Friday, February 19, 2010

Cenazeyê Muslum Dogan li Yazihanê hate veşartin

Cenazeyê Muslum Dogan li Yazihanê hate veşartin
Cenazeyê ciwanê 18 salî Muslum Dogan ku hate gotin di çalakiya 15'ê Sibatê de xwe şewitandiye, li Gundê Babalan ê Navçeya Yazixanê hate veşartin.

Ciwanê 18 salî Muslum Dogan ku xwendekarê lîseyê bû piştî tevli daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo şermezarkirina salvegera anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê bû, winda bû 3 rojan agahî jê nehat girtin. Îro cenazeyê Dogan 5 kîlometreyan li derveyî Semsûrê hate dîtin û cenaze şewitîbû. Hate diyarkirin ku Dogan ji bo ku zextên li ser gelê kurd û Ocalan prostesto bike, bedena xwe daye ber agir. Derket holê ku Dogan nameyek ji 5 rûpelan pêk tê li dû xwe hiştiye. Piştî ji bo otopsiyê cenaze şandin Saziya Adlî Tipê ya Meletiyê, ji wir bi konvoyek mezin bi dirûşmeya "Şehît namirin" birin Gundê Babalan a Navçeya Yazixanê. Cenaze li goristana gund ji aliyê girseyek mezin ve hate definkirin. Di merasima cenaze de li gel gundî, rêveberên BDP'ê û xwendekarên lîse û zanîngeha Înonu bi sedan kes amade bûn. Di dema veşartina cenaze de xizmên Dogan ji ser hişê xwe cûn. Di merasimê de hawarên kurdî û tirkî bilind bûn. Hate zanîn ku Dogan mehek berê ji malbatê re gotibû ew dê bimre. Dogan bi strana Çiyayê Bêzar hate veşartin. Di merasimê de strana "Kes nizane halim çiye" û "Çiyayê Bêzar" ku Dogan pir jê hez dikir bilind bû. Piştî veşartina Dogan bi dirûşmeya "Şehîd namirin" heta mala sersaxiyê meşiyan.

No comments:

Post a Comment