Tuesday, February 23, 2010

Îran: Rêberê Cundallah li Dervey Welatî Hat Desteser Kirin

وه‌زیری ئیتڵاعاتی ئێران حه‌یده‌ر موسـڵحی له‌ که‌ناڵی ته‌له‌فیزیۆنی پـرێس تی‌ڤی وێنه‌ی عه‌بدول مالیک ڕیگی نیشان ده‌دات و باس له‌ گرتنه‌که‌ی ده‌کات، سێشه‌ممه‌ 23 ی دووی 2010
23/02/2010

Karbidestên Îranî dibêjin rêberê gropa çekdarî ya Sunnî li dervey welatî hate desteser kirin û ew dibêjin wî têkelî ligel Amerîka hebû.

Ajansên ragehandinê yên ser bi hikûmeta Îranê ve radigehînin, hêzên parastinê Ebdulmalik Rigî roja Sêşemê desteser kir, li nav firokeke ku ji Dubey ber bi Qirgizistan diçû.

Rigî rêberê gropa çekdarîya Cundallah ye, ku bi encam dana jimareka hêrişan li Îranê hatiye tawanbar kirin.

Televizyona hikûmetê ragehand ku wezîrê agahî yê Îranê got Rigî li bingehekê leşkerî yê Amerîka bû, 24 demjimêran berî bihête desteser kirin û Amerîkiyan passporteka Afganî dabû wî.

Îran, Amerîka tawanbar dike ku alîkariya diravî dide Cundallah wek bizavek ji bo aloz kirina hikûmeta Îranê. Amerîka van tawanbariyan red dike.

Nûçe
Guhdarî bike (MP3)

No comments:

Post a Comment