Monday, February 22, 2010

Jinan li Mexmûrê pirsgirêkên xwe bi civînekê nirxandin


Jinan li Mexmûrê pirsgirêkên xwe bi civînekê nirxandin
Li wargeha penaberan a Mexmûr Meclîsa Îştar a Jinan xebatên xwe yên salekê bi civîneke berfireh nirxandin. Her wiha di civînê de rapora xebatê ya salekê hate pêşkêşkirin. 

Meclîsa Îştar a Jinan a Wargeha Penaberan a Mexmûrê civîna asayî ya nirxandinên xebatên xwe yên salêkê bi tevlîbûna rêveber, endam û xebatkarên Meclîsa Îştarê li mala gel pêk anî. Meclîsa Îştar a Jinan li Wargeha Penaberên Mexmûrê ji bo xebatên xwe yên sala 2009’an binirxînin û ji bo plankirina sala nû ya 2010’an, civînek li dar xist. 

Civîn bi deqîqeyek rêzgirtina ser giyanê şehîdên di têkoşîna azadiya gelê Kurd canê xwe fedakirine hat destpêkirin. Di civînê de notên hevdîtinê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rapora xebatên salêkê hate xwendin, piştî xwendina rapora xebatên salêkê hatin nirxandın.

Pêşniyarên çareseriyê

Di civînê de pirsgirêkên wekî; perwerdekirina jinan, di temê bicûk de zewac, pirsgirêka qelen, zewicandina bi darê zorê û pirsgirkên keçên karker hatin nîqaşkirin. Li gorî nirxandina Meclîsa Îştar a Jinan Mexmûrê ji bo ev pirsgirêk bên çareserkirin ev pêşniyar hatin kirin; perwerdekirina jinan û ji bo di taxan de rêxistinên jinan hîn bêhtir bên xurtkirin û komîn û meclîsên jinan bên xurtkirin. 

Her wiha biryar hate dayîn ku di bin Weqfa Jinan de ji bo keç û jin bibin xwedî pîşe, qursên wekî hunerên destan, kompîtur, tenduristî û dirûnxane bên xurtikirin, keçên ciwan û jin di Akademiya Şehît Jiyan de bên perwerdekirin.

Dayîka Qumrî Sembola Dayîka Aştiyê ye

Di civîna Meclîsa Îştar a Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê de hate diyarkirin ku piştgiriya ji bo dayikên şehîdan, jinên şehîdan û zarokên şehîdan bê zêdekirin. Ji bo ku pirsgirêkên wan ên perwerdehiyê bên çareserkirin, biryar hate dayîn ku Endama Dayikên Aştiyê, Yadê Qumrî ku di meha sibatê de jiyana xwe ji dest da, wekî Sembola Dayikên Aştiyê ya Wargeha Penabaran a Mexmûrê pejirandin. 

Ji bo plansaziya sala nû ya 2010’an jî, biryar hate dayîn ku xebat ji bo azadiya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê meşandin. Her wiha jinan biryar da ku ji bo pîrozbahiyên 100'emîn Salvegara 8'ê Adarê di wargehê de bi awayekî hîn xurt û bi coş derbas bibin, di semtan de û li taxan civîn bên lidarxistin, meşeke girseyî pêk.

Meclîsa Îştar a Jinan li Mexmûrê di destpêka sala 2003'yan de hatiye avakirin. Meclîsa Îştar xwe di nava sê qadên wekî; civakî, siyasî û bîrdozî de bi rêxistin dike. Hemû jinên wargeha penaberan a Mexmûrê yên kar û xebatê dikin di bin banê Meclîsa Îştar a Jinên Mexmûrê de xwe birêxistin dikin.

No comments:

Post a Comment