Monday, February 22, 2010

Di dîplomasiyê de cihê Zapê

22/02/2010

Heqî BOLTAN - AMED

Tirkiye ji bo ku destûr bigire û ligel hewayî di bejayê de jî li Herêma Medyayê li dijî PKK’ê operasyona ‘tasfiyeyê’ pêk bîne di nav hêzên navneteweyî de dîplomasiyeke berfiren û demdirêj pêk anî. Piştî ku di qada diplomatîk de piştgirî girt roja 20’ê sibata 2008’an de dest pê kir û piştî têkçûneke “stratejîk” roja 28’ê sibatê bi paş ve kişiya. Bandora vê şikestina dewleta tirk pirtir di qada navneteweyî û dîplomasiyê de xwe nîşan da. Wek hevsengeke nû, wek eyera balansê rengê dîplomasiyê jî guhert. Konjoktureke nû, konsepteke nû ya navneteweyî derket holê. 
Dîplomasî jî li ser hêzan, li ser geşedanan û li ser hevsengan û li ser berjewendiyan dimeşe.
Li Rojhilata Navîn hevsengeke klasîk heye. Ev  hevseng hevsenga sînorên netewe-dewletiyê ye. Di dîzayna klasîk a netew-dewletê de hesabê mafên mirovahiyê, mafên demokratîk, mafên kêmaran û neteweyên bingehîn nehatibû kirin. Cil û berga netewe-dewlet her çû di pêşketina gelan de, di pêşketina mirovahiyê de bû  asteng. Li dijî wê têkoşînên cihêreng pêk hatin. 
Di nav van têkoşînan de têkoşîna kurdan wek têkoşîna sereke her diçe li herêmê cihê xwe çêdike. Ji destpêka sedsala 19’emîn ve bi dehan serhildan pêk hatin. Her serhildan li dijî hevsenga dagirkeriyê ya li ser netewe-dewletê hatiye damezrandin têk çûn û dagiriya tevkujiya kurdan. 
Piştî ku di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd bi navê PKK’ê dest pê kir pêşî li çarenûsa têkçûna kurd hat girtin. Berxwedan geş bû gur bû. Têk neçû. Di çar parçeyên Kurdistanê de bû hêza hevgirtî ya yekîtiya kurd. 
Di nav vê dema têkoşînê de hikûmet guherîn; dîktator hilweşiyan; tîran ji tîraneke din re cihê xwe hişt. Lê hêza neteweya kurd bi navê PKK’ê kemilî û sterêka hêzdariyê ya kurd rakir asîmanê Rojhilata Navîn. 
Ev biserê xwe guherîneke nû ye û muxalefeta netewe-dewletê dike. Pêşeng, berpirs û endezyarên projeya netewe-dewletê tirsand. Ew kir nav kelecaneke bê mecal. Di serîde jî Tirkiye… Hemû derfetên xwa danî holê û ji bo pêşkêşkirinê xist nav bazara dîplomatîk. 
Her ku Tirkiyeyê ji hêzên PKK’ê derbeyên mezin xwar devê turika tavîzan vekir. Herî dawî di roja 5’ê mijdara 2007’an Serokdewletê Tirk Erdogan li Washingtonê di berdêla qebûlkirina polîtîkayên DYA’yê de piştgiriya hikûmeta Serokê DYA’yê yê şerkar George W. Bush girt. 
Ev di hewildanên dîplomatîk de asteke beloq e. Her ku serokdewlet, serokwezîr û dîplomatên Tirkiye û DYA’yê dipeyîvin balê dikişînin ser vê hevkariyê. Wek hevkariya stratejîk destnîşan dikin. 
Ji DYA û Israîlê destek hat standin. Koordînasyona sêalî avakirin di nav DYA, Tirkiye û Iraqê de ava kirin. Herêma Federal a Kurdistanê wek aliyê kurd dan ber terkiya hespa Koordînasyona Sêalî. Ev jî têr nekir, “cila kera decal’ bi Sûriye û Îranê temam kirin. 
Roja êrişa Zapê dest pê kir. Li Washington, Tel Awîw, Enqere, Bexda, Hewlêr, Şam û Tehranê odeyên çavdêriya zindî hatin amadekirin. Êrişa Zapê ji van paytextan bi zanîn hat şopandin. Hemû teknîk û hêz bi kar hat. Di Zapê de hêzan sing bi sing çok dan ber hev. Ev ne çokdana gerîla û leşkeran bû. Ev çokdana hêza netewe-dewleta klasîk û çokdana hêza Konfederalîzma Demokratîk bû. Her ku saet diboriyan roniya lambeyên van paytextan kêm dibûn û ber bi tefandinê ve derbijêr gindêr dibûn. 
Berdevkê van hêzan Serfermandarê Giştî yê Tirk Yaşar Buyukanit bi gotina xwe ya dîrokî pehînek li peykera klasîk a netewedewletê xist û wiha got: “Me 7 roj li dijî gerîla li ber xwe da, heke kes hebe û karibe şevek li hemberî gerîla ber xwe bide fermo bila derkeve.” Hê jî kesek derneket. 
Vê encamê jî bi xwe re hevsenga dîplomatîk guhert û eyara balansê da dîplomasiya Rojhilata Navîn.


No comments:

Post a Comment