Friday, February 19, 2010

Ji jinên mexdûr pêşnûmeqanûna 'Navendên Krîzê yên Tecawizê'

Ji jinên mexdûr pêşnûmeqanûna 'Navendên Krîzê yên Tecawizê'
Di pêşengiya jinên mexdûr ên tecawîzê ku "Platforma Jinan a li hemberî Şîdeta Zayendî" hate sazkirin, ji bo mexdûriyeta jinên rastî şîdeta zayendî tên, kêmtir bikin di nava xebatê de ne. Jinan ku şîdeta zayendî wekî; "Polîtikaya pergalê" bi nav dikin, bal kişandin ku travmaya piştî taciz û tecawizê, ji ber têgeha zayêndî ya serdest zêdetir dibe û ji bo avakirina "Navendên krîzê yên tecawizê" dest bi amadekariyên qanûnê kirin.

Li Tirkiyeyê yekemîn car, beriya salekê bi pêşengiya mexdûrên tecawizê, bi hevkariya rêxistinên jinan ên ku hatin cem hev û ji bo mexdûriyeta jinan vebêjin û li hemberî polîtîkayên şîdata zayendî têbikoşin, "Platforma Jinan a li Hemberî Şîdeta Zayendî" hate avakirin. Jinên ku rastî tecawîzê tên ji ber tabû û têgeha zayendî ya civakê bandora li ser wan çêbûye venabêjin û ev yek wekî travmayakê derdikeve pêşiya wan. Jinên bûne mexdûrên tecawizê, ji ber têgeha şîdeta zayendî ku berhemê pergala zilamtiyê ye, naxwazin nasnameyên xwe diyar bikin û bi riya rêxistinên jinan, li hemberî tiştên hatine serê wan têkoşîna xwe didomînin. Endama Kooperatîfa Amargî û "Platforma Jinan a li Hemberî Şîdeta Zayendî" Esen Ozdemîr ku ji damezrandina platformê heta niha di nava xebatan de cih digre, diyar kir ku hişmendiya damezrandina vê platformê, piştî serlêdanên jinên mexdûr ên tecawîzê zêde bû, çêbûye.

'Pergal mexdûriyeta jinên rastî tecawîzê tên zêdetir dike'

Ozdemîr, destnîşan kir ku mexdûran berê di nav xwe de "înîsiyatîfa bila tacîz û tecawîz bi dawî bibe" ava kiriye û da zanîn ku Amargî jî di serî de bûye sekreteriya vê avasaziyê û piştre jî ev înîsiyatîf veguheriye platformê. Ozdemîr, diyar kir ku li welat jinên ku rastî tecawizê tên, bi pergala heyî mexdûriyeta wan zêdetir dibe û wiha got: "Li Ewropayê ji bo ev mexdûriyet kêmtir bibe navendên krîzê yên tecawizê hatine avakirin. Piştî hind lêkolînan me navendên krîza tecawizê mînak girtin."

Ozdemîr, anî ziman ku li Tirkiyeyê jî mirov dikare ji bo navendên krîzê pêşnûmaqanûnê amade bike û got ku platform bi 3 armancan hatiye damezrandin, yek ji bo pêşxistina zanebûna der barê şîdeta zayendî de, ya duyemîn jî li hemberî van sûcan meşandina têkoşînê û ya sêyem jî kemkirina mexdûriyetê ye."

'Me li Meclîsê xebatên lobiyê kirin'

Ozdemîr, destnîşan kir ku wekî beşdarên platformê û yên ne platformê hatin cem hev û li Stenbolê atolyeya zanistiya li hemberî şîdeta zayendî çêkirine. Ozdemîr, diyar kir ku li Meclîsê xebatên lobiyê dimeşînin û bi Sermuzakerevanê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagiş, Wezîra Dewletê ya Berpirsiyara Jinê Selma Aliye Kavaf, ji Komîsyona Wekheviya Fersenda Jin û Zilam Guldal Akşît re hevdîn çêkirine û pêşnûmaqanûnekê ji bo avakirina Navendên Krîzê yên li Hemberî Tecawizê dane wan. Ozdemîr, got ku her wiha bi 5 parlementêrên jin ên BDP'ê û Parlementera CHP'ê ya Edeneyê Gaye Erbatur re jî hevdîtin çêkirine û di Komîsyona Wekheviya Fersendê ya Jin û Zilaman de brifîng daye.

'Pêvajoya tibî û ya edlî li Tirkiyeyê travmaya mexdûran zêdetir dike'

Ozdemîr diyar kir ji niviyê zêdetir jin li Tirkiyeyê rastî şîdetê tên û ji sedî 15'yê wan jî rastî şîdeta zayendî tên û li ser vê mijarê wiha axivî: "Kiryarên van şîdetan jî piranî; hevser, hevserê berê û heskirî ne. Li Tirkiyeyê der barê şîdeta zayendî de kêmasiyên gelek zêde yên îstatîskan hene. Li hemberî jinan yek na bi sedan cûreyên şîdetê tên bikaranîn. Pêvajoya tibî û edlî ya li Tirkiyeyê piştî jin rastî tecawizê tên, tê meşandin travmayan jinan zêdetir dike û hema bêje jin dîsa rastî tecawizê tên. Ev yek çawa dibe? Dem jin rastî tecawizê tê diçe qereqolê, careke din dibêje. Ji bo tecawîzê raporî dozger bike diçe ji rayedarên nexweşxaneyê re dibêje û li dadgehê careke din dibêje. Ev yek jî rê li ber travmayên girantir ên jinan vedike. Em dixwazin ev navend pêşiyê li nexweşxaneyan bên sazkirin. Bi vî awayî dema jin rastî tecawizê bên pêwîstî pê namîne ku sazî bi sazî bên gerandin. Li navendên krîzê yên tecawizê dê tevahî karên edlî û tibî li wir bên çêkirin. Ji ber vê yekê jî em dixwazin ev navend di zûtirîn demê de ben sazkirin.

No comments:

Post a Comment