Monday, February 22, 2010

Gever û Kopê xwest kurdî bibe fermî

Gever û Kopê xwest kurdî bibe fermî
Li Navçeya Geverê ya Colemêrgê û Navçeya Kopê ya Mûşê bi munasebeta 10'emîn salvegera 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê duxayanî hatin dayîn û hate xwestin ku kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.

Şaxa KURDÎ DER'ê ya Navçeya Geverê, bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê li ber Otela Osloyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarên "Bila Kurdî bibe zimanê fermî", "Zimanê me rûmeta me ye", "Bê ziman jiyan nabe" hatin vekirin. Li ser navê komê Serokê Şaxa KURDÎ DER'ê ya Geverê Besîm Baykal, diyar kir ku pişaftin û astengiya li dijî ziman hê didime û xwest zixtên li ser kurdî bi dawî bibin. Piştre Davut Şedal, jî daxuyanî da û roja ziman a cîhanê pîroz kir. Şedal, xwest kurdî bibe zimanê fermî û zixtên li ser ziman bi dawî bibin. 

Li Kopê jî ji bo ziman daxuyanî hat dayîn 

Li Navçeya Kopê ya Mûşê jî endam û rêveberên TZPKurdî li ber Dibistana Seretayî ya Gazî daxuyanî dan çapemenyê. Berdevkê TZPKurdî yê Kopê Cevdet Yaşar, bal kişand ser pêkutiyên li ser ziman û xwest zixtên li ser ziman bi dawî bibin. Yaşar, xwest kurdî bibe zimanê fermî û ji aliyê makezagonan ve bê parastin.

No comments:

Post a Comment