Friday, February 26, 2010

Li Wanê Belgefîlmê zilmê


26/02/2010

Li Wanê "Belgefîlmê Girtîgeha Hejmar 5" ê têkîldarî hovîtiya Girtîgeha Amedê ya di salên 1980 û 1984'an de hatin jiyandin, hate pêşandan.
Li Girtîgeha Amedê pêkutiyên li dijî mirovahiyê û îşkeceyên mîna bi cop tecawiz, bi zorê mişk daxwarin û hwd. hatibûn jiyandin. Di encama van îşkence û pêkutiyên li Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê 32 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kesan jî birîndar bûn. Her wisa bi hezaran kesan jî travmayên mezin derbas kirin. Belgefîlmê van pêkutiyên girtîgehê nişan dide û ji aliyê Çayan Demîrel ve hatiye amadekirin a bi navê "Girtîgeha hejmara 5" li Şanoya Dewletê ya Wanê hate pêşandan. Belgefîlmê bi piştgiriya Şaredariya Sixkê, Şaredariya Wanê û Şaxa ÎHD'ê ya Wanê hatiye pêşandan rastî eleqeyekî mezin hat. Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, alîkarên Şaredarê Wanê û bi sedan kesan belgefîlm temaşe kir.

DÊ WERGÊRIN ZIMAN DIN
Çêkera belgefilîmê Ayşe Çetînbaş, diyar kir ku belgefilîm ku 97 deqîqeyan pêk tê û bi 80 şahidên bûyerê re hevpeyvîn kirine. Çetînbaş, anî ziman ku armanca wan ew e ku bi vê belgefîlîmê di salên 1980 û 1984'an li Girtîgeha Amedê wahşeda hatiye jiyandin bigihijînin însanan.
Çetînbaş, bi lêv kir ku tiştên li vir hatine jiyin bi vê xebatê însanên tirk ên cihên dûr dijin gîtin. Çetînbaş, destnişan kir ku dê belgefilîm di demên pêş de bi jêrnivîsa bi zimanên îngilîzî, fransizî û kurdî bê pêşandan.
Çetînbaş, daxuyand ku yekemîn li Amedê pişt re jî li Stenbol, Îzmîr û herî dawî jî li Wanê hate pêşandan û hemû hatina belgefilîmê dê ji bo çêkirina Pirtûkxaneya Şaredariya Sixkê ya Wanê bê xerçkirin. Her wiha li ber derê şanoyê ji aliyê temaşevanan ve 60 pirtûk ji bo pirtûkxaneyê hatin diyarkirin.WAN - DÎHA

No comments:

Post a Comment