Wednesday, February 17, 2010

Rûreşî û bê-exlaqiya Tirkiyê derkete meydanê

Di bûyera defin kirina 4 gerilayên di sala 1993an de li Geliyê Zîlan jiyana xwe ji dest dabûn de, rûreşî û bê-exlaqiya Tirkiyê derkete meydanê.

Çavdêrê bûyera degfinkirinê Şahabeddin Demîr destnîşan kir ku, di dema ku hate xwesitn 4 gerila di gorîstana Muhammed de, bi rengekî derî insanî defin bikin, serî li esker dane û xwesitne cenazeyan bigirin. Esker û tîmên taybet, sixêf kirine û ew tehdît kirine û gotine: 'Xwe nêzîkî wan nekin, yan na emê we jî, li gel wan defin bikin.'


Şifêrê Kepçeya ku gerilayên PKKe li goristana Taxa Bazidê veşartin wiha got: "Ez li şaredariyê bûm. Derengî şevê, li ser daxwaza şaredar, ez çûme goristanê. Ne hiştin ku ez lembeyên kepçê pêbixim. Cenaze, di pişta erebeya eskerî de bûn. Di nav cenazeyan de jinek jî hebû. Gotin, emê teva di yek gorê de veşêrin.

Şifêrê kepçê got ku gelek polîsên sivîl yên bi çek li gorîstanê hebûn. Gelek gotinên pîs û kirêt li cenazeyan dikirin. Lê min fêm diki kir ku ditirisn.

Şifêr wiha dewam kir: Piştî ku min çal vekir, polîsekî sivîl ez ji kepçê daxistim û got; 'Tu jî Kurd î, eger tu vê bûyerê eşkere bike, aqîbeta te jî wê bibe wek ya wan.' Rastî ez tirsiyam. Ji ber ku ola wan tune ye, zalim in û bêbext in, min got, temam.

Ajokarê Kepçeyê, dazanîn ku li gelek qadên Erdîşê û Goristana Seyîd Muhammed, gorên tomarî hene û xwest ku saziyên mafên mirovan li herêmê lêkolînan bikin.

No comments:

Post a Comment