Wednesday, February 24, 2010

Li Îranê perwerdehî


24/02/2010

ÎKRAM BALEKANÎ

Li Îranê ku di warê erdnigarî de wekî eyalet hatiye dabeşkirin, sîstema teokratîk serdest e.
72 milyon şêniyê Îranê ji gelek netewe û gelên cuda pêk tê.
Li gorî tê texmînkirin şêniyê Îranê wiha hatiye dabeşkirin; ji sedî 35 fars, ji sedî 25 azerî, ji sedî 18 kurd, ji sedî 7 mazenderanî û gîlekî, ji sedî 7 belûç, ji sedî 4 ereb, ji sedî 2 tirkmen û ji sedî 2 kêmariyên din (ermenî û aşûrî û hwd.)
Di warê olî de jî ji sedî 90 misilmanên şîî, ji sedî 8 sunî, û ji sedî 2 ji kême-baweriyên din (zerdeştî, êzidî, yarsanî, behayî, hindû, sabî’î, cihû û xiristiyan) pêk tê.
Li Îranê Kurdistan jî li ser 6 eyaletan hatiye dabeşkirin: Urmiye, Sine, Kirmanşan, Loristan, Îlam û Hemedan. Hêjayî gotinê ye ku Îran eyaleta Urmiyê wekî eyaleta Azerbaycana Rojava, eyaleta Sine jî wekî Eyaleta Kurdistan bi nav dike. Pêwîst e bê gotin ku nêzî 2 milyon kurd li eyaleta Xorasanê dijîn. Li rojhilatê Kurdistanê kurd bi zaravayên kurmanciya jorîn, kurmanciya navîn, hewramî û lorî diaxivin.
Di sala 1979’an de ku rêveberiya Şahenşahî hate hilweşandin û bi pêşengiya Xumeynî, mele hatin ser kar, navê rejîma Îranê guherî û wekî Komara Îslamî ya Îranê hate binavkirin.
Piştî hingê destûra bingehîn a Îranê jî hate guherîn.
Di destûra Bingehîn de (Makezagon, Zagona Bingehîn) tê gotin ku mafê hemû gel û neteweyên din jî hatiye misogerkirin. Lê di pratîkê de tu tişek pêk nehatiye û tu xaleke baş a Destûra Bingehîn neketiye meriyetê.
Bi taybetî li ser kaxezê mafê perwerdehiya bi hemû zimanên gel û neteweyên Îranê hatiye misogerkirin û tenê li ser kaxezê maye.
Li gorî xala 19’an a destûra Bingehîn a Îranê tê gotin ku: gel, netewe, êl û eşîr, bêyî ku tu ferqek di warê kok, nijad, dîn, ziman û rengên wan de hebe, hemû wekhev in û xwedî heman mafên hevbeş in. (Pêwîst e bê gotin ku ev yek di pratîkê de qet pêk nayê. Heta li dadgehan cezayê ku tê dayîn jî li gorî bawerî û nijada kesan diguhere. Bo nimûne ger li mala yekî kurd sêlik (satalayt)ek bê girtin, cezayê ku bidin yekî kurd dikare 10 qat ji cezayê kesekî azerî yan jî fars û şiî zêdetir be. Yanî ceza jî li gorî dadger û dadyaran diguhere û bi awayekî keyfî ne.
Li gorî xala 15’an a Destûra Bingehîn a Îranê bi awayekî aşkera û servekirî tê gotin ku; zimanê fermî yê Îranê farsî ye. Lê mafê hemû êl û eşîran heye ku zimanê xwe hîn bibin û perwerdehiya bi wan zimanên herêmî hatiye misogerkirin.
Her çend ku tê gotin perwerdehiya bi zimanên cuda hatiye misogerkirin, lê ev heqaret e ji bo gel û neteweyên li Îranê. Ji ber ku hê jî kurd, azerî û neteweyên din wekî netewe qebûl nake û dibêje zimanê êl û eşîrên li Îranê hatiye misogerkirin.
Her çend ku di serdema serokomariya Xatemî de, Fraksyona Kurd a li Parlamentoya Îranê, daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî kirin û xwestin ku xala 15’an bikeve meriyetê, lê tu encameke erênî bi dest nexistin.
Ligel ku li Îranê zimanê kurdî ne qedexe ye, lê ji bo parastin, hînbûn û pêşketina ziman tu derfet nehatine afirandin. Bi awayekî sembolîk di warê weşanan de hin tişt hatine kirin, lê belê ji bo parastin û hînbûna ziman têrê nakin. Di televîzyonên dewletê de ji bo çend saetan weşana bi kurdî heye. Li eyaletên Kurdistanê li bajarê navendî ji bo eyaletê beşek bi zimanê kurdî di televîzyon û radyoyan de hatiye sazkirin û hin weşanên nivîskî jî bi kurdî hene. Li hemû zanîngehên Îran û Kurdistanê kovarên ciwanan bi kurdî û farsî têne weşandin. Hin rojname û kovarên din jî bi kurdî hene lê bi giştî di bin çavdêrî û kontrola Îranê de ne. Li cihên ku bi kurmancî diaxivin, beşa kovaran a bi kurdî bi tîpên latînî tên weşandin.
Lê bêguman ev yek cihê perwerdehiya bi kurdî nagire û ji bo hînbûn û parastina ziman nabe bersiv.
Di meha hezîrana 2009’an de serokomarê Îranê Mehmûd Ehmedînijad biryara perwerdehiya bi zimanên cuda îmze kir û ji Wezareta Perwerdehiyê re şand. Li gorî vê yekê hate gotin ku bo cara yekem xala 15’an a Destûra Bingehîn a Îranê ketiye meriyetê.
Lê piştî vê yekê derkete holê ku tenê biryar hatiye dayîn di warê hînbûna wêje û edebiyatê de xwendekar dikarin li zanîngehên Azad bêne perwerdekirin.
Ev yek jî tê vê wateyê ku wê dîsa perwerdehî bi zimanê kurdî çênebe. Ji ber ku li zanîngehên Azad, xwendekar bi xwe hemû mesrefên zanîngehê didin û ew zanîngehê fînanse dikin. Derfetên zarokên kurd jî tunene ku tim li zanîngehên Azad bixwînin û perwerde bibin. Jixwe tenê eyaletek wekî eyaleta Kurdistanê tê binavkirin û ew jî Sine ye. Li zanîngehên Urmiyê û bajarên din ku li gorî Îranê wekî eyaleta Azerbaycanê tê binavkirin, wê çaxê wê dersên bi zimanê azerî bêne dayîn ne kurdî. Jixwe zanîngeh jî nabin bersiv ji bo perwerdehiyê. Pêwîst e ku ji dibistanên seretayî heta zanîngehê perwerdehî bi zimanê kurdî hebe.
Li gorî biryara dewleta Îranê destûr tê dayîn ku li Wezareta Zanist, Lêkolîn û Teknolojiyê, Wezareta Tendurustî û Dermankirinê û Zanîngeha Azad ya Îslamî derfeta perwerdeyê bi zimanên cuda bê afirandin û ji bo du serdeman (2 ûnît) li beşa Wêje û Edebiyatê de bi ziman û zaraveyên herêmî yên Îranê xwendekar bêne perwerdekirin.
Tê gotin ku li wan cihan wê bi ziman û zaravayên wekî kurdî, lorî, azerî, belûçî û turkmenî perwerdehî bê dayîn. Ev yek bi xwe jî cudakirin û parçekirina neteweya kurd û zimanê kurdî ye. Ji ber ku lorî ji kurdî cuda bi nav dikin. Hemû lêkolîner jî lorî wekî zaraveyekî kurdî qebûl dikin lê rêveberiya Îranê bi zanebûn cudahiyê dixe navbera wan.
Tê îdiakirin ku bi vê pêngava Ehmedînejid xala 15’an a Destûra Bingehîn a Îranê piştî 30 salan di praktîkê de hate pêkanîn û kete meriyetê, lê dîsa jî tu pêşketinek tuneye. Dîsa jî zarokên kurdî bi zimanê farsî têne perwendekirin û hêjî derfetê nadin wan ku bi zimanê kurdî perwerde bibin.


No comments:

Post a Comment