Friday, February 26, 2010

Zimanê kurdî û têkoşîna wê

26.02.2010

MÎRZA RONÎ

Ziman bi keda dayikan di destpêkê de ji zarokan re dibe firşik (haveyn). Li gorî zanyaran dema zarok di malzaroka diya xwe de ye girêdana zarokê û zimanê dayikê pêk tê; ango hêj di zikê diya xwe de hînî dengê diya xwe dibe û ziman di mejiyê zarok de firşik dibe. Ji xwe piştî ku tê ser rûyê dinê êdî her roj hînî dengê zimanê dayika xwe dibe.
Dengbêjên me kurdan jî, zimanê me kurdî bi salan e ji me re kilam, payîzok, lawik, çîrok, helbest û li ser şeran dibêjin; her meqamek ku ew dibêjin kaniyek ji kaniya zimanê kurdî ye. Ez dikarim bêjim ku eger çanda me ya dengbêjan ew qas ne dewlemend bûya, me dê îro gelek çîrok, wêje û dewlemendiya zimanê xwe winda bikira. Divê em ji bîr nekin ên ku zimanê me ji dagirkeran parastî dengbêjên me ne. Îro li nav tu neteweyan de çanda dengbêjiyê ne wek a me kurdan xurt e. Li vir bejna xwe li ber dengbêjên me ditewînim. Lê mixabin îro gelek ciwanên me kenê xwe li meqamê gotina dengbêjiyê dikin û ji çanda dengbêjiyê direvin û dikevin nav çanda populîst de. Ev şermek mezin e ku ciwanên me dikevin navde. Divê em dengbêjên xwe serbilind bikin û kilam û gotinên wa zindî bikin.
TÊKOŞÎNA ZIMAN
Zimanê kurdî; ji sala 1900’î pêde êdî bi polîtîkayên pişaftinê re rû bi rû maye. Tirkan li ser gelên din ê nav xwe de, armancên ku pergala yek neteweyî ji xwe biafirînin ketin nav hewldanên kirêt de. Gelên wek ermenî, suryanî û ereb bi kuştin û talankirinê ji nav xwe derxistin û mal û milkên wan wêran kirin. Lê ji gelê kurd re, bi xapandin û pergala pişaftinê pejirandin û stratejiya helandina nava xwe de ji kurdan re hiştin. Bi hilweşandina osmaniyan re, êdî zîhniyeta yek netewe û yek al, yek ziman kete cihê pergala osmaniya de. Piştî komara Tirkiye hat avakirin bi tundî hebûna kurdan hat înkarkirin û zimanê kurdî hat qedexekirin. Heta wê jorê her çiqas xebatên ciwanên kurd wek ‘komelaya Kurd Telebeyî Têvî Cemyetî’ xebatên li ser xwendin û ziman dabin meşandin jî, lê piştî avabûna komara nû ew jî têkçûn û xebatên wan hatin qedexekirin. Ji wê rojê virdetir her çiqas hin xebatên dem demî hatibin kirin jî ji gelê kurd re tu pergal li ser ziman nehatiye avakirin. lê divê ez li vir qala keda nemir Apê Mûsa bikim ku wî serê xwe li ber qedexe û zilmê ne tewand û di nav qedexeyan de jî, wî pirtûka bi navê ‘Birîna Reş’ di dema girtîgeha Stenbolê de, di sala 1959’an de, bi zimanê kurdî nivîsand. Weke di tekoşîna zimanê kurdî di nav komara Tirkiyeyê de bi qedexeyan re heta salên 1990’î hat, piştî salên 90’î êdî hin nerm bûn nava zagonên komarê de pêk hatin û hêdî, hêdî bêhna zimanê kurdî derdiket. Sala 1991’ê de Navenda Çanda Mezopotamya li Stenbolê vebû û di bin banê navenda çandê de xebat li ser ziman û çanda kurd dimeşiyan. Lê heta demekî kurt pêdiviyên zimanê kurdî zêde bûn û xebatên li ser zimanê kurdî ji nav navenda çandê derketin û berbi enstîtutiyê ve hat, piştî xebatên li ser kurdî rêk û pêk bûn di sala 1992’yan de roja 18 Nîsanê bi beşdarbûna gelek kesên navdar vebûna‘Enstîtuya Kurdî’ pêk hat. Piştî vebûna Enstîtutiyê warê zimanê kurdî de derfetek zanistî li pêşiya zimanê kurdî vebû. Dîsa heman sala 1992’yan de vê carê rojnameya ‘Azadiya Welat’ 22’ê sibatê de dest bi weşana heftane kir. Bi pêşketina hêla zimanê kurdî de gelek dewlemendî kete ser zimanê kurdî. Bi derketina rojnameya Azadiya Welat re di warê çapemeniya li ser zimanê kurdî de gavek girîng hat avêtin. Heta salên 2000’ê de gelek nivîskar û rewşênbîrên kurd girîngî dan zimanê kurdî û pêşketin di warê kurdî de pêk hat. Gelek pirtûk û kovar bi zimanê kurdî derketin û dewlemendiya zimanê kurdî her roj bêhtir dibû. Taybetî sala 2000’ê de çalakiya xwendekarên zanîngehê wek kampanya dayîn destpêkirin mohra xwe li çalakiyên li ser ziman da û çalakiya xwendekarên zanîngeh, cihê xwe li nav têkoşîna zimanê kurdî de girt. Bi hezaran xwendekarên kurd di zanîngehên bilind de daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê kirin û ev çalakî bû sedem ku di warê zimanê kurdî de hin gav bên avêtin û pergala qedexeya li ser zimanê kurdî teng kir. Piştî wê çalakiya xwendekaran, êdî dewlet neçar man hin gav avêtin di pêşîvekirina zimanê kurdî de rê vebû. Her çiqas hindik jî bê li gorî ku derfet bê bikaranîn gavek baş bû ku hin zagon ji pêşiya zimanê kurdî re vebûn. Bi wan guhartinên qanunî destûr da ku di bin banê komeleyên li ser zimanê kurdî vebin. Lê dîsa ji ber ne hesibandina zimanê kurdî dîsa gelek pêkanînên kenok didan pêşiya zimanê kurdî wek ku digotin bila deriyê komeleya ku li Êlihê vebûyî an ev qas metre be, an jî firehe teng bikin. Bi kurtasî dîsa bi gelek êş û eleman heta sala 2005’an hat û vê carê bi hêzek nûjentir komeleya li ser zimanê kurdî ‘Kurdî-Der’ li Amedê vebû. Dîsa Enstîtutiyê kurdî li Amedê jî ava bû û pergala zimanê kurdî rêk û pêktir dibû. Mirov dikare bêje ku ji salên 2000’ê pê de salên têkoşîna zimanê kurdî gurtir dibû û gelek gav di zimanê kurdî de dihatin avêtin; wek dîsa 2006’ê de Azadiya Welat bû rojane û rojane dest bi weşanê kir.

RÛPELEKE NÛ TZPKURDÎ
Dem bi dem têkoşîna zimanê kurdî hatiye weşandin, bi gelek ked û nirxan têkoşîn ji zimanê kurdî re hatine destpêkirin, her çiqas kêmasî di nava têkoşînê heta salên 2005’an hebin jî, bi serbilindî têkoşîn hatiye meşandin. Piştî salên 2005’ê êdî rûpelek din ji têkoşîna zimanê kurdî re vebûye. Bi rêxistinbûyîna TZPKurdî re gavek nû ji zimanê kurdî re hatiye avêtin. 21 Adar 2006 li Amedê rêxistina Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî ava bûye. Li gorî armanc û pergalên zimana TZPKurdî jî ji zimanê kurdî re pergalek daye avakirin. bi avabûna TZPKurdî re hêza rêxistinbûyîna li ser zimanê kurdî xurtir bûye û hişmendî û lêkolînên li ser ziman rêk û pêktir bûye. Di warê perwerdehiya zimanê kurdî de bêhtirîn xebat hatine meşandin û merheleyak nû ji gelê kurd re vebûye. Îro gelek şaxên komeleyên zimanê kurdî wek li Wan, Colemerg, Elih, Îzmîr û gelek navçeyan Kurdî-derê vebûne. Îro em dikarin bibêjin ku me pergalek a zimanê kurdî heye.
Lê ji bo ku em îro li Tirkiyeyê nêzî 25 milyon kurd in ji bo ku zimanê kurdî ji gelê kurd re fermiyeta zimanê kurdî di bin banê dibistana de pêwîste. Her çiqas xebatên li ser zimanê kurdî di bin banê Enstîtuti û komeleyan de bên meşandin jî ev ne têra perwerdehiya zimanê kurdî nakê; di serî de hêza fînansekirina ji bo perwerdê hêza TZPKurdî têrê nakê. Ji ber wê îro pêwîste ji hêla dewletê ve gav ji bo perwerda zimanê kurdî bê avêtin. Herî kêm divê herêmên kurd têde dijîn de perwerde zimanê kurdî fermî bête dayîn di dibistana de. Çi qedexeyên li pêşiya zimanê kurdî de bên rakirin, navên erdnîgariya kurdan dîsa zimanê resen bê nivîsandin û ji bo van xebata ji hêla dewletê ve piştgirî bête dayîn. Dîsa pêwîste em bi zanibin heke têkoşîna li ser zimanê kurdî neyê bilindkirin li gorî rewşa îro dewlet tu gava ku em dixwazin ji bo ziman naavêjê. Dîsa erk dikeve ser milê tevgera gelê kurd. Di vir de divê, TZPKurdî daxwaza perwerdehiya zimanê kurdî gurtir bike û her qada kurd lê dijîn de çalakiyên lê ser zimanê kurdî darbixe. Di serî de TZPKurdî zimanê kurdî li ser siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar kurd û rêveberên herêma ferz bike û hişmendiya zimanê kurdî bi wan bide ferzkirin. Dîsa hişmendiya zimanê kurdî li nav gel de bi rêk û pêk geş bike û komeleyên zimanê kurdî dewlemendtir bibe. Têkoşîna li ser zimanê kurdî dema çalakî têne kirin germahiyek heye lê mixabin dema çalakî diqedin dîsa hişmendiya zimanê kurdî ji holê radibe û her kes xwe dide aliyekî. Wek ku em dizanin roja zimanê dayikê hat û gelek li deveran çalakî meş û daxuyanî pêk hatin ev na lê zêde baş nebû; pêwîste bi wê germahiya hişmendiya ziman her tim gelê me û tevgera me li ser piya be. Hîna me azadiya zimanê xwe dest ne xistiye ku heta em tenê wek pîrozbahiyê li çalakiya binêrin. Li vir de barê giran dîsa dikeve li ser milê TZPKurdî. Me gelek welatparêz hene lê zimanparêzê me kêm in. Welatparêz eger zimanparêziyê neke welatpareziya wî jî qels dibe. Ji ber ku îro zimanê me welatê me ye.

No comments:

Post a Comment