Friday, February 26, 2010

26/02/2010


Guneş UNSAL - AMED/DÎHA

Berê jî hin hewldanên DYA’yê yên li dijî Çînê hebûn. Niha jî derket holê ku DYA Çînê bi mertalên fuzeyan dorpêç dike. Ji aliyê Qin Jize û Li Xiaokun ve di rojnameya China Daily de gotarek hat weşandin. Li gorî pisporên leşkerî, tiştê başûrê Ewropayê xwest bîne serê Rûsyayê, DYA tîne serê Çînê.
Wekî ku tê zanîn, di dema borî de di navbera DYA û Tayvanê de peymanek pêk hatibû û DYA’yê 114 fuzeya Patiot, 60 firokên Black Hawk û amûrên ragihandinê yên ji bo F-16’ên di destê Tayvanê de bi 6.4 milyar dolaran dabû Tayvanê. Li ser vê yekê jî Çînê DYA’yê hişyar kiribû û xwestibû ku vê peymanê rawestîne. Tayvan, li başûrê Çînê ye û li gorî îdîayan jî aliyê başûr ê dorpêça DYA’yê ye.
DORPÊÇA AMERÎKAYÊ
Dîsa çend pisporan jî bal kişandin ser peymana navbera Tayvan û Washintonê. Di nivîsan de jî herî zêde li ser bertekên Çînê hat rawestandin lê ev yek hat paşverûkirin ku Tayvan welatê herî stratejîk a dora Çînê ye. Mîralayê Hêzên Hewayî û stratejîstê leşkerî Dai Xu der barê mijarê de rojên borî gotak nivîsand. Gota wî jî wiha ye: “Çîn di nav dorpêçekî de ye. Dorpêça li dora Çînê ji Japonyayê dest pê dike û heta Afganistanê didome. Pergala mertalên fuzeyan a DYA’yê jî dişibe dorpêçeke li dora Çînê.”

FÛZEYÊN AMERÎKAYÊ
Her wiha Pisporê Pirsgirêkên Leşkerî, Kursuya Hiqûqê û Zanistiyên Enstîtuya Siyasî ya Şangayê Ni Lexiong, jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Amerîka sîstema dijberî fuzeyên ku li welatên cîran ên Çînê bi cih kirine û ev yek qopya pergala Ewropa ya li hemberî rûsya bikar tîne ye. Lexîong, anî ziman ku Rêveberiya Obama piştî Ewroya Rojava ev pergal da sekinandin, plan dike ku vê pergalê li dora Çînê bikar bîne.
Rêveberê Navenda Xebatên Stratejiya Ewlehiya Navneteweyî Tang Xiaosong, jî anî ziman ku daîreya li derdorê Çînê hatiye avakirin, dibe ku di demek bêwext de, bêalî fireh bibe. Xîaosong, da zanîn ku Washington, difikire ku parastina fuzeyên bi navê Patriot Advanced Capability (PAC)-3 PAC-3’an bifroşe Hindistan û Welatên Asya Başûrê Rojhilat ên Asyayê.

SÎNORKIRINA ÇÎNÊ
Pisporan, destnîşan kir ku engenrasylona di navbera welatên Hîndîstan û DYA’ê de derkeve dê ewlehiya Çînê serobin bike. Sefîrê berê yê Çînê yê Hîndîstanê Peî Yuanyîng jî Çîn dê ji têkiliyek bi vî rengî pir aciz bibe û Peî Yuanying wih agot: “DYA polîtîkayên xwe yên derbarê Çînê de demdirêj plan kirine. Ev polîtîka dê di serdema Obama de jî neyên guhertin. Tê xwestin ku Çînê di nava peyama NY’ê de bisînor bikin û bêçek bihêlin.”


No comments:

Post a Comment