Thursday, February 18, 2010

Banga tevlî bûnê ji doza BDP'yiyan a sibê


Share/Save/Bookmark

AMED, bakûrê Kurdistanê -- Sibê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê danişîna endamên wan ên ku di “operasyona KCK”ê de hatine girtin bê dîtin

Tum Bel Sen’ê ku ji bo şermezarkirina girtinên di operasyona “KCK’ê de li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê çalakiya rûniştinê pêk anîn, bang li saziyên sivîl kirin ku sibê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran tevli danişîna endamên wan bibin.

Endamên Sendîkaya Hemû Xebatkarên Şaredariyê (Tum Bel Sen), li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê civiyan û di serî de girtina nûnerê xwe yê li Şirnexê Metîn Findik, hemû girtinên di çarçoveya “operasyona KCK”ê de şermezar kirin. Endamên sendîkayê li vir pênc deqe çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Li ser navê sendîkavanan Seroka Giştî ya Tum Bel Sen’ê Vîcdan Baykara axivî. Baykara, diyar kir ku kesên hatine girtin xebatên demokratîk meşandine û sedema girtina wan jî ev xebat in. Baykara, wiha got:
“Ji ber ku endam û rêveberên me tevli van xebatên demokratîk bûne, hatine girtin. Girtin û binçavkirinên bi vî awayî nayên qebûlkirin.” Baykara, destnîşan kir ku li hemberî rêxistinbûna civakî êrîşeke mezin tê meşandin û wiha berdewam kir: “Ev helwesta êrîşkar a hikûmetê bêtehamûliya li hemberî siyaseta demokratîk, rêxistinbûna kedkar û muxalefetê ye. Ev bêtehamûlî du roj berê li hemberî zarokên ku li kuçeyan nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan dan jî pêk hat. Li Enqereyê li hemberî karkerên TEKEL’ê jî ev bêtehamûlî hate nîşandin.”

Baykara, bi bîr xist ku dê sibê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê danişîna endamên wan ên ku di “operasyona KCK”ê de hatine girtin bê dîtin û bang li hemû nûnerên saziyên sivîl kir ku ji bo piştgiriyê tevli danişînê bibin.
(çavkaniya giştî; puk media )

© HAWAR NET 2010

No comments:

Post a Comment