Friday, February 19, 2010

Ocalan; Yan aştîyeke ku bandora wê gelek fireh bibe an jî dê şerekî gelek mezin biqewime



AMED, bakûrê Kurdistanê -- Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan, diyar kir ku ew hewl dide ku "şer çênebe" û xwest ku BDP wekî partiyên berî xwe neke û nehêle navê
nijadperestyê bikeve ser.
© HAWAR NET 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

Li gorî nûçeya ANF'ê, Abdullah Öcalan li Girtîxana Îmraliyê bi parêzerên xwe re hevdîtina asayî pêk aniye û diyar kiriye ku ew hewl dide ku şer çênebe û wiha axaftiye: "Li Tirkiyeyê valatiyek heye. Heke kurd û hêzên demokrasiyê vê valahiyê danegirin dê şer dijwar bibe. Lê heke ev valahî bête dagirtin dê li Tirkiyeyê aştiyeke bi rûmet pêk bê."

Ocalan, derbarê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de jî nirxandin kirine û wiha gotiye:

Divêt ew wekî pariyên berî xwe dûvikê nijadperestiyê bi dûv xwe ve neke. Divê BDP divê heyama nû de xwe wek partiya radîkal demokrat a Tirkiyeyê bibîne. Ev xeta
demokrasiyê ya kurd û radîkal demokratan e. Heta demokratên muhafakar jî di nava vê de hene. Heke ev yek çênebe, ez ê mecbûr bim bibêjim ku bandora Ergenekonê li
ser heye."

Abdullah Ocalan derbarê çareseriya pirsgirêka kurd de jî ev tişt gotin: "Ji dema Turgut Ozal vir de ji bo vê yekê hewldanên me çêbûn. Lê ev der Tirkiye ye. Belî nîn e ka dê
çi biqewime. Heke aştî çêbe dê bandora wê gelek fireh bibe, dê bigihêje Pakistan û heta Yemenê jî. Dê bo her derê bibe modêleke mînak. Lê heke pêk neyên wê demê jî
dê şerekî gelek mezin biqewime. Em ji bo ev şer çênebe bizavê dikin."

Öcalan, bi bîr xist ku bo aşiyê tenê hewldanên wî têra nakin û eşkere kir ku ew her dem amade ye bo aşiyê tişta bikeve bser milan bike.
(servîsa nûçeyên rojevê)

© HAWAR NET 2010

No comments:

Post a Comment