Friday, February 26, 2010

Artêş û AKP’ê li hev kiriye


26.02.2010

Aziz OGUR

Serkeftina gelê kurd û li hemberî her êrîş, konsept û komployên tunekirinê, bi xwe re hîn bêhtir hejandin, firehbûna qelş a di hîmê komara olîgarşîk de û serobinbûna dewleta tirk tîne. Pêşketinên li Tirkiyeyê yên ji binçavkirin û girtina generalan heta bi îdiayên darbeyê, ji her gava dîplomatîk ya tê avêtin bigire heta bi pirsgirêkên aboriyê yên derdikevin tev girêdayî vê mijarê ne.
Li hember berxwedana Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê kurd dewleta klasîk, artêşa klasîk, tevî sazî û dezgehên dewletê hemû rê û rêbazên klasîk têk çûn. Lewma dewleta tirk bi destê hikûmeta AKP'ê û desteka hêzên navneteweyî yên mîna DYA û NATO ketiye nava hewldaneke jinûve dîzaynkirinê. Operasyonên li dijî baskekî artêşê pêk tên jî parçeyên vê yekê ne. Baskê ku di nava artêşê de tê tasfiyekirin ji operasyona Ergenekonê, heta bi 'întiharên fermandarên teqewît û wezîfedar', ji operasyona 'balyoz' heta bi lêkolînkirina nelirêtiyê di nava artêşê de tev di vê çarçoveyê de dimeşin. Yanî di rastiyê de operasyon li dijî aliyên ku di nava artêşê de derketine derveyî xeta NATO û DYA'yê yan bi pratîk û sekna xwe mîna potansiyela xetereke li dijî vê xetê tên dîtin in. Pêvajoya ku bi operasyonên Ergenekonê hatibû destpêkirin bi 'Plana Balyoz' tê domandin. Artêş û hikûmet heta aqilmendên wan ên navneteweyî jî dizanin heger ev pêvajoya dane destpêkirin neçe serî, yanî heger ev baskê di nava artêşê de bi giştî neyê tasfiyekirin dê çarenûsa wan bibe têkçûneke mezin a bandorên wê bi dehên salan derbas nebin.

Hesabên li ser operasyonê
Bi tasfiyekirina vî baskî re di nava artêşê de sererastkirineke nû pêk tê û ev yek jî bi destê hikûmeta AKP'ê tê meşandin. Bi taybetî bi destê AKP'ê meşandina vî karî jî ne vala ye. Tevî ku operasyoneke kûr a lingê xwe yên neteweyî û navneteweyî hene jî mîna 'cesaret', 'biryarbûn' û 'dijbertiya AKP'ê ya milîtarîzmê' nîşandana vê operasyonê bêguman dide nîşandan ku hêj pêwîstiya hêzên global û sermeyadar ên cîhanê ku herêma Rojihata Navîn ji nû ve dizayn dikin bi Tirkiyeyeke ji aliyê AKP'ê -hikûmeteke xwedî têgihiştina îslama siyasî- ve tê rêvebirin heye. Her wiha ji bo bi destê vê hikûmetê Kurdistan ji nû ve bê dagirkirin/mêtingerkirin jî pêwîstî bi nîşandana pozîsyoneke bi vî rengî heye. Ev aliyê mijarê yê navneteweyî û herêmî ye.
Aliyekî din ê mijarê yê siyaseta nava Tirkiyeyê û kurdan eleqedar dike jî ev e: Bi hemû aliyê xwe ev pêvajo dişibe pêvajoya beriya hilbijartinên 22'yê Tîrmehê. AKP ya ku wê demê 'nakokiya' serokomariyê bikar anî û mîna dijberê artêşê hate nîşandan krediyeke girîng ji tevahiya Tirkiyeyê û ji gelê kurd jî standibû. Niha tê xwestin pozîsyoneke wisa bidin nîşandan ku 'AKP'a ku wê demê ev kredî stand niha bi avêtina zîndanê ya generalan, fermandarên hêzên artêşê vê krediyê di cih de bikar tîne û heger krediyên nû werin dayin dê AKP'ê bi giştî artêşê têxê bin kontrolê û dawî li milîtarîzmê bîne'.

Ne nakokî, hevdengî heye
Bi rêbazên pir pir tenik hesabên hilbijartinên demên pêş tênekirin. Di vê lîstika pir tenik a tê meşandin de jî berovajî tiştê tê nîşandan nakokiyeke biçûk jî di navbera Artêşa Tirk û Hikûmeta AKP'ê de tune ye. Li ser her kitekiteyan li hev kirine û her gava tê avêtin, her 'nerazîbûn' a tê nîşandan, her komcivîn û peyamên bi riya çapemeniyê têne dayin jî bi kontrol di çarçoveya plana mezin a tê meşandin de tê rojevê.
Ya rast heger rewş ji nêz ve were şopandin ev 'hevkariya bêqisûr' a artêş û hikûmetê dikare pir vekirî were dîtin. Bi dehan caran rayedarên hikûmetê tînin ziman ku di nava saziyên dewletê de nakokî tune ne û hevkarî/ahengeke bêqisûr tê meşandin. Civînên ku di pêvajoyên 'aloz' de pêk tên jî ne mîna çapemeniya tirk û nivîskarên wan nîşan didin 'hevdîtin an komcivînên ji bo çareserkirina aloziyê ne'. Bêhtir dikare mîna civîn an rûniştinên ku pêşveçûn û kitekiteyên planê guftûgo dikin û plansaziya gava piştre dikin dikare bê nirxandin.

'Ne reqîb in hevkar in'
Bi operasyona dawî re dema ev nivîs dihate amadekirin hejmara efser û leşkerên bi îdiaya
'Plana Darbeya Balyozê' de cih digirin hatin girtin derketibû 20'an. Di vê pêvajoya ku nivîskarên tirk û çapemeniya sîstemê bi şêwazekî 'nefesa xwe girtine û temaşe dikin ka dê encam çawa bibe' de gotinên Cigirê Serokwezîr Cemîl Çîçek ku duşema borî Serfermandariya Giştî ya Artêşa Tirk ziyaret kir bi hemû zelaliya xwe radixe ber çavan ku konsepteke hevpar a artêş-hikûmet-DYA li hevkirî tê meşandin.
Gotinên Cemîl Çicek wiha ne: "Rayedarên artêşê ji ber pêşketinan xemgîn in. Lê tu niyeta wan a îstîfakirinê tune ye. Xemgînbûn jî tiştekî xwezayî ye. Hevalên wan yên çekê û kesên bi salan bi hev re qarawana (xwarina leşkerî) parve kirine, di lojmanên leşkerî de tim rû bi rû diman bi sûcdariyên mezin tên girtin. Ev yek mirov dihejîne. Lewma gelekî xemgîn in. Lê belê xwedî wê baweriyê ne û dibêjin 'Artêşa Tirk saziyeke binirx a dewletê ye, bêguman divê bi ser sûcbaran çûyin hebe.' Her wiha li hemberî êrîşên sîstematîk yên li dijî artêşê fikarên xwe anîn ziman û daxwazên xwe yên ku hikûmet li dijî van êrîşan bikeve nava tevgerê anîn ziman."
Belê mîna di gotinên jor de jî xuya dike, Serfermandariya Artêşa Tirk ji ber rewşa ku 'hevalên wan yên çekê' ketinê xemgîn e û ji aliyê hin derdoran ve ev rewş mîna hinceta êrîşkirina artêşê bêzar e. Ji bo astengkirina van êrîşan jî ji hikûmetê alîkariyê dixwaze.
Nirxandina jor a Cemîl Çîçek girîng e û hevokeke ku bi kar tîne di daxuyaniya wî de heye êdî mîna misqalê zer şik û gumanê nahêle ku AKP û Artêş bi hev re pêvajo û konsepta heyî koordîne dikin. Ev hevoka Cemîl Çîçek dibêje di hevdîtina roja duşemê de ji serfermandariyê re careke din dubare kiriye wisa ye: "Mîna ku tim dibêjim ez careke din tînim ziman hikûmet û leşkerî ne reqîb/hevrikê hev in. Ez gotina,
'EM LÎSTIKVANÊN HEMAN TAXIMÎ NE' tînim zimên."
Wek encam: Heger hikûmet û artêş lîstikvanên heman taximî bin R. Tayip Erdogan û Îlker Başbûg jî hevkaptanên taxim in. Jixwe serokomar Abdullah Gul jî ku hakimtiyê dike kadroyekî heman taximî yê bingehîn e. Rewş diyar e taximên dijber nînin lîstikvanên taxim hinek bi uniforma û hinek jî bi qrawat in. Lîstikeke ku encamên wê berê diyarkirinê li dar e. Di vê rewşê de li gorî baweriya min pirsa ku kurd serê xwe li ser biêşînin ev e; Gelo di encama van tevan de ji bo gelê kurd çi dikeve an planeke çawa dê bikeve dewreyê?


No comments:

Post a Comment