Thursday, February 25, 2010

KCK’ê bang li Gulen kir


25/02/2010

Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murat Karayilan bi lêv kir ku nûçeyên ku di çapemeniya tirk de cih digirin yên wekî ‘Karayilan talîmata êrîşên saziyên Gulen dide’ ne rast in. Karayilan wiha axivî: “Cemaeta Gulen dijminatiyê ji kurdan û tevgera me re dike û bêrez nêzî me dibe. Talîmata min a şîdetê nîn e. Ger em bixwazin em dikarin wan ji Kurdistanê biavêjin.”
Karayilan ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Cemaeta Fethullah Gulen di nav şerê Kurdistanê de bi dilxwazî cih digire. Karayilan anî ziman ku çawa dewleta tirk li hemberî Tevgera Kurd cerdewanî birêxistin kiribe, di warê siyasî û bîrdozî de jî Cemaeta Gulen bi awayekî dilxwazî li hemberî kurdan têdikoşe.

MÎNA DAÎREYA ŞERÊ TAYBET
Karayilan destnîşan kir ku cemaet li hemberî kurdan wekî Daîreya Şerê Taybet tevdigere û wiha got: “Doza gelê kurd a azadiyê dozeke meşrû û mafdar e. Di dîrokê de li hemberî kurdan qetlîamên mezin pêk hatine. Kurd bi bêwijdanî û zalimiyê re rû bi rû mane. Tevgera Kurd îro ji bo pergaleke wekhevî têkoşîna azadiyê dimeşîne. Dibe ku hûn rêbazan rexne bikin û li dijî bisekinin. Lê ger hûn bi uslup û tarzê xwe bi riya çapemeniyê ve wekî Daîreya Şerê Taybet tevbigerin û êrîşî Tevgera Azadiya Kurdan bikin tu eleqeya wê ne bi dîn re ne bi welatpareziyê re û ne jî bi biratiyê re heye. Di salên 1970’yî de ocaxa ulkucuyan wekî polîsan tevdigeriyan û digotin ‘em Tirkiyeyê diparêzin’. Li ser vê esasê pêvçûna çep û rastan kûr bû. Îro hê jî birînên vê pirsgirêkê dom dikin û di rojevê de ne.”

‘ÊRÎŞÎ GELÊ ME DIKIN’
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayıilan diyar kir ku niha jî cemaeta Gulen li hemberî kurdan xwe dixe cihê dewletê û li hemberî kurdan têdikoşe û Karayilan wiha got: “Bêguman ev êrîş li hemberî gelê me pêk tê. Em li hemberî vê yekê di eniya bîrdozî û siyasî de têdikoşin. Ji ber ku di perçekirin û tasfiyeya gelê me de herî zêde ev cemaet derdikeve pêş. Demek berê rêberê me di vê mijarê de daxuyaniyek da. Lê di polîtîkayên wan de tu guhertin nîn in. Em dibêjin bila dev ji dijminatiyê berdin. Ger guhertineke polîtîk pêk bînin emê jî nêzikahiya xwe li gorî wê di ber çav re derbasbikin.”
Karayilan bilêvkir ku li hemberî van êrîşan, wan talîmata êrîşa saziyên cemaeta Gulen nedane û wiha got: “Bi awayekî xwezayî hîn derdorên kurdan carnan êrîşî saziyên van kirine. Heta niha me di vê mijarê de talîmateke fermî nedaye. Ger em talîmatekî bidin emê van ji Kurdistanê biavêjin. Li gorî me niha dema planeke bi wî rengî nîn e. Divê ew jî xwe nexin cihê hîn tiştan. Bila nebêjin PKK’ê li dijî me şer vekiriye. Meraq nekin ger em li hemberî we şer vekin emê we ji Kurdistanê biavêjin. Lê hûn xirabiyên mezin bi gelê me dikin. Divê hûn dev ji van tiştan berdin bêguman gelê meyê jî bersivekî bide.”
Karayilan da zanîn ku li hemberî cemaeta Gulen êrîşên ciwanên kurdan û hîn derdoran jî bê mafdar nabînin û wiha pê de çû: “Lê bi riya çapemeniyê ve hemû weşanên xwe de û pêkanînên pratîk ve li hemberî kurdan bêrêz tevdigerin û ji bo xeteke hevkar pêşbixin rihê wan diçe. li hemberî kurdan pêşxistina xeta hevpar a siyasî tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku li hemberî PKK’ê xeteke cuda derxin û di nav kurdan de şerê naxweyî derxin. Armanca vê cemaetê derxistina şerekî wiha ye. Her wiha ev xet dijminatiya li hemberî kurdan e.”

BANG LI CEMAETÊ KIR
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan bangî mezinên cemaeta Gulen kir ku dev ji xeta dijminatiyê berdin û wiha got: “Em bang dikin ku bila mezinên vê cemaetê û aqilmendê wan li hemberî tevgera me û gelê kurd dev ji dijmanatiyê berde. Ez dibêjim ku bila van tiştan ji raya giştî re aşkera bikin; xwe xistina cihê Daîreya Şerê Taybet a dewletê û ev çiqas li gorî îdeolojiya wan e? Û çima li hemberî Tevgera Azadiya Kurdan ku koka wê di dîrokê de ye êrîş dikin? Bila lêpirsîn bikin ku bi kîjan wijdanê ve me tawanbardikin û êrîşê me dikin. Ger dev ji dijminatiyê berdin wê demê em û gelê me jî nêrînên xwe ber çav derbas bikin.”
Karayilan anî ziman ku li hemberî komeleyên Mustazaf jî planên wan êrîşê nîn in û wiha got: “Di dema serhildanên gelê me de hîn caran an zanebûn an jî nezanebûn êrîş pêk tên. li hemberî van derdoran jî tu plana me êrîşê nîn e. Li hemberî van jî em şîdetê esas nagirin.” BEHDÎNAN - ANF


No comments:

Post a Comment