Friday, February 19, 2010

Dozger ji bo xwediyê berê yê rojnameya me 525 sal ceza xwest


19/02/2010

Di doza ku Xwediyê berê yê rojnameya me Vedat Kurşun dihate darizandin de, dozger mutaala da, cezayekê rekor xwest.Dema Kurşun peywira xwediyê rojnameya me dikir bi îdîaya di 130'ê hejmarên rojnameya Azadiya Welat de "Propagandaya rêxistinê" hatiye kiriye, 103 caran 'cezayê propagandaya rêxistinê' û carekê jî bi "cezayê endamtiya rêxistinê" jê re tê xwestin. Dozger li gorî vê yekê 525 sal ceza ji bo Kurşun xwest.

Di demek ku daraza navneteweyî balê dikişîne ser pêkutiyên darazê yên li ser çapameniya kurd de, li xwediyê rojnema ya Azadiya Welat ku li Tirkiyeyê yekemîn rojnameya rojane ya kurdi yê Ozan Kiliç 21 sal ceza hatibû birîn. Herî dawî jî, danîşîna doza Rojnamevan û Xwediyê Rojnema Azadiya Welat yê berê Vedat Kurşun ku ji sibata 2007'ê heta tîrmeha 2008'ê berpirsyariya rojnameyê girtibû er xwe pêk hat ûbi hinceta "propagandeya rêxistinê kiriye" û "endamê rêxistinê ye" doz lê hatibû vekirin pêk hat. Di danişînê de Kuşun û parêzerê wî Servet Ozen ameda bûn. Di danişînê de Dozgerê Komarê Yakup Yar, mutaalaya xwe ya ji 27 rûpelan pêk tê da heyeta dadgehê. Dozgeriyê di mutaaleya xwe de ji bo Vedat Kurşun, cezayekî ku di dîroka dada Tirkiyeyê nehatiye dayîn, xwest.

Ji sernavên nûçeyan jî ceza xwest

Dozger Yar, ji bo hemû rojnameyên di salekê de di bin berpirsyariya Kurşun de derketî bi hinceta tê de "propagandeya rêxistinê hatiye kirin" doz vekir. Dozgeriyê nûçeyên di 103 hejmarên rojnameyê de derketin, hin serenûce û wêneyên ku hatine weşandin jî wekî 'propaganda' bi nav kirin. Di mutaalaya dozgeriyê de hemû nûce yek bi yek hatine rêzkirin û nûçeya di hejmara 1'ê sibata 2007'an de ya bi ser navê "Bila Tirkiye ne li Kerkûke, li Amedê binêre", nûçeya di 8'ê sibata 2007'an de ya "Bêbextiya YE'yê tê şermezarkirin" ya di 22'yê sibata 2007'an de ya "Heke îşaretek bê dayîn em fişekekê ji nateqînin", nûçeya di hejmar 6'ê adara 2007'an de ya "Hawara neteweyi" û ya di hejmar 7'ê adara 2007'an ya "Dewlet sûcê xwe vedişêre" wekî sedemên sûc hatine nîşandan.

Her tişt wekî sûc hesiband!

Di mutaaleyê de dozgeriyê di 103 hejmarên rojnameyê de herî kêm 70 hejmar ji ber peyvên di nûçeyan de yên wekî; 'Kurdîstan', 'Gerîla', 'Şehîd', 'Rêberê Gelê Kurd', 'Birêz Ocalan' û hevdîtînên Ocalan û nûçeyên rêveberên PKK'ê kirine hinceta doz û lêpirsînê. Her wiha nûçeyên der barê şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên Girtîgeha Îmraliyê û çalakiyên li herêmê pêk hatîn jî hemû wekî hêmayên sûc hatine hesibandin. Balkêş e ku îlanên bi pere yên ji bo bîranîna endamên HPG'ê ji aliyê malbatên wan ve jî hatine dayîn wekî; "propagandeya rêxistnê" hatine binavkirin. Dii hin hejmaran de şaştiya wergerê derdikeve pêş û yek ji wan hejmaran jî ya 22'yê adara 2008'an e. Di nûçeya têkîldarî Newroza Qoserê hatiye weşandin de li şûna ku "Kurdistana xweser a demokratîk" bê nivîsandin, bi tirkî li şûna wê "Kurdistana demokratîk a serbixwe" hatiye nivîsandin. Di hin hejmaran de jî tenê wêneyên Ocalan û HPG'iyan hene û ev wêne ji bo cezaxwestinê bes hatine dîtin.

Dozger di asta herî jor de ceza xwest

Dozger Yakup Yar, nûçeyên daxuyaniyên siyastemedarên kurd ên wekî Leyla Zanayê jî kirin hinceta dozê û ji bo van nûceyan jî xwest ku Vedat Kurşun bê cezakirin. Der barê Kurşun de 32 îdianame hatibûn amedakirin û piştre ev dosya hemû kirin yek. Di çarçoveya vê dosyayê de 103 hejmarên rojnameyê ji bo her yekî bi hinceta "propagandeya rêxistinê kiriye" cezayê di navbera 3 meh û 5 salan de hate xwestin. Her wiha dozger îdia kir ku Kurxun "endamê rêxistinê ye" ji bo vê yekê jî di navbera 6 sal û 10 salan de ceza dixwaze. Heke dadgeh daxwaza dozger Yar qebûl bike, dê li Kurşun di asta herî jor de, ango di navbera 135 salan û 525 salan de ceza bibire.

Vedat Kurşun jî di parastina xwe de anî ziman agahiyên di rojnameyê de derketî hemû nûçe ne û ji ajansan girtine û bereta xwe xwest. Heyeta Dadgehê jî ji bo parêzerê Kurşun, Servet Ozen jî li hemberî mutaalaya dozger Yar daxwaz kir ku ji bo parastinê dem bê dayîn û dadgehê danîşin taloq kir.

No comments:

Post a Comment