Tuesday, February 23, 2010

Li Amedê konferansa tecrubeyên navneteweyî

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dê di navbera 27 û 28'ê sibatê de li Amedê "Tecrubeyên muzakereyên navneteweyî" li dar bixe. Ji Îngilistanê Lord Raymond Hylton, ji Afrîkaya Başûr Essa Moosa, Brain Currin, ji Almanyayê Norman Peach, ji Tirkiyeyê Cîgirê Musteşarê MÎT'ê yê Berê Cevat Oneş û gelek akademîsyen dê tevlî konferansê bibin. Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel diyar kir ku wan hikûmet jî vexwendiye û heke hikûmet di mijara çareseriyê de samîmî be, ev konferans dê rê li ber wan veke.
Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û bidawîkirina pêvajoya ku 30 salan dom dike û bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest daye, hin gavên mezin tên avêtin. Dema ku pirsgirêka kurd tê nîqaşkirin, her tim mînakên wekî Îspanya, Îngilistan û Afrîkaya Başûr tên nîşandan. Nûnerên van welatên mînak jî dê cara yekem hemû li Amedê bicivin.

KESÊN NAVNETEWEYÎ
Bernameya konferansê hat zelalkirin. Axaftina destpêkê ya konferansê dê ji aliyê Hevseroka KCD'ê Yuksel Genç, Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemir, Parlamentera DEP'ê ya Berê Leyla Zana û ger beşdar bibe xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Serpîskopos Desmond Tutu yê ku di çareseriye pirsgirêka Afrîkaya Başûr de roleke girîng lîst, ve pêk bê. Di beşa yekemîn a ku dê Elçin Aktoprak moderatoriya wê bike de, dê Berdevkê Têkiliyên Navneteweyî ya Sinn Feinnê Raymond McCartney, Serokê Partiya Neteweyî ya Gallerê Dafydd Iwan, Parêzerê Mafên Mirovan Nivîskar Mark Muller, Parlamenterê Britanyaya Mezin Lord Raymond Hylton jî wekî axaftvan dê beşdarî konferansê bibin.
Di beşa duyemîn ya ku dê Akademisyen Akin Ozçer moderatoriya wê bike de jî, dê Nûnerê BASK'ê û analîstê polîtîk Jone Goiruzelaia, Berdevkê Partiya Aralarê Jon Abril, Akademisyen Ana Villellas Arino û Parlamentera Galiçyayê yê berê Camilo Nogueira jî wekî axaftvan beşdar bibin. Dê beşa sêyemîn a ku dê Prof. Mithat Sancar moderatoriya wê bike jî hin kesên wekî Dadgerê Dadgeha Bildin a Afrîkaya Başûr Essa Moosa yê ku wekî nûnerê Nelson Mandela tê nasîn, Brain Currin, Esterban Elman Catarian û Hans-C. Von Spneck jî wekî axaftvan beşdar bibin.
Parlamenter Sebahat Tuncel a ku xebatên konferansê dimeşîne da zanîn ku ew ji bo tecrubeyên navneteweyî yên ji bo çareseriyê nîqaş bikin konferanseke bi vî rengî li dar dixin û wiha got: "Di cihanê de hin carên din jî pirsgirêkên bi vî rengî hatine jiyîn û di wan pirsgirêkan de jî diyalog û muzakere esas hatine girtin. Em dê di konferansê de nîqaş bikin da ku çima li Tirkiyeyê rêbazeke bi vî rengî pêk nayê. Em dê di konferansê de li ser çareseriyên li Îspanya, Ingilistan û Afriyaka Başûr pêk hatine nîqaş bikin."
Tuncel, destnîşan kir ku du armancên konferansê hene û wan her du armancan jî wiha rave kir: "Bi rêk û pêk kirina nîqaşan û parvekirina tecrubeyên navneteweyî ya bi raya giştî re. Ji ber ku li Tirkiyeyê her têgihîştina çareseriyê tune ye, her tim mînakên neyînî yên cihanê wekî mînak tên nîşandan." Tuncel da zanîn ku Wezîrê Karên Hundir Beşir Atalay jî vexwendine konferansê û wiha got: “Ji hewldanên wan diyar dibe ku ew ne samîmî ne. Her wiha dîsa pêvajoya 'pêşîlêvekirinê' ya AKP'ê jî ne ji bo çareseriyê ye. Dixwazin polîtîkayên înkar û îmhayê wekî demokrastiyê nîşan bidin."

Ji Tirkiyeyê eleqeyeke mezin heye

Prof. Buşra Ersanli jî dê beşa bi navê 'Ji Ewropa û Cihanê têgihîştina pirsgirêka kurd' bi rê ve bibe. Rojnameger Cengiz Çandar, Norman Peach, Unal Unsal, Sezgîn Tanrikulu jî dê wekî axaftvan beşar bibin. Prof. Dogu Ergin jî dê beşa bi navê 'Tezên fermî, nêrîn û nakokiyên aktorel' bi rê ve bibe. Fikret Başkaya, Altan Tan, Cevat Oneş, Gultan Kişanak, Akademisyen Fuat Dundar jî wekî axaftvan bike. Li ser navê TESEV'ê Osman Kavala jî dê beşa 'Li Tirkiyeyê rêbazên çareseriyê, diyalog û modelên çareseriyê' bi rê ve bibe. Ahmet Turk, Parêzer Îrfan Dundar, Avni Ozgurel û Akademîsyen Ayşe Betul Çelîk jî dê wekî axaftvan beşdar bibin.ENQERE - DÎHA

No comments:

Post a Comment