nîşan dane û ew avêtine girtîgehê. Me jî çekên qaçax dixistin malên gundiyan. Piştre em diçûn me bi ser malên wan de digirt û ew jî wekî PKK'î nîşan didan. Me ew radestî dewletê dikirin."
BI ÎŞKENCEYÊ KUŞTIN
Seyhan daxuyand ku wan di sala 1993'yan de li mezrayeke Tinatê ya bi navê Dohmukê rojnameger Îbrahim Polat girtiye û bi îşkenceyê ew kuştiye. Ethem Seyhan der barê vê mijarê de ev agahî dan: "Dîsa em derketibûn derve. Li nêzî mezraya Dohmukê me hemwelatiyek girt. Ji me re gotin ku ew rojnameger e. Me ew bir nav erdekî beyar. Pişt re 3 erebeyên leşkerî hatin û Polat girtin ba xwe û ji me xwestin ku em ji wir biçin. Em hinekê dûr ketin. Dengê lêdanê dihat. Me bihîst ku bi lêdanê ew zilam kuştine."

KUŞTIN Û AVÊTIN BÎRÊ
Seyhan, kuştineke 'kiryarnediyar' a di sala 1992'yan de pêk hatiye jî vegot û axaftina xwe wiha domand: "Di wan salan de me ajokarekî minîbûsê bi navê Ahmet ê ku di nav gunê Tinatê û Cibirnakê de dixebitî bi hinceta 'alîkariya PKK'ê dike' kuşt. Sercerdevan Cengiz Kaymaz û Çawişê Pispor Aslan, Ahmet kuştin û birin ew avêtin bîreke avê. Piştre jî ji bo em neaxivin gef li me xwarin. Ez bawer im ku di wê bîrê de bi dehan cenaze hene. Çimkî li wê herêmê gelek kuştin pêk hatin."
Ethem Seyhan der birî ku wan di sala 1993'yan de riya minîbûsekê gund girtine û 8 kes kuştine. Seyhan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Sercerdevan Cengiz Kaymaz ê bi navê kod 'Kulik' ji me re got 'em dê sibê biçin herêma Alkadasûsê, 3 PKK'î dê di wir re derbas bibin. Em dê wan bigirin û radestî dewletê bikin.' Piştre di saet 05.00'an de em 27 cerdevan û du çawişên pispor ên bi navê Alî û Arîf çûn herêmê. Me xwe veşart û piştî saetekî erebe hat. Me riya erebê girt. Kulik, rêwî peya kirin û got; 'Ez navê kê bêjim, bila derkeve pêş'. 4 nav gotin û 4 kes derketin pêş. Kulik ew kuştin û piştre jî me li gule li hemû kesên di erebeyê de barandin." Seyhan, da zanîn ku di wê bûyerê de wî jî du kesên bi navê Ahmet û Halo kuştine.” Di ser bûyerê re salekî derbas dibe cerdevanan re doz tê vekirin. Dadgehê 6 sal ceza dide Seyhan,Tacettin Sakan, Nevat Aydin, Halit Aktar, Rahmî Kaçmaz, Vecdi Ozbay, Mehmet Şeyhan, Tevkif Akbay, Abbas Taş û Şehmus Şeyda.
ÎZMÎR - DÎHA

No comments:

Post a Comment