Wednesday, February 24, 2010

Ceza li zarokan barandin

24/02/2010
Li Amedê 5 zarokên ku bi hinceta dema gera Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan de kevir avêtine bi îdaiya “propagandaya rêxistinê kirine” ji bo her yekî wan 7 sal û 5 meh ceza hate birîn. Parêzera Bêrîvan S. a biçûk ku ji ber heman îdiayan girtiye Meral Daniş Beştaş jî got ku psîkolojiya muwekîla wê xira bûye.
Dadgehên Tirkiyeyê her roj cezayên giran didin zarokên kurd. Bi hinceta ku zarokan kevir avêtine polîsan an jî beşdarî çalakiyan bûne cezayên ji temenê wan mezintir li wan dibirin. Herî dawî danişîna 5 zarokên ku bi hinceta ku dema Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan hatiye Amedê kevir avêtine li 5 ‘emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê de hate dîtin. Zarokên ku bêgirtî tên darzinadin F.G., M.A., Ş.A., B.Ç. û B.S. beşdarî danişînê nebûn. Parezêrên zarokan parastina dawî kir û sûcên ku tê gotin zarokan kirine qebûl nekirin. Parezêrena beraeta zarokan xwest. Piştî navberê heyata dadgehê bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kirine” 13 sal û 6 meh ceza dan zarokan. Piştre ji ber ku temenê wan biçûk e cezayên zarokan daxistin 7 sal û 5 mehan.
Di vê navberê de parêzera Bêrîvan S. a ku beriya demeke 7 sal ceza lê hatibû birîn Meral Daniş Beştaş jî li ber adliyeyê daxuyaniyek da. Beştaş got ku psîkolojiya Bêrîvanê xira bûye. Beştaş diyar kir ku ew çûye serdana wan û Bêrîvan û hevalekê wê jê re gotine “ji bo ku me ji vir xilas bikî hatiyê.Em li vir pir ditirsin. Zaroka min hate bîra min û ez giriyam. “ Beştaş daxuyand ku ji bo ku zarok di qawîşeke cuda de bên girtin dê serî li Midûriyeta Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bidin. AMED

No comments:

Post a Comment