Friday, February 26, 2010

Qedexeya li ser Roj TV’ê rabû


26.02.2010

Doza biryara qedexekirina Roj TV'ê li Almanyayê pêr li Leîpzîgê, li dadgeha Îdarî ya Federal pêk hat. Dadgehê duh biryara xwe aşkera kir. Dadgehê biryar da ku doza Roj TV'ê dozeke navneteweyî ye û ji ber vê yekê doz radestî dadgeha Edaletê ya Luksemburgê kir. Her wiha biryara qedexekirina weşana Roj TV’ê li Almanya jî, bi tevahî hat betalkirin.
Dadgeha îdarî ya Leipzîgê di biryara xwe de dibêje, doza Roj TV ne tenê Almanya her wiha gelek welatên din jî eleqedar dike, ji ber vê divê li dadgeha Dîwana Edaletê ya Ewropayê ku li Luksemburgê ye bê dîtin.

DOZEKE EMSAL E
Dadgehê her wiha qedexeya li ser Roj TV'ê ya li Almanyayê jî careke din weke biryareke bêwate dît û ev biyar bi temamî betal kir. Ji xwe ev biryar berê jî ji aliyê dadgehê ve ji bo demekê hatibû rawestandin.
Li gorî vê biryarê ev doz jî girêdayî dozên din ên der barê Roj TV'ê de hatine vekirin e û dê li Luksembûrgê, Dadgeha Dîwana Edaletê ya Ewropayê bê dîtin.
Dadgeha Dîwana Edaletê dê biryarê bide ka têkiliya Roj TV bi PKK'ê re heye an na. Eger doz ji bo Roj TV’ê bi erênî bi dawî bibe, dê hemû dozên der barê Roj TV’ê de hatine vekirin betal bibin, lê eger neyînî bi dawî bibe jî, dê weşana Roj TV’ê li hemû welatên Ewropayê bê qedexekirin.
Pisporên hiqûqê destnîşan dikin ku dozeke wisa herî hindik du sê salan dewam dike.
LEIPZÎG


No comments:

Post a Comment