Wednesday, February 17, 2010

Dozgeriya Amedê derbarê endamên Koma Aştiyê de doz vekir


Dozgeriya Amedê derbarê endamên Koma Aştiyê de doz vekir

Derbarê 17 endamên Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê, ku li ser banga Rêberê Gel Kurd Abdullah Ocalan hatin Tirkiyê de, bi îdîa 'Propaganda rêxistinê kirine" doz hate vekirin.

Serdozgriya Komarê ya Amedê, derbarê 17 endamên Koma Aştiyê, ku di 19'ê Cotmehê de, ji Qandîl û Maxmûrê hatin Tirkiyê, bi îdîa ku di daxuyaniya 30'ê Kanûna 2009'an, li Şaxê ÎHDa Amedê dane, 'Propaganda rêxistinê kirine" doz vekir.

Di îdîanameya dozê de gotina ''Hûn çawa şirove dikin bikin, Ocalan vîna siyasî ya 3 milyon û nîv gelê Kurd e. Nêzîkbûnên neyînî yên li hemberî Ocalan wê rê li pêşiya ziyanên medî û manevî veke", wekî sedem nîşan a.

Dozgeriyê, ji sedema van gotinan, derbarê 17 endamên komê doz vekir û daxwaza ceza kirina wan bi 5 sal ceza kir.

No comments:

Post a Comment