Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di civîna partiya xwe de axivî û li hemberî daxuyaniyên Serokê Giştî yê CHP'ê Deniz Baykal ên der barê darizandinên li Deriya Sînor a Xebûrê, bertek nîşan da û got ku darizandina Xebûrê, wekî darizandina li Îmraliyê pêk hatiye. Erdogan anî ziman ku wan, ji bo Bendava Ilisûyê ya ku dê Heskîfê di bin avê de bihêle jî pere peyda kiriye û wiha got: "Gelek derew hatin kirin. Hate gotin ku Heskîf dê di bin avê de bimîne. Tiştek wiha tune ye. Ev bendav, projeya rizgarkirina Heskîfê ye. Çimkî em niha Heskîfeke nû ava dikin." Erdogan di daxuyaniyên xwe de dîsa zarok kirin hedef.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di civîna partiya xwe de axivî û da zanîn ku wan ji bo lehiyên li Antalya û Edirneyê 'hemû derfetên xwe pêşkêş kirine'. Erdogan bal kişan ser serdana wî ya Katarê û got ku ew tev li foruma 'DYA û cîhana îslamî' bûye. Erdogan wiha got: "Tirkiye û Katarê dîrok û erdnîgiriyeke parve kirine û di dema me de jî di nav her du welatan de têkiliyên dîrokî bi pêş ketine." Erdogan, pesnên peymanên aborî yên bi Katarê re çêkirîn da.
Erdogan dîsa xwe di GAP'ê werkir
Projeya Anatolyaya Başûrê Rojhilat (GAP) ku ev 20 sal in pêk nayê û hemû desthilatdarî di dema xwe de careke din pêşkêşî raya giştî ya Tirkiyeyê dike. AKP'ê jî GAP careke din girt rojeva xwe. Erdogan da xuyakirin ku ew, hefteya borî ji bo GAP'ê civiyane û vizyoneke nû dane projeyê. Erdogan wiha pê de çû: "Me di demeke kurt de pêşketinên mezin pêk anî. Heke ku hûn ji Enqereyê dernekevin, nikarin xebatên GAP, DAP û DOP'ê bi rê ve bibin. Me xebatên avdanî û gihandinê lezgîntir kirine."
Qaşo 'Ilisû projeya rizgariya Heskîfê ye'
Erdogan, derbîrî ku Bendava Ilisuyê dê di qada enerjiyê de 3 milyar û 800 milyon kîlowat enerjiyê biafirîne û wan xebatên bendavê jî dane destpêkirin. Erdogan axaftina xwe wiha domand: "Ev projeya me pir provake kirin. Gelek derew kirin. Bi rastî ev, projeya rizgarkirina Heskîfê ye. Çimkî em, Heskîfeke Nû ava dikin. Em dê hemû berhemên dîrokî bibin cihekî din. Ev ne pirsgirêkeke mezin e. Em dê Heskîfeke nû ya mezintir ava bikin."
Erdogan diyar kir ku wan li her derê gelek xebatan dane destpêkirin û wiha got: "Dema ku hûn ji Edirneyê bi rê bikevin, hûn ê heta Colemêrgê li her derê înşatên nexweşxane, edliye û qesrên çandê bibînin. Hûn dê bibînin enerjiyên bayê çawa dixebitin. Vê xebatê bi desthilatdariya AKP'ê dest pê kir."
'Çawa dadgeh li Îmraliyê çêbû wisa li Xabûrê jî çêbû'
Erdogan li ser nîqaşên ku der barê hatina Komên Aştiyê yên li ser banga Ocalan di Deriyê Xabûrê re hatîn sekinî û wiha got: "Îdiayên ku tên nîqaşkirin derew û bêbingeh in. Baykal bi agahiyên ne rast tevdigere û dixwaze Pêşniyarpirsê der barê hikûmeta me de dide. Pêşniyarpirs jî li vî welatî bûn amûrê alîstinê. Dema di mijarekî de encamê negirin, dest pê dikin û pêşniyarpirsê didin. Walîtiya Amedê serî li Dozgeriya Amedê daye ku ji ber ewlekariyê dozgeran bişîne Xabûrê li wir îfadeyên kesên tên bên girtin. Ne tiştekî ku cara ewil e pêk tê. Doza Ergenekonê jî li Silivriyê bi vê minasebetê tê lidarxistin. Doza Abdullah Ocalan a li Îmraliyê hatiye dîtin jî mînakeke berbiçav e. Ma qey li Îmraliyê Avahiya Edliyeyê heye? Na ji ber ku hewcedarî heye pêk hatiye. Birêz Ahmet Turk jî û Birêz Beşir Atalay jî dibêje me tiştekî wisa neaxiviye. Dozgeran daxuyanî da. Çima israr dikin?"
Serokwezîr dîsa zarokên kurd kirin hedef
Erdogan piştre çalakiyên ji bo 15'ê Sibatê hatine lidarxistin rexne kirin û dîsa zarok hedef girtin. Erdogan îdia kir ku zarok tên bikaranîn û wiha got: "Duh li hin bajaran çalakiyên 'provakatîf' pêk hatin. Hemû cîhan dizane ka çalakiyên demokratîk çawa pêk tên. Keviravêtin, molotofkirin û bi gefan dikan girtin ne çalakiyên demokratîk in. Bêwijdanî û bêpirsyarî ye ku zarok di çalakiyên neqanûnî de bên bikaranîn." Erdogan her wekîk daxuyaniyên xwe yên berê ku zarok hedef digirtin ji bîr kirine wiha got: "Zarok ji bo hesabên siyasî nayên qurbankirin. Xwîn ji piyê zarokekê me bê dilê me diêşe. Ne karê wijdanê ye ku zarok êrîş derdorê bikin. Çima rewşenbîr nerazîbûnê nîşanî vê îstîsmarkirinê nadin."

No comments:
Post a Comment