Thursday, February 25, 2010

Clinton: Îran Bizavê Dike Egerê Bikete ser Helbijartinêt Îraqê

25/02/2010

Wezîra derve ya Amerîka Hillary Clinton dibêjit wê çi guman di hindê de nîne ku Îran bizavê

US Secretary of State Hillary Clinton
Hillary Clinton.
diket egerê bikete ser helbijartinêt giştî yêt meha Adarê li Îraqê.

Demê şayetî danê beramber Komîta Karûbarêt Derve li Civata Nûneran roja Pêncşembî, Clinton got Îran û cîranêt dî yêt Îraqê ya pê çêbibe dikin da egerê bikene ser encamêt helbijartinêt 7-ê Adarê, lê wê navê çi aliyan ne anî.

Wezîra derve bersiva gelek raporta da ku dibêjin Îran ya pere û alîkarîyên dî dete hevalbendêt xwe li Îraqê.

Wê gote komîteka Kongrisê ku Washington ya dixema maytêkirina Îranê di helbijartinêt Îraqê de ye. Lê wê her wisa got Îraqî bara pitir netewperwerin û dijî wê maytêkirinê ne.

Clinton got Amerîka ya bizavê diket ku Îraqî bi awayekê berfireh pişikdarî hebijartina bibin dijî bizavêt Îranê.

No comments:

Post a Comment