Thursday, February 18, 2010

Li Tirkiye Kemalîst û Fettullahçî ketin qirika hev!

AMED, bakûrê Kurdistanê -- AKP dema doza Şemzînanê de ji wezîfe girtina dozger Sarikayê re bêdeng ma bû ni ha jî hawara demokrasiyê dike...
© HAWAR NET 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

Serdozgerê Komarê yê Erzîncanê Îlhan Cîhaner, bi îdîaya “Endamtiya rêxistina Ergenekonê”, ‘’Peywira xwe nebaş bikar aniyê’’ û ‘’Gef û bêbextiyê dike’’ hate girtin. Piştî Cîhaner hate girtin Lijneya Bilind a Dozger û Dadgeran (HSYK) rayeyên Cîgirê Serdozger Tarik Gur, Dozger Rasim Karakullukçu, Mehemet Yazici û Osman Şanal ên ku der barê Serdozgerê Erzînganê Îlhan Cihaner de lêpisînê dan destpêkirin, betalkir. 4 dozgerên ku rayeyên wan hatin betalkirin, ji Edliyeya Erzeromê veqetiyan.

Serdozger Cîhaner ku li Edliyeya Erzeromê ji aliyê Dozgerê xwedî Rayeya Taybet Osman Şanal vê hate lêpirsiyarkirin, piştî lêpirsîna ku nêzî 7 saetan dom kir, di saetên sibê 06.00’an de bi daxwaza girtine sewqî dadgehê hate kirin. Cîhaner, piştî ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Erzeromê îfadeya wî hate girtin bi hinceta “Endamtiya rêxistina Ergenekonê”, ‘’Peywira xwe nebaş bikar aniyê’’ û ‘’Gef û bêbextiyê dike’’ hate girtin.


Parêzerê Serdozger Cîhaner, Hamît Sekman, diyar kir ku sibê îro, dê îtîrazî biryara 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Erzeromê bike.Dozgerê Komarê yê xwedî Rayeya Taybet Osman Şanal û 3 dozgerên din, duh li mala Serdozgerê Komarê yê Erzîncanê Îlhan Cîhaner a di ya li Ediliyeyê û li odeya wî lêkolîn kirin, ew binçavkiribûn.

Parêzerê Serdozger Cîhaner, Hamît Sekman, diyar kir ku sibê roja pênçemê, dê îtîrazî biryara 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Erzorumê bike.

Dozgerê Komarê yê xwedî Rayeya Taybet Osman Şanal û 3 dozgerên din, duh li mala Serdozgerê Komarê yê Erzîncanê Îlhan Cîhaner a di ya li Ediliyeyê û li odeya wî lêkolîn kirin, ew binçavkiribûn.


Dewleta Tirk dihêje

Ev çend rojin ji ber qrîza di dageriyê de kemalîst û fettullahçî ketine qirika hevûdin.. Di rastiya xwe de tişta ku muxalefet û statuqu parêz nikarin bikin bi rêya dadweriya kemalist tê kirin.

AKP dema doza Şemzînanê de ji wezîfe girtina dozger Sarikayê re bêdeng ma bû ni ha jî hawara demokrasiyê dike...

Li ser bûyerên doh Konseya Bilind ya Dadwer û Daozgera civînek awarta li ser vê rewşê kir, piştî gengeşeyên dirêj bi piraniya dengan biryar da ku, selahiyetên dozgerê Erzorumê yên taybet jê bêne standin û di derbarê wî de lêpirsîn bête kirin.
Ev yek wek helwestek bû ji bo ku hinek tawanbaranên leşkerî yên doza Ergenekonê newin dadgehkirin û doza Ergenekonê bisekine.

HSYK duh bi lez li hev civiya û bi biryarekê, li gorî benda 250/3 ya Qanûna Cezayê Muhakemeyê (CMK) bi îdiaya binpêkirina hikmê amîrtiyê û bisedeçûna peywir û rayeyê, Wekîlê Serdozgerê xwedî rayeya Taybet û Erziromê Tarık Gür, Dozgerên xwedan rayeya taybet ên Komarê Osman Şanal, Rasim Karakullukçu û Mehmet Yazıcı ji rayeyê mehrûm kirin û ji kar bi dûr xistin. HSYK bi tevlêbûna Musteşarê Wezareta Edaltê îro çar dozgerên nû li şûna dozgerên ji peywirê xistî, perwirdar kirin.

Profesorê Hiqûqa Îdarî û Hîndekarê Zanîngeha Maltepeyê Ali Ülkü Azrak îro ji AKnewsê re diyar kir ku rayeya HSYK'ê heye ku dozgeran ji peywirê bigire. Azrak bi bi^r xist ku HSYK'ê berê jî ev rayeya xwe bi kar aniye û wiha got: "Çawa rayeya wê ya peywirdarkirinê hebe her wisa rayeya wê ya jikargirtinê jî heye."

Azrak, bal kişand ku Musteşarê Wezareta Edaltê tevlê civîna wan bûye û ew texmîn dike ku êdî dê her tişt bête ser normalê.

Her wiha, hikûmet ji biryara HSYK'ê nerazî ye, lê piştî Yargıtay û Danıştayê vê carê CHP'ê jî piştevaniya xwe bo biryarê diyar kir. Serokê CHP'ê îro derkete ber kamerayan û îdia kir ku hikûmetê daraz dorpêç kiriye. Baykal, diyar kir ku ew biryara HSYK'ê di cih de dibînin û got, "Heke hikûmet pê razî nebe jî mecbûr e vê biryarê pêk bîne."

Piştî daxuyaniya duhî ya Wezîrê Edaletê Sadullah Ergin a derbarê mijarê de, îro jî, Cîgirê Serokwezîr Bülend Arınç nerazîibûna xwe ya bo biryarê da der. Arınç, bi bîr xist ku HSYK'ê bi vê biryara xwe hiqûq li bin guhê hev xistiye.

Arınç wiha axivî: "Bêyî ku bifikirin biryareke ku dê darazê sernişîv bike, hatiye girtin. Hêj bandora biryara Şemzînan kel, derbeyeke nû hatiye kirin. Gelo ji niha pê de kîjan dozger dê bikaribe bêtirs bi ser bûyeran de biçe."

Krîza darazê, bi vekolîna Serdozgerê Erzincanê İlhan Cihaner a derbarê terîqata İsmailağa û Cemaeta Fetullah Gülen de vekirî, dest pê kir. Piştre Serdozgerê Xwedan Rayeya Taybet ê Erziromê Osman Şanal îdi kir ku cemaet "çekdar" e ji ber wê rayeya darizandinê di destê min de ye. Di 3'ê Berfanbarê de derbarê Serdozger Cihaner de "xirab bikaranîna peywirê", "di belgeyên fermî de sextekarî" û "pêkanîna qirêjiya îmarê" bi heta 26 salan cezayê girtinê, doz li hatibê vekirin..
(ajansên cûda)

© HAWAR NET 2010

No comments:

Post a Comment