Thursday, February 18, 2010

4 KURDÊN LI BER SEFARETA ÎSRAÎLÊ YA BERLÎNÊ HATIBÛN KUŞTIN HATIN BIBÎRANÎN

4 KURDÊN LI BER SEFARETA ÎSRAÎLÊ YA BERLÎNÊ HATIBÛN KUŞTIN HATIN BIBÎRANÎN

Di sala 1999an de dema Kurdistaniyên li paytexta Elmanyayê Berlînê li dijî komplogeran nerazîbûn nîşan dabûn, ji sefareta Îsraîlê gule hatibûn reşandin.

4 Kurdistaniyên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan, îro hatin bi bîranîn.

Di 17ê Sibata 1999an de Kurdistaniyên li paytexta Elmanya Berlînê, li dijî komplogeran xwepêşandan lidarxistibûn.

Îsraîl yek ji wan dewletan bû ku rola wê di komployê de hebû.

Wezîferên sefareta Îsraîlê gule reşandibûn ser gel û 4 ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dabûn.

Bi bi rasthatina rojê ji bo şermezarkirina êrişê girseyek gel îro li ber sefareta Îsraîlê kom bû.

Kurdistaniyan pêşî destegulek reş danîn ber sefaretê.

Paşê girseya gel qerenfîl û gul danî cihê ku 4 ciwanan jiyana xwe ji dest dan.

Li aliyê din roja Yekşemê saet di 13an de li Berlînê ji bo bîranîna 4 ciwanên Kurd, wê civîna gel were lidarxistin.

No comments:

Post a Comment