Sunday, February 21, 2010

Siyasetmedar Dawûd Baxistanî rastî êrîşekê hat


Siyasetmedar Dawûd Baxistanî rastî êrîşekê hat
Serokê Dezgeha Îsraîl-Kurd Siyasetmedar Dawud Baxistanî li Enkawayê rastî êrîşekê hat û birîndar bû. Li gorî agahiyên gihiştiye ber destê me, Baxistanî ketiye ber êrîşa grubeke çekdar. Kesên çekdar ew birîndar kirine. Piştî bûyerê, Baxistanî rakirine nexweşxanê. Hate diyarkirin ku rewşa Baxistanî ber bi başiyê ve diçe.

Baxistanî Nûrî Osman berpirsyar girt

Li gorî agahiyên ji aliyê Baxistanî ve hatine dayîn, êrîş ji aliyê alîgirên kesê Nûrî Osman ve hatiye kirin. Hate gotin ku Nûrî Osman Endamê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ye. Di beyana Baxistanî de tê gotin ku, ew qet ne li dijî Osman bûye û tu pirsgirêkên wî bi Osman re çênebûne. Baxistanî di axaftina xwe de cih da van îdiayan: "Ligel ku pirsgirêkeke me bi Nûrî Osman re tune ye jî êrîşa li dijî min wî organîze kiriye. Di dema bûyerê de, komek çekdarên wî êrîş anîn ser min. Êrîş li ber çavê Nûrî Osman û bi rêveberiya wî çêbûye. Osman însîyatîfa xwe bi kar aniye û bûyer bi tu hêz an jî pirsên malbatî ve negirêdayî ye."

Li dijî êrîşê nerazîbûn

Rayedarên Navenda Israil-Kurd li Kurdistanê û dan zanîn ku di rewşeke wisa de ku, gelek welatên cîhanê têkiliyên cewaz bi Herêma Kurdistanê re datînin û Hikûmeta Herêmê jî hewl dide rewşa mafê mirovan li Herêma Kurdistanê xurt bike, pêkhatina bûyereke wisa û êrîşa ser Dawud Baxistanî qet nexweş e. Divê pêkanînên li derveyî demokrasiyê qet neyên pejirandin û Hikumeta Herêma Kurdistanê pirsgirêka êrîşa li ser Dawud Baxistanî pir cidî bigire. Baxistanî piştî tedawiyê, li dijî êrîşa li derveyî demokrasiyê dê gavên pêwîst bavêje."

No comments:

Post a Comment